Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
sondên kurdî - tirşik
sondên kurdî
(57) (0) (7)
di mijarê de bigere

108. "bi şerefa pêxember "

" bi şerefa haco"

dema yekî gundîyê me bi vê sondê sond dixwe apê min jî dibêje de şika hişe hingî te şeref ji xwera hişte inca dora pêxember.



18.11.2015 19:18 | shorbevan

109. Xêra mirîye xwe u Gorra Bavo. Ye herî populerin.



18.11.2015 21:57 | xemgin

110. Yek ji van sondan "Li ser sih cûzên quranê!"



27.06.2017 16:00 | ejder

111. be zat xwa (bi zatê xwedêyê)



27.06.2017 20:46 | mindal

112. Bi şerefa (bnr:mişk)a.



26.12.2017 23:20 | elîşêr

113. Bi pexemberê omet e.



27.12.2017 14:36 | tililili

114. Li ba me de, serê şêx dibêjin.

Tiştê ecêb ev e, di dînê îslamê de li serî yekî re yan jî serî tiştekî din re sond nayê xwarin. Lêbelê şêx bixwe nabêje lawo ser serî min re sond nexwin. Dibîne xweş bazar e, serî wî bîna borseya zêran meqbûl e, ew jî dengê xwe nake.



27.12.2017 15:00 | mîr

115. bi serê te yî delalî kim...



27.12.2017 16:11 | xwelî li ser

116. bî quran û şex

va sonda ketîye ber mîn, her ku ez sond dixwim ez dibem bî quran û şex.

le belê ez ne li quranê ne jî li tu şexan bawer dikim. we li vir berde, ez tu şex û mexan jî nas nakim. devpûçek wek vî karî ku ez dikim tune yavvv.

dema zaroktîye tê bîre min, me digot " welleh ya malê miçî xelle" û qaşo sonda ma qabûl nedibû. Yek caran jî me dîgot "welle...ssss"

eqlê me yê tuneyî jî bi va tişten wiha pûç u vala çû.



04.01.2018 09:49 | aqilkêm

117. Xwedê xenîbê min be heke min tiştek wiha kiriye



20.07.2018 13:05 | xelîl

118. - bi yezdanê jor, tu kerekî wiha xurt û li ser xwe, zor dibînî.

ji çîroka zinar soranê ya bi navê hevaltiya keran



19.12.2018 20:18 | mirovekirind

119. Bi telaq
Bi şeref
Bi Xwedê
Bi sond û peyman



20.01.2020 22:52 | merwano

120. ''Di zaroktiya min de li gund, mirîyên me bi me re dijiyan! Li gor baweriya gundiyan bandora miriyan ji ya zindiyan bêtir bî! Piraniya gundiyan bi gorên bav û kalên xwe sûnd dixwarin. Sûnda herî asê bi gorên miriyan bû. Kesî bi derewa newêrîbû bi gorên miriyên xwe sûnd bixwe. Rûmet, şerefî û neşerefiya gundiyan bi saya zindî û miriyan bû! Yê ku bi derewa bi gorên miriyên xwe sûnd bixwara, ew di civakê de bi kêm bawerî dihate dîtin û gotina wî baş cihê xwe nedigirt. Hem jî, dema ku şer di navbera du gundiyan de rû dida, dijûn an xebera herî hişk û kirêt ku ji hev re digotin: ez ê digora sed bavê te... ''
beriya mêrdînê/konê reş/rp. 54



21.01.2020 00:18 | dijwarwanî

121. bi serê te
bi sê telaq û bê fitya



21.01.2020 00:56 | afa

122. Ma bi kridkî hina sondê xwu ardinî.

Bi a zîyar (goristan)
Bi a roc (roj)
Bi a camî
Bi kur’an



21.01.2020 10:00 | kajav

123. Bi serê şêx
Bi merqeda şêx
Bi febrîqeya kur’anan
Elawekîl
Bi keskê sond dixwim
Bi beyreqa kesk
Bi cidê bavê te
Bi kurana te xwendî ya di mala we de
Bi vê rokê
Bi vî teamî
Bi serê te
Bi vê zîyaretê
bi şexseyda(cizîr)
Bi Mezelavdîn(nisêbîn), Miradê kinê
Bi şêx selman(Selmanê farisî, nisêbîn)
Bi silotkÎnê
Bi serê seyid Bilal
Bi şêxê zirav ku xwe di qulikqa misîn der derxistî
Bi Weysel qeranî
Bi siltan şêxmûs
bi Xwedayê roj û şevê
Bi Xwedê tealayê em xuliqandin
Bi xaliq!
Ez xêrikê ji xwe nebînim
Ez xêrê ji van zarokan nebînim
bi telaqên bê fitû û jinberdanê
Rojî û limêjên min ne ji min re bin ku
Gunihê te di stûyê te de be
Ez roja qiyametê dawedarê îmana te bim ku



21.01.2020 18:27 ~20:13 | oceancr

124. bi sonda qesemê (qesem nizam çi ye )

bi sonda qesemê ez nahêlim ew were mala min... (sondek pirr mezin e.Ku ev sond hatine xwarin ,divê mirov zêde hêrsa wî camêrê neyne)



23.02.2020 02:38 | brzn

125. bi gora bavê te
gor yanê menzel, qey gora wî teberike çi ye ku li serê sond dixoyî, dibe ku bavê wî xwedênenasekî be jî, ija ew sond wê çawa be gelo.



29.04.2020 03:03 | afa

126. bi her sî navê xwedê.



29.04.2020 03:44 | shwinsherm

127. kurdên mesîhî, (bnr: bi navê Îsa mesîh)



30.06.2020 19:00 ~19:06 | yûsiv

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» sondên quranê
» kurdîkirina navê kesên navdar

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi anket ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî