Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
îslam - tirşik
îslam
(21) (14) (3)
di mijarê de bigere

18. şîrovekerên selefiyan sedan sal in, desthilatdara îslamê ne û heger em li gorî wan tevbidin divê ji serî heta binî ya vê jiyana xwe biguherînin û li nav vê cîhana modern û pêşketî bibin kerr û lal û kwîr. haya van mirovesilmanan tenê ji navê celal a xwedê heye, kesek ji wan qal cemaliya xwedê nake. ji xwe axên wan ên li wê derê hikumdarin li ber çavan in, zordestî, xwîn, şer, cîhad, paşketî, nezanî, tawan û tawanbarî, guneh û guneh û ceza û ceza û ceza û ceza... û mêr. mêr û mêr. lawik, xort, zilam. mêrxasî. sedî ji sed ne jin. ne keç, ne ciwan û ne jinxas. pêkan e, dayîk û xwah. lê bêguman namûs û namûs.



çima nizanim, bide ber jkxr:



(bnr: welcome to the machine)



06.11.2015 22:51 ~22:55 | biruya hayao miyazaki

19. kî çi bêje bila bêje, bela serê misilmanan e. bela serê gelên rojhilata navîn e.

yanê ew kesê ku hinek hestên îslamî pê re hebe an jî perwerdeya îslamê standibe divê mirov zêde tişt jê hêvî neke.

aniha melayek rûniştiye li hember min. xoceyê medresê ye. li amedê, medreseya wî heye behsa xwendevanên xwe dike. dibêje 45-50 xwendekarên me yên leylî* hene, yanê bi şev û roj li medresê dimînin. dibêje hemû zarokên feqîran e. kesek tenê tune ye ku malbata wan dewlemend bin. dibêje yên dewlemend nayên, ew jiyanek gelek xweştir dijîn. bên wê derê jî bêhna wan teng dibe diçin.



em behsa hovîtiya dewleta tirk dikin. me behsa farqînê kir ku ew jî ji ferqînê ye, haya wÎ ji tiştekî tune ye, her tiştî ji me ji hevalê me yê ferqînî seh dike.

haya wî meseleya hacı lokman birlik tune ye. qet nebihîstiye.



yanê nizanim, li amedê dijî û ji rastiya gelê xwe, welatê xwe ev qas dûr e. Û belkî xwendevanên xwe jî jê dûr dixe.

ev kes xizmeta kê dike ? îslam xizmeta kê dike ?

zarokên feqîran li wir bi şev û roj nimêj dikin û pirtÛkên dînî dixwînin, ên dewlemend jiyana xwe dijîn, ên welatparêz şerê dijmin dikin, berdêlan didin, xaniyê wan dişewite.

tu ji vê hevkêşe îslamê derxînî, wê ev çerx cih de hilweşe.



07.11.2015 23:21 | obamayê qunreş

20. (bnr: zayenda peyva ol)



15.11.2015 22:50 | dijber

21. oleka nebixêr ne bi ser dikebe ne jî bi bindikebe edî kîngê bi serbiketa an bibinbiketa mirovahî rehet bibûya.. lê ola hêdî hêdî ewê rabibe kîngê hebe ewê di bin bikebe.. qene rojek zûtir bûya..



16.11.2015 01:09 | shorbevan

22. (bnr: gawir)



16.11.2015 02:31 | dijber

23. Dîn e ku ji hz. adem dest pêkiriye, bi hezaran pêxamberan her tim rojane bûye û ji dawî bi hz.muhemed temam bûye. Lewra îslam ji beriya xwe hemû pêxemeberan qebul dike û wana heq dizane. hz. muhemed pêxemberê herî dawî ye.



Kesên ku îman dikin, divê bawerîya xo bi Xwedê (Ellah), melekên wî, kitêbên wî, pêxemberên wî bîne û dîsa bawer bike ku roja axiretê û heşrê heq e.



Kitêba Îslamê Quran e û 114 sûre têde hene. Tiştên ku di Quranê de nanivîse ji esasê Îslamê nîne. Suneta Pêxember ew e ku tetbîqa Quranê ye, tiştên ku ne dînî ne tenê dunyewî ne ne sunet e.



Lê gelek qewl û filên ku ne rast in ketiya nav hedîsan û hinek şaşî nisbeta îslamê bûne, lê pirraniya misilmanan (umet) wan şaşitiyan qebul nekiriye. Lewma alema mislimanê bi sedsalan bûye sembola medeniyet û pêşveçûnê. Lê sedsalên dawî de alema misliman xwe nû nekirine û paş da mane.



16.11.2015 11:04 | kurdane

24. Tê bawerkirin ku 'dîn e ku ji hz. adem dest pêkiriye, bi hezaran pêxamberan her tim rojane bûye û ji dawî bi hz.muhemed temam bûye. lewra îslam ji beriya xwe hemû pêxemeberan qebul dike û wana heq dizane. hz. muhemed pêxemberê herî dawî ye.'



16.11.2015 12:16 ~12:17 | sloujouc

25. Ola ereban ya ku hezar sale Kurdan asîmîle dike.

Heke Kurd dev ji ola ereban bernedin dê gelekî paşve biçin.

Ola ereban me dike birayê kujerê me û dagirkerên welatê me.

Îro tê zanîn ku qet temelekê Îslamê yê zanistî tine,lê ez fêm nakim gelo mirov çawa hêj lê bawer dike?

Gotinên min bo niha ewqas in.



16.11.2015 21:43 | heimatloserm

26. dînê ji hz.pêxember vêda update nebûye..



binê reşşik nedin ha ez nabêjim.



16.11.2015 22:41 | shorbevan

27. baweriya ku, bawerke wê hêdî hêdî xelas bibe.

êdî li bajaran, ji xeynî kesên girêdayî cemaatan hema bêje tu kes nimêj nake. rêjeya kesên nimêj dikin belkî ne %1 be jÎ.

ji xwe piştî ev daîş felan jî derket xel ji îslamê sar bûn. yên weke fadil akgunduz bi bikaranîna hestên olî 2-3 salan carekê milyarên xelkê dixwe. li ser televîzyonan, yê hingîvî difroşin, yên krem û merhem Û giya felan difroşin hemû hestên olî bikartînin. ji devê wan inşallah û maşallah û navê pêxember û xwedê kêm nabe. haa yê ku dîsa tê xapandin hene ? hene hem jî bi milyonan. lê hinek mirov jî dema mirovek ku dibêje maşallah inşallah jê şûphe dikin *



22.12.2015 18:48 | brusk56

28. (bnr: teror) (bnr: kaos) (bnr: komkujî) (bnr: koletî) (bnr: muhammedê sapix)



ez fikiriîm, fikirîm û tenê ew tişt hatin bîra min yav. ka ji min re bêjin ji xeynî wê tiştek dî heye.



* (bnr: îslamofobîk)



22.12.2015 19:11 ~19:18 | wiha wilo wisa

29. êdî bûye ola kal û pîran.



22.12.2015 19:28 ~2016.04.21 01:52 | sloujouc

30. ola ez ne li hemberim lê dilê min heye fikra xwe xerab bikim an hûn pêşî li min bigrin.. niha em bibêjin bira îslam bi serkebe û li cîhanê bû hakim tabî xwe jiber jev jî bibe ne pêkane bievîn awhayî mesele wisa * di vî îşîde, gunehkarî, xwedênenasî, kafirî... jî heye ewê halê van bêbaweran çewabe? bi ya we divê Îslam hinek neyê guhertin, guhertin şaş neyê femkirin yanî Îslama rast divê nedin naskirin? kesên araq dixwin, zîna dikin, diziyê dikin, serê xwe nagrin, çarşef li xwe nakin an kesên qetlê bikin, Xwedê înkar bikin.. divê li vê dinyayê bên cezakirin ji alî evdande? ma Xwedê wext nedaye hemû kesî hetanî roja qiyametê ? kesên gunehkar kî zane ewê herin cehnimê an cinetê çima evd li vê dinyayê hesab dipirsin? ev çi zordariye li ser van kesên ne misilman an yên gunehkar? herwiha (stur îslam; oleke kî çewa lê binihêre wisa dibîne) yanî têde dibêje cîhad bikin xelkê bikin kole û cariye li aliyê din jî dibêje zilmê nekin, qetlê nekin... ka jimera bibêjinmisilmano hûnê îslama rastî bidin ber me û xwe an bi ya şaş bidin qedandin?.......... werhasil min pir pirs pirsî lê ne jibû hûn bersiv bidin jibû bifikirin *



16.07.2016 23:14 | shorbevan


32. baweriya wekî zere tirsa min jê û yên jê bawerdikin tune, dibe jiber ez ji wan bêhtir dînê wan dizanim be an yekî di nava wandeme yanî ez jî misilmanimbûm * an jî jixwe ez natirsim * Îslamofobî Vêca çiye? ger nebûya bêedevî û heqaret minê niha çend gotin jiwanre bigota *



17.07.2016 00:17 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» îslama bê hedîs

Kategoriyên mijarê:: oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî