Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
sondên kurdî - tirşik
sondên kurdî
(57) (0) (7)
di mijarê de bigere

1. (bnr: willeh billeh tilleh)



09.07.2013 17:42 | simurg56

2. (bnr: heq navê xwedê)



09.07.2013 17:49 | fizikzan

3. (bnr: li ser miriyên te)



09.07.2013 17:52 | fizikzan

4. (bnr: bi qûrana muhemmed)



09.07.2013 18:00 | freedm4ever

5. (bnr: bi wê qurana te xwendî) tabî kes napirse bê ka feqîro ew quran xwendiye an na? *



09.07.2013 18:04 | endazer

6. (bnr: bi telaq) telaq çi ye yaw?



09.07.2013 10:09 | simurg56

7. (bnr: jina min ji min berdayî be) yanî (bnr: bi sê telaqan)



09.07.2013 18:12 | endazer

8. (bnr: bi serê çêleka mala şêx) * )



09.07.2013 10:19 | feqiyêteyran

9. bi sond bi peyman ez ê nehêlim kuç li ser kuç. kit ji wan nahêlim. ez ê bajar bikim dojeha li ser rûyê erdê da "gawir" vegerine ser riya "Ata". yê mezin... (ciwan haco - diyalog)



09.07.2013 18:20 | simurg56

11. hevalên êzidî li ser mishefa reş u melekê tawis sond dixwin.



09.07.2013 14:32 | feqiyêteyran

12. (bnr: bi sê telaqên jinberdanê)



(bnr: bi qûran)

(bnr: bi îman)

(bnr: bi namûs)

(bnr: bi şeref)



10.07.2013 09:59 | simurg56

13. Xwedê wekîl e



11.07.2013 23:19 | msirino

14. bi serê qudba kamil



11.07.2013 23:19 | msirino

15. sonda şairê kurd rênas jiyan ya têra xwe poetîk (bnr: bi serê kenê te yê delalî) (bnr: bi serê tirsa te ya xezalî)..



12.07.2013 16:36 | endazer

16. bi xwedê û pêxember.



12.07.2013 21:08 | berxêres

17. bi qurana ser çonga bavê min.(çonga bavê min qerimî ji sondan)



16.07.2013 01:37 | tivirloismail

18. bi serê te yê ezîz..



16.07.2013 01:48 | filankes

19. Qur'an!



Gora bavê te 'kim!



Sond dixwim!



Gora lela Qirşê!



16.07.2013 01:56 | filankes

20. bi serê andımızê kim..* erê ji zarokaniyê ve bi serê andımızê sond dixwim.. û hê jî tu derên min li hev neqelibîne..



16.07.2013 02:04 | endazer

21. Xweliya bêqazme di serê min da bibare.. Mînak : xweliya bêqazme di serê min da bibare ku min ev tiştên nebaş kiribe..



16.07.2013 10:13 | roj

22. Bi telaqê bê fitwa..



16.07.2013 11:06 | roj

23. Bi sê telaqên bê fêtwû

Allah wekîl

bi Qurana qedîm



16.07.2013 12:04 | cirano

24. îcar bi serê şêxê bêserî.



16.07.2013 12:25 | berxedanjiyane

25. bi fabrîqa Quranê (dema ku qîmetê sonda li ser Quranekê tenê tune be, li ser fabrîkaya Quranê sond tê xwarin.)



16.07.2013 12:32 | kardoxî

26. bi namûsa Şêx (dema ku yek derewan dike û dizane sonda wî/wê dê lê bikeve, li ser namûsa Şêx sond dixwe ku ziyan bê jî bila bê ser namûsa Şêx * )



16.07.2013 12:33 | kardoxî

27. Bi ocaxê mala şêx kim...



16.07.2013 13:10 | cirano

28. Bi vî/wî Xwedayê tenê... Çi sondek kûr ...



16.07.2013 13:12 | cirano

29. Bi $erefa sûrî



Bi sê telaqê bêfitû



Bi gora $êx kim



A bi vî xwedayê ser min



Bi vê qurana min xwendî



Ev her du çavê min birijin



Ez xêrê ji xwe nebînim



Xwedê wekîl



Qesem bi navê xwedê



16.07.2013 13:28 | înano lo

30. ker di diya keran ne



22.07.2013 15:00 | quto


32. Bi şerefa Haco



22.07.2013 16:46 | saryaudisasarya

34. (bnr: bi serê te yê delal)

(bnr: bi gora hecî)



25.07.2013 00:14 | bazirgan

35. bi erfa sewaqê ... bi xwedê nizanim be ev çi ye lê li gundê me hemu wilo sond dixwin



25.07.2013 00:45 | gêjê

36. Bi serê Şêx Evdilqadirê Geylanî....



25.07.2013 12:51 | nan û av

37. aha bi vê quranê



25.07.2013 12:52 | arami

38. dimilî

Bi no roj bo

Bi na aw bo

Birardê mi ser

Wil û bîl (+tîl)



25.07.2013 15:35 | hesenodimilî

39. (bnr: bi wî xwudayê ser me re)

(bnr: bi wî kim yê tu jê ketî) ev sond bêtir di rewşên nexweş û aloz de tên bikar anîn.. piştî sondê çêr û dijûn an nifÎnek jî lê tê zêde kirin..



25.07.2013 15:45 | endazer

40. bı namûs bi kitêb û bi navê kilama qedîm *



25.07.2013 18:21 | bawermend

41. li gundê me* her tim wiha dibêjin.

(bnr: qur'ana mala şêx)

(bnr: mis'ef kitêb)



25.07.2013 18:31 | kelemejû

42. bi quran, bi mishef, duzgun baba, xanî baba, bi erdû ezman, a bi vê rojê, qebra bavo, qurana diya te xwendî..



25.07.2013 21:41 | mamo

43. (bnr: ez destê xwe per per li qûranê xim)



26.07.2013 01:23 | bazirgan


47.

(bnr: bi telakê bê fitêz)



27.07.2013 13:40 | hêvîdar

48. bi xwedanê şev û rojê



27.07.2013 14:27 | gurê manco

49. bi sê telaqên vê fitwê... kîjan fitwe ye nizanim welleh



27.07.2013 22:57 | felek

50. Gorna bavê xwe kê.. Ez bawer im rastiya wê bi gora(tirb, mezer) bavê xwe kê ye.. Lê di gotinê de tê kurt kirin û bi awayê ''gorn'' te goTin..



27.07.2013 23:05 | nan û av

51. bi serê te û viya



28.07.2013 23:23 | quto

52. bi nîvê quranê 'kim



30.07.2013 00:13 | rojgar

53. bi serê te



30.07.2013 01:27 | cîncoqo

54. bi gora bê miraz kim ...

bi sonda qesem !



30.07.2013 11:42 | newenda

55. bi sed barê qur'anê.

bi şerefa Eliyê Kazo.



30.07.2013 11:54 | krîstîn

56. serê yazdan bikim



30.07.2013 12:59 | mam selam

57. bi serê şêx ibêd..



06.08.2013 06:55 | endazer

58. bi serê şêx evdilqadir kim..



06.08.2013 06:55 | endazer

59. "mishefa reş kî"

wextê ez zarok min ev qiset gelek caran ji dayîka xwe seh dikir. min nedizanî "mishefa reş" çî ye. bes noha ez dizanim , pirtûka êzîdî ya ne u ez nizanim dayîka min bo çi ev qiset digot ku ew misilmanek ol ve pirr girêdayî bû... ez bawerim ev qiset ji bav u bapirkalgê me ve heya noha hatîye gotin.



06.08.2013 07:55 | singundiki

60. (bnr: ez zinêkarê diya xwe bim)



06.08.2013 19:00 | bazirgan

61. ha bi vê lembeya pêketî.



07.08.2013 02:53 | reşkêşevê

62. (bnr: bi ava camîyê,bi ava îmanê)



18.08.2013 16:20 | bayesar

64. bi qurana ser singê pêxember!



26.09.2013 20:05 | keje bemal

65. bi mishef bi quran



26.09.2013 22:29 | pezkûviyê cûdî

67. quba kesk

minak:a bi quba kesk ne min wusa kiriye.



12.10.2013 12:28 | morîko

68. heger nava hevokê de hejmar hebe û sond were xwarin , qasî wê hejmarê behsa quranê tê kirin: bi deh qurana min deh caran gazî Wî/Wê kir.



12.10.2013 12:31 | morîko

71. bi sê telaqên bêfitû



12.10.2013 12:52 | eznelomeezleme

72. Bi gora/tirba bavê min.



Bi serê her pênc kurên te.



Jina min ne jina min be ku...



12.10.2013 13:14 | dîno

73. navé xwedé



12.10.2013 14:49 | jan_

74. ew quran a te bé iman xwendîye *



12.10.2013 14:50 | jan_

75. bi mishef



13.10.2013 00:19 | gordereş

76. (bnr: bİ keska pÊxember kİm)

(bnr: bİ camÎ)

(bnr: keska fÊra) FÊRA NAVÊ GUNDEKÎ YE Lİ QEREKLÎSÊ.

(bnr: bİ xanÎ baba kİm)

(bnr: daÎra mala ŞÊxÊ kufra kİm)

(bnr: welleh, qur'an, kİtÊb)



13.10.2013 00:31 | serhednişîn

77. -bi serÊ laYÊ TE

-na XWAKÊ/BRAKO MA SERÊ LAYÊ Min zÎyaret e



18.11.2013 03:42 | nanxwarê cilqetên

78. gora latû serê feqe ibeyt kim.



18.11.2013 06:43 | karmatî

79. qur'ana ku te pê îmana xwe aniye



09.12.2013 14:47 | ferhenga şikestî

80. car caran, ji qûna kurdan yê ku gava tiştek nabînin bêjin vêca li ser dana afirandina sondên nû dikin, tê ditine ye.



ma "em hêmû mirovan bawermendin, 'ere wê şekirê pîroz' ez rast dibejîm" jî çiye heyran?



09.12.2013 22:45 | ervah.azad

81. aa bi vê royê ! *



09.12.2013 22:58 | pirço

82. qebra ehmedê xani.. .. bi numune:...... qebra ehmedê xanîda ez rast dibêjim

qebra pîrkate.............da ez rast dibêjım

qebra kalkete ...........da min ev îş nekirîye

netka(tirkî alın) tekim=sere tekim.............

gorra dayê .... ez rast dibêjim



09.12.2013 23:53 | sîyabend

83. kurdên elewî jî dibêjin 'bi xizir be!', 'bi deh û du * îmaman be!'.



10.12.2013 00:19 | ozmoz

84. BI SÊ SONDÊ QESEMÊ.(QESEM NAVÊ SÛRETEKÎ QUR'ANÊ YE.)



19.12.2013 01:25 | bobelat

85. (bnr: bi serê kerê)



19.12.2013 01:27 | oxir

86. EW BEYTA MIN BERÊ XWE DAYÊ(ERÊ EM DIZANIN TU HECÎ YÎ ERÊ KALÊ MIN)



19.12.2013 01:28 | bobelat

87. bi bapÎrê kal.. sonda dayîka min. dema ku ez hê zarok bûm min dibirsîya. dayê tu evkasî dibêjî bapîrê kal bapîrê kal gelo ev bapîrê kal kîye. ew jî digota kurê min mirovêk di zemanê berî da jîyaye. min jî digota gelo ev navê vî mirovê tuneye qey ? pêxembere, eshabe, ewlîyaye, şêxe , çîye? dayîka minê evdal tu tişt ne digota lewra ewî jî nedizanîya. ji wî re jî dayîka wî gotibû, ji dayîka wî re jî dayîkadayîka vÎ wisa wisa heta dema me hatîye. ji kerema xwe ku hûn evî bapîrê kal naz dikin ji min re jî bêjin lewra ez hê jî meraq dikim. (bnr: dê ez rojek hîn bibim)



19.12.2013 01:38 | deqlok

88. di van sondan de piçek paradoks heye.

(bnr: sere te, ezê perê te bidim)

(bnr: tu bimrî, ez rast dibêjim)

(bnr: gora te bibînim, min tiştek nekirîye)



06.01.2014 14:57 | nazim tolhildan

89. (bnr: bi qur'ana mele)



06.01.2014 15:26 | borazboz

90. bi sÊ telaqÊn bÊ fitwa

(mÊrÊn kurd ku evî sondê bixwe u li ser nesekine jine wî jÊ tÊ berdan. u ji bo ku jarek din bi jina xwera bizewice, divÊ jine wî bi zilamek din re bizewice u ew zilam wÎ berde. 40 roj şÛnda jî dikare dîsa bi jina xweyÊ kevin re bizewice)



06.01.2014 20:10 | por gijik

91. (bnr: xêra xani baba)



06.01.2014 23:20 | serhıldan jiyane

92. (bnr: ehda xwedê be)



06.01.2014 23:23 | simurg56

93. bi sê telaq û bê fetwa



27.01.2014 18:15 | ferhenga şikestî

94. sed qesem bi navÊ xwedÊ...



15.10.2014 07:42 | malmirato

95. bi wÊ qurana ku bavÊ te xwendÎ... dema ku Ê sund dixwe Û yÊ li hember cahil bin ev sÛnd tÊ xwarin.



15.10.2014 07:46 | malmirato

96. bi quran mishef



15.10.2014 22:43 | dildar geverî

97. (bnr: allah wekîl)



15.10.2014 23:32 | simurg56

98. (bnr: li ser lembeyê)



hevaleke min ê mêrdînî wisa digot. digot li mêrdînê li hinek deran hê jî sondên ji demên zerdeştiyê yên li ser rojê mane. lê vêca piştî ku êdî roj ket navbera apartmanan û malên me bi ronahiya lembeyan ronî bûn, ev sondên antîqe jî guherîne, loma êdî li ser lembeyan sond tên xwarin.



15.10.2014 23:35 | simurg56

99. ji erd heta 7 tebeqe ezman pelê Quran ê bin û di nav de bi qasî pelê Cixarê jî valahî nebê min ne kiriye.



13.11.2014 15:40 | pepulekan

100. yek ji wan "bi vî qurana camiye.." sankî qurana li malê ne quran e!



14.11.2014 12:23 | gokerr

101. "Bi her çar telaqên jin berdanê ... "



14.11.2014 19:47 | xendekî

102. "Quran"

"Mishef"

"mishefa reş" (ev jî nîşana şopên Êzîdiyatiyê ye)



14.11.2014 19:49 | xendekî

103. Bi serê gora Heno 'kim...



15.11.2014 04:08 | zero

104. Bi serê zarokên bêderpîkurt 'kim...

Mala Xudê!

Ev qur'ana Mihemed Pêxember Resulilah xwendî...

Mala Mihemed!



15.11.2014 04:10 | zero

107. bi teleqê jinberdan ê.



28.11.2014 21:39 | xelîlêzer

108. bi xwedayê reben û ew qurana wî ya sixte..



28.11.2014 22:54 | mergehez

109. gora emer neweye



30.11.2014 22:04 | cizira botan

112. Bi vê rok ê



27.12.2014 10:30 | gûndîyav

113. ''Ez sond dixwim ku dêzek rîsî bikim qurbana hespê Çiyayê Sîserê.''



Sondeke bastan ku bêhna paganîzmê jê tê, ji herêma xerzanê



25.03.2015 14:54 | remlavêj

114. " bi çîpa şêx hukmet... " û " bi du qeymon tije kuran.."



ji herêma wêranşarê



19.05.2015 23:10 ~2015.05.27 00:07 | arya jîyanda

115. min îro duayek ecêb seh kir; bi wê roja mala xwudê 'kim..

herçendî pirraniya kurdan bibin misilman jî hê jî roj li ber dilê wan tişteke gelek pîroz e, ji ber wê jî misilman an ne misilman pirraniya kurdan hê jî bi serê rojê sond dixwin.. lê min nedizanî ku di baweriya hin kurdan de roj mala xwudê ye. *



19.05.2015 23:14 | endazer

116. (bnr: bi şerefa nezîro bi telaqê beşîro)



20.05.2015 01:06 | xendekî

117. Ew reng sond in ku her çend Misilman jî bin Kurd gelek caran bi rojê/tavê dixwin.



20.05.2015 06:58 | cngsgncc

118. bi şêx evdilqadirê gêlanî kim

bi zîyareta şex Mihemed kim

bi şêx xelîl kim

bi sêx emîn kim

bi dînê Mihemed kim

bi sê sondê qesemê

sê çar telaqê jin berdanê kim

bi şerefa haco kim

bi rebê jor kim

bi xwedanê şev û roja kim

....

û

sonda herî mezin

bi lêgerîna ku ceso pê îman hanîye kim



27.05.2015 13:23 | shorbevan

119. bira tü orta kefa desté min nî.



27.05.2015 18:11 | bûtîmar

121. "bi şerefa pêxember "

" bi şerefa haco"

dema yekî gundîyê me bi vê sondê sond dixwe apê min jî dibêje de şika hişe hingî te şeref ji xwera hişte inca dora pêxember.



18.11.2015 19:18 | shorbevan

122. Xêra mirîye xwe u Gorra Bavo. Ye herî populerin.



18.11.2015 21:57 | xemgin

123. Yek ji van sondan "Li ser sih cûzên quranê!"



27.06.2017 16:00 | ejder

124. be zat xwa (bi zatê xwedêyê)



27.06.2017 20:46 | mindal

125. Bi şerefa (bnr:mişk)a.



26.12.2017 23:20 | elîşêr

126. Bi pexemberê omet e.



27.12.2017 14:36 | tililili

127. Li ba me de, serê şêx dibêjin.

Tiştê ecêb ev e, di dînê îslamê de li serî yekî re yan jî serî tiştekî din re sond nayê xwarin. Lêbelê şêx bixwe nabêje lawo ser serî min re sond nexwin. Dibîne xweş bazar e, serî wî bîna borseya zêran meqbûl e, ew jî dengê xwe nake.



27.12.2017 15:00 | mîr

128. bi serê te yî delalî kim...



27.12.2017 16:11 | xwelî li ser

129. bî quran û şex

va sonda ketîye ber mîn, her ku ez sond dixwim ez dibem bî quran û şex.

le belê ez ne li quranê ne jî li tu şexan bawer dikim. we li vir berde, ez tu şex û mexan jî nas nakim. devpûçek wek vî karî ku ez dikim tune yavvv.

dema zaroktîye tê bîre min, me digot " welleh ya malê miçî xelle" û qaşo sonda ma qabûl nedibû. Yek caran jî me dîgot "welle...ssss"

eqlê me yê tuneyî jî bi va tişten wiha pûç u vala çû.



04.01.2018 09:49 | aqilkêm

130. Xwedê xenîbê min be heke min tiştek wiha kiriye



20.07.2018 13:05 | xelîl

131. - bi yezdanê jor, tu kerekî wiha xurt û li ser xwe, zor dibînî.

ji çîroka zinar soranê ya bi navê hevaltiya keran



19.12.2018 20:18 | mirovekirind

132. Bi telaq
Bi şeref
Bi Xwedê
Bi sond û peyman



20.01.2020 22:52 | merwano

133. ''Di zaroktiya min de li gund, mirîyên me bi me re dijiyan! Li gor baweriya gundiyan bandora miriyan ji ya zindiyan bêtir bî! Piraniya gundiyan bi gorên bav û kalên xwe sûnd dixwarin. Sûnda herî asê bi gorên miriyan bû. Kesî bi derewa newêrîbû bi gorên miriyên xwe sûnd bixwe. Rûmet, şerefî û neşerefiya gundiyan bi saya zindî û miriyan bû! Yê ku bi derewa bi gorên miriyên xwe sûnd bixwara, ew di civakê de bi kêm bawerî dihate dîtin û gotina wî baş cihê xwe nedigirt. Hem jî, dema ku şer di navbera du gundiyan de rû dida, dijûn an xebera herî hişk û kirêt ku ji hev re digotin: ez ê digora sed bavê te... ''
beriya mêrdînê/konê reş/rp. 54



21.01.2020 00:18 | dijwarwanî

134. bi serê te
bi sê telaq û bê fitya



21.01.2020 00:56 | afa

135. Ma bi kridkî hina sondê xwu ardinî.

Bi a zîyar (goristan)
Bi a roc (roj)
Bi a camî
Bi kur’an



21.01.2020 10:00 | kajav

136. Bi serê şêx
Bi merqeda şêx
Bi febrîqeya kur’anan
Elawekîl
Bi keskê sond dixwim
Bi beyreqa kesk
Bi cidê bavê te
Bi kurana te xwendî ya di mala we de
Bi vê rokê
Bi vî teamî
Bi serê te
Bi vê zîyaretê
bi şexseyda(cizîr)
Bi Mezelavdîn(nisêbîn), Miradê kinê
Bi şêx selman(Selmanê farisî, nisêbîn)
Bi silotkÎnê
Bi serê seyid Bilal
Bi şêxê zirav ku xwe di qulikqa misîn der derxistî
Bi Weysel qeranî
Bi siltan şêxmûs
bi Xwedayê roj û şevê
Bi Xwedê tealayê em xuliqandin
Bi xaliq!
Ez xêrikê ji xwe nebînim
Ez xêrê ji van zarokan nebînim
bi telaqên bê fitû û jinberdanê
Rojî û limêjên min ne ji min re bin ku
Gunihê te di stûyê te de be
Ez roja qiyametê dawedarê îmana te bim ku



21.01.2020 18:27 ~20:13 | oceancr

137. bi sonda qesemê (qesem nizam çi ye )

bi sonda qesemê ez nahêlim ew were mala min... (sondek pirr mezin e.Ku ev sond hatine xwarin ,divê mirov zêde hêrsa wî camêrê neyne)



23.02.2020 02:38 | brzn

138. bi gora bavê te
gor yanê menzel, qey gora wî teberike çi ye ku li serê sond dixoyî, dibe ku bavê wî xwedênenasekî be jî, ija ew sond wê çawa be gelo.



29.04.2020 03:03 | afa

139. bi her sî navê xwedê.



29.04.2020 03:44 | shwinsherm

140. kurdên mesîhî, (bnr: bi navê Îsa mesîh)



30.06.2020 19:00 ~19:06 | yûsiv

141. (bnr: tu bidî xatirê xwedê)



30.06.2020 22:06 | mîr


143. serê xanî baba kim
(bnr: ehmedê xanî)



30.06.2020 22:21 | doesntmatter

144. Hê ev qurana hinda serê min!
Hê ev qurana ber serê min!
Qurana babo danay ser çog û rahnê xwe!
Qurana min xwendî!



25.07.2020 09:04 | buffaloskinners

145. ez ji vir negêm sibe.
bi qurana tu dixwîni.
bi serê sê zarê min .
bi xwedayê jorîn.
xwedê li kezeba min xe.



25.07.2020 10:47 | shwinsherm

146. Bi serê hebîbê ezem
Bi sê telaqên bêfetwa



25.07.2020 12:37 | tûjo

147. Bi serê kerê kim*



28.10.2020 22:51 | yûsiv

148. (bnr: qurana bavê te xwendî)



31.10.2020 04:21 | xelîl


150. (bnr: qurana bavê te xwendî)



04.09.2021 01:18 | xelîl

151. Bi rebbê bavê xwedê
(bnr: helîmo)



15.05.2022 15:03 | xemakê

152. Bi sonda qesemê



03.10.2022 08:36 | cezmîkurd

153. bi vî nanê genimî



03.10.2022 15:55 | navîgiranmezelîwêran

154. bi navê nûra mihemed (sonda dayîka min ya favorî)



04.10.2022 01:11 | pirtûkhez

155. Xwedê heq şahid e.



04.10.2022 08:06 | michael

156. Quran xenîmê min bît



05.10.2022 22:51 | hesinkar

157. Bi sed quran î
Bi şeref
Bi vê bangê
Xwedê şahidê min e
Bi nanê te xwarîye
Negihîjima Tîrêjên serê sibehê



14.12.2023 01:00 | çaya germ

158. bi serê te



16.12.2023 21:48 | afa

159. bi serê te



16.12.2023 21:48 | afa

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» sondên kurdî
» kurdî de bikarneanîna navê allah

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi anket ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî