Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
îslam - tirşik
îslam
(21) (14) (3)
di mijarê de bigere

33. ola di nav kurdande gelekî berbilav.

lê bi buyerê salên dawîn û daîşa bêîman hem dinav kurdan û hem di nav gelek misilmanên dinde sarbunek pêk tê. ez jî di navde hêdî hêdî yên navde dûr dikevin, yên dûr dûrtir jî dibin. bila kes nebêje ev plana amerîqayê ye yan ev plana daîşa bêîman e, filan. ev buyer vê yekê pêk tîne û ev yek hingî roja paştir e leztir e jî. wê ev yek şerê rojhilata navîn gurtir jî bike û wê şerên cidî di nav kurdande jî bide destpê kirin. hêvîdar im kurd bikarin serxwebuna xwe bidin pêşiya ola xwe hey ne dibe ku kurd tu carî ji vî halî baştir nebin.



17.07.2016 14:57 | azadixwaz

34. ola ku êzîdî hertim tenê xêrê jê dîtin.



18.08.2016 21:56 | hola êzîda

35. Mixabin heta vê demê çi hatiye nivîsandin ji sedî not şaş e. Çi heyfe ku agahiyên ji devan girtî hatiye nivîsandin. Yekî nîşanî nerazîbûna xwe dide yekî dî jî ev qas nivîsiye lê mirov nikarê tu agahiyek bingehîn têde bibînî.

Divê mirov pê çi bawerî aniye bizane yan jî ser çi yeqînê xwe nayêne bizane. Çêkirina tiştekî, rewşek, gotinek bi agahîbûnê re watedar û nirxdar e. Di rewşekî nezanîbûyî û nenaskirî de hem bawer kirin hem jî şemartin bawerhişkî ye, olperestî ye. Ger gumana yekî naçe ser tiştekî, pirsyarî nake û naxwêne, agahdar nabe û nakeve çalakiyê tu qîmeta baweriyê yan jî mandeleyê nîne.

Xwedê bi qelem û agahiyê re qîmetekî pir mezin dide. Ew Xweda ye tiştên ku em negihîştine me elimandiye, gihandiye. Jixwe di ayeta pêşîn Xuda wisa ferman dike dibêje;
bi navê Xoda yê ku tu Ew afirandiye bixwîne.
Yanê bifikire, bilêkolîne, neraweste, çalak bibe, di nav bîrdozan de xwe winda neke, pişta xwe li demagojiyê girênede. Hemû destbend û pabendan, Lat û pûtan xwe xelas bike. Azadane, bêtirsane, wek zane û çalak jiyanê xwe li gorî dînê Xwedê damezirêne.

Evan nîşanên Jiyanekî serbixwe ye. Awayên dîtir hertim bendebûna tiştan heye û ev rewşek jênerevîn e. Wekî din em ha bendeyê xwe ne ha xulamê mêtingehkarê xwe ne, çî ferqî lê heye? Bende bende ye, xulam xulam e. Ku em qayil jî bin çu cudahî nîne. Di serî de kesayetiya xwe û pişt re jî civata xwe de wek qanûndaner pewîste bi tenê Xwedawendê bipejirînin, jiyanek bi wî awayî bijîn.

Di pey de edalet, pişt re aşitî û beramberî jê pê de biratî. Ev rêgez bi seranserî ger jiyanê me de civatê me de nayê sepandin, pişt girêdana aşitiyê ku tu carî nayê dê pêk were, xwestina dadê ku qet nikarê dê peyde bibe, bawerkirina gotinên beredayiyên beramberî û biratiyê ku ev hîç nayê dê biqewime, bi derbirînê herî sivikahî safîtîye.

Ne li wî dinyayê ne li wê dinyayê safîtî wek mazeretek nayê qebûl kirin. Ango di her rewşê de têk çûna bi awayekî perîşan. Çi difikirin bijartinekî xirab e ne wilo? Ji bîra xwe ticar dernexin vebijartin destê we de ye. Zûzika xwe biedilînin çimkî mirin gelek bê zeman tê.



09.12.2016 03:42 ~04:35 | rûbar

36. Bila bawermendên Îslamê biborin lê bera jî ji bo me ne baş e. Abê vê yekê qebûl bikin em wek Romiyan ti carî nikarin girîngiyê bidin netewa xwe. Cihê ku lê dixebitim erebek heye, erebbûna xwe qebûl nake, dibêje mehelmî me. Lê nijadperestiya tirkbûnê dike. Her carê henekê xwe bi Kurdan dike, nefreta xwe, qaşo bi henekî, vedirşe. Nasekî wî Nisêbînî (kurd e) dibêje îslam û nizanim çi nizanim çi. Jineke Nisêbînî hat bi leşkerekî samsûnî zewicî bû. Gotina min ewqas e.



24.09.2020 16:14 | xabûrî

37. agahiyek di derbarê quranê de ez ecêbmayî kirim: di dema şerê bîzans û sasaniyan de muşrîk ji ber ku bîzans xwedankitêb bûn, alîgirê sasaniyê kirine û ji bo xerakirina motîvasyon û morala mumînên nû vê bi kar anîne. îja di quranê de mîzgînî tê dayîn derbarê serkeftina bîzansê li hemberî sasaniyan û xwedê dibêje ku wê di nav du sê salan de bîzans zorê sasaniyan bide û bi ser keve. wele ez şoq bûm. çavkanî sureyê rûm.

a din: muhemmed pêxember bi xiristiyanên taxlîbê re peyman îmze dike û di vê peymanê de şertekî wî ev e: ew dikarin xiristiyan bimînin lê bila zarokên xwe weftîz nekin. bi ya gotara jêr ev made nayê sepandin. ya rast hevoka paşîn li hevoka pêşîn nayê. di xuyangê de nakokî tê dîtin. [yekî ji cihûyan re bibêjî temam hûn ser dînê xwe bin lê zarên xwe sinet nekin. lê sinetkirin ji xwe emrê dînê ye.] lê divê bê gotin ku di dîroka îslamê de ev şert tenê di vê peymanê de tê dîtin. tu carî di herêmekê din de ji xiristiyanên din ev nehatiye xwestin û bi ya gotarê ev mînaka tenê jî tu carî nehatiye sepandin. a duda jî benî taxlîb eşîreteke ecêb e, ser menfeetê xwe ne [di şerê misilman û sasaniyan de alîkarên faris in lê dinêrin ku misilman bi ser dikevin îja ew xiristiyan bin jî dibêjin misilman jî ereb in û em jî û tevlî artêşa îslamê dibin] û ji bo ku mîna faris û miletên din ên ne-ereb cîzye nedin ji misilmanan re dibêjin ku em hemû ereb in filan û bêvan. mîsal pêşnîyaz dikin ku dewsa cîzyê, du qet zêdetir zekat bidin. bi ya xwediyê gotarê, dibe ku ev mesela weftîzê jî pêşnîyaza wan be.

gotar: tûrabdîn Yöresinin İslâmlaşma Süreci - Hüseyin Güneş Here lînkê



22.11.2020 02:20 ~02:28 | biruya hayao miyazaki

38. Ola aşîtîyê ye. Islam bi xwe jî tê wateya aşîtîyê. Daxwaz ew e ku edalet a xwedê deyne ser rûyê erdê. Birastî jî tiştên pir qenc hatiye kirin ji bo mirovahiyê. Zarokên jin ên ku bi saxî dikirin binê erdê hebû, Mihemed wan ji binê erdê rakir danî ser serê me, bûn Taca serê me. Ev tişt bixwe jî karê şoreşgerîyê ye. Mihemed bixwe şoreşger e. Û biserketî ye jî. Raste ku piştî Mihemed îslam hatiye guhertin. Ji wateya xwe derket û ket bin destên nezanan. Ket bin destê xêrnexwaz û kujeran. Piştî Mihemed, kes nikare bêje îslam yek bi yek dewam kir.
Min li ser Mihemed xeber da lê Mihemed jî mirov e. Ferqa wî ji mirovên din jî tune ye. Bila neyê wê manê ku her tiştî Mihemed kirîye.
Yên ku Quranê bixwînin, wê bibînin ku îslam ew e ku aşîtî û edaletê lidar bixe. Wekhevî armanca wî ye.
Yên ku dixwazin îslamê bipirsin û lêkolînê li ser bikin, Quran bes e. Yên din fikrên ebdan e. Rast be jî ne rast be jî fikrên kesê din e. Quran tenê bes e.



22.11.2020 20:37 ~20:42 | apê mihyedîn

39. silametî, dînê jiber li hember zilmê, qetlê, xerabiyê derketiye,... û nijadperestiyê heramkiriye.. û temelê wî liser qenciyê hatiye avêtin şîş û çîmento û kevirên wî jî ji qenciyêne ez bawermendê vî dînî me û min têra xwe ecibandiye jixwe qurana wî bixwe mûcîzeye nabêjim.. hemû silav û rêz darî jêre hindikin.. bê bawerî jiyanek xemsariye, dîn; afyon,giya, rîsî, derman, dolarex û 'hinebe, îslam bonzaîye *



22.11.2020 23:23 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» îslama bê hedîs

Kategoriyên mijarê:: oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî