Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
çala reş - tirşik
çala reş
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. an jî qula reş. bi îngîlîzî; black hole

di fezayê de, ji bo wan navendan/tiştan/nuqteyan tê gotin ku hecma wan tune lê giraniya wê, girseya wê bêdawî ye. ji ber vê yekê jî li van deran hêza erdkêşiyê ewqas zêde ye ku tu tişta nikare ji van deran bireve. ev çal/qul her tiştî ber bi xwe ve dikişînin û wan tune dikin. heta tîrêjên ronahiyê jî ji ber hêza kişandina van çalan ditewe û riya xwe wenda dike.



eslê xwe de cara ewil di sedsala 18. de behsa îhtîmala hebûna wan hatiye kirin lê encax sedsala 20. de ji aliyê Albert Einstein ve bi awayeke rêk û pêk hatiye ravekirin.



çalên reş, di dawiya pêvajoya werara stêrkan de derdikeve holê. hemû stêrk dema dimirin nabin çalek reş. lê hinek ji wan ber bi çala reş ve diguherin.



20.04.2014 18:18 | simurg56

2. gumleta tefiyayî ya stêrkan e..

dema di fezayê de stêrkek dimire li dû xwe kuriyeke reş dihêle

bi tirkî dibêjin kara delik

hin kuriyên reş hene ku leza roniyê jî nikarin ji hêza wan birevin, qiweteke zexîm a kêşanê pêk tînin..





09.01.2016 13:34 | ferhenga şikestî

3. kurîya an qula dirûvê qulên di balonade çêdibin tiştek wisane hêjî kes nizane çiye çi meseleye lê vî tişta bi mantiqe hinek dibêjin erdkêşîyek(yerçekîmî) mezine bîna meqletîzêye tiştê derdora xwe berbixweda dikşîne an dibe tiştek kîmyewî be tişta di helîne hinda dike nizanim çiye lê zanim ku tiştek ecêbe dibe qûnên kaînatê bin.



09.01.2016 16:31 | shorbevan

4. (bnr: çala reş)

(bnr: reşçal)



10.01.2016 00:28 | havka

5. Cara yekeme ku wêneya (bnr: black hole) hate kişandin.Ev wek mizgînîyek e ji bo fîziknasan.

300 milyon trîlyon mîl ji me dûrin.

Here lînkê





11.04.2019 01:21 | brzn

6. wêneya çala reş pêşketinek giring e ji bo gerdûnasîyê. lê hê jî em bi qasê serê derzîyê tiştek nizanin derheqê çalên reş de.

ya ez pir mereq dikim: tiştên ku çala reş ber bi xwe ve dikîşine diçin li ku gelo ? çi dibe ji wan re ?



11.04.2019 08:36 | xelîl

7. Qul/çala ku nizanim dev û doro wê çima sor e.



11.04.2019 14:34 | robar cilo

8. Îsal (2019) derbarê keşf kirina fezayê karên biheyecan ten kirîn.
wêneya evvelîna çala reş jî yek ji wan bû.
Here lînkê



11.04.2019 19:16 ~20:37 | cinorek

9. tiştê herî balkêş ji bo min ev e. çi ye, hundirê wê diçe ku hwd. heta niha ti zanist nikariye rave bike. rakêşiyê wê hingî ewqasî xurt e ti tişt nikare jê bifilite, tevî ronahî jî... hin zanyar bawer dikin ku her çala reş diçe gerdûnekî din, ev jî tê manaya hebûna bi sedan gerdûnan...

(bnr: multiverse)



22.08.2021 22:10 ~22:13 | hueyn

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» çalakî
» reş e lê xwînşirîn e

Kategoriyên mijarê:: zanistifeza
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî