Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    3 mijar û 3 peyam
    niyeta rojiya meha remezanê - tirşik
    niyeta rojiya meha remezanê
    (2) (1) ecêb (0) (14)
    di mijarê de bigere

    1. li gorî kesên ehlê mezheba şafiîyan niyet kirin şert e û rojiya bêyî niyet naqebile..



    ''ya rebbî min niyet e

    siba birojî bim

    rojiya meha remezanê

    remezana vê salê

    bigirim ji te re

    ya rebbî tu qebûl bikî

    amîn.''



    2013.07.09-18:20 | endazer

    2. îşev niyet dikim sibê rojî me rojiya meha remazanê ji bo Te Xwedê digrim .tu qebûl bikî



    2013.07.09-19:02 | fizikzan

    3. "ya rebbî, min niyet e rojî bigirim. rojiya vê remezanê. li ser min ferz e. ez edâ bikim ji xwedê re"

    erê hinekî kurt e.



    2013.07.10-09:44 | simurg56

    4. îşev radizêm serpiştê, sibê radibim dora taştê..



    2013.07.10-23:14 | mamo

    5. "min niyet e rojî bigirim

    rojiya babilhewa

    sibe rabim

    li ser teşta nanê şkeva"



    2013.07.10-23:18 | simurg56

    6. Xudayê min! Min niyete sibehî bi rojî bim. Pêş eda ferza remezana vê salê. bigrim bo Xudê. Xûdê ji min qebul biket. (amîn) (cilemêrg / feraşîn)



    2013.07.14-06:07 | endazer

    7. min niyete ez rojî bigrim rojiya babilhewa, sibe rabim ser teşta nanê şikeva *



    2013.07.14-03:16 | feqiyêteyran

    8. îşev bi niyetim, sibê wekî meyîtim..



    2013.07.14-12:55 | berxêres

    9. "îşev nêtim sib rojî me, rojiya remezanê ferza vê salê ji te re digirim, ya rebbî xwedê tu qebûl bikî"



    2014.03.01-04:24 | berxweda

    11. keko wellehî di nîyetî mero girngiyê nade gramerê * * îşev bi niyetîm sibê bi rojî me , rojiya remezanê ferza vî salê, digrim ji bo xwedayê xwe ye rebbî tu qebûl bikî... amîn



    2014.06.30-15:05 | mervan roni

    12. Min neyta rojî bigrim rojîya kewA

    Sibê rabim teşta nên bibim hewa



    2014.07.28-02:24 | birho_fîlo

    13. ( îşev nîyetim ez
    digrim rojîya sibê
    rojiya ehda ferza remezana sala îsal
    digrim ji boy xwedê
    Xwedê tu qebûlkî
    illahû ekber )x3



    2017.02.12-00:52 | hozan serhad

    14. Min niyete sibe bi rojî bim, rojiya heyva remezanê eda bikim ji xwidê re, xwidê qebûl bike.


    Niyeta zarokan :
    min niyete niyeta kewA
    Sibe rabim çav'il xwewa
    Teșta nên babilhewa *



    2017.02.12-01:06 | gumgumok

    15. "îşev biniyet im,
    şam û şet im,
    serê sibê radibim
    ber teşta nan diketim." *



    2019.05.19-23:44 | roza

    16. piştî nimêja terawîhê bi vî awayî tê gotin:

    îro biniyet im sibê birojî
    rojiya meha remezanê
    ferza sala îsalê
    yarebbî tu qebûl bikî
    amîn.



    2019.05.20-00:13 | bayesar

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    kurdî zimanek ninû [1]
    Rast e. Kurdî zimanek ninû. Ew ji gellek zimanan pek tê. Dive em ...
    bav ji xwe ra law ji xwe ra [1]
    qey yek ji gotinên pêşîyan e. hin mezinên me digotin. dibêm qe...
    "ez bi kurdekî re nabim dergistî" [1]
    çend salan berê birayê min bi keçikek tirkê devera ege re zewicî. he...
    "ez bi kurdekî re nabim dergistî" [2]
    Îro li balafirgeha Stenbolê ciwanek kurd ê bi navê Îbrahîm layik xwe k...
    peyvên kurdî yên ku di ferhengan de peyda nabin [1]
    nemirnejî: kesê ku ne mirî ye, ne jî dijî....
    belki ev jî bala te bikişînin
    » niyeta xuslê
    » rojiya mirinê
    » mehabad
    » remezanên berê

    Kategoriyên mijarê:: oldin
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî