Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 43 peyam
nihat doğan - tirşik
nihat doğan
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. kesekî bela ye li her derê ye ji her qulikê dikare derkeve.Nihatê me niha jî wê bibe mela û bibe bela serê me .îro ew jî wê li ser ekrana bejna xwe nîşanê me bike.Xwedê axiriya me xêr ke .



09.07.2013 19:08 | fizikzan

2. ya rast ji ber ku darî tv-yê nakim û eleqeya min bi magazîn û paparazziyan jî nîne derheqê camêr de zêde xudan agahî nîn im.. lê dema ku şairê gewre arjen arî emrê xwudê kirî min seh kir ku li ser twitterê peyama sersaxiyê jê re weşandiye.. ji wê rojê ve sempatiyek mezin ji bo camêr di dilê xwe de mezintir dikim..



09.07.2013 21:35 | endazer

3. kesek ji wan e ku ez dibejim xwezî u sed xwezî ne kurd bûya.carekê di nêzikî hilbijartinên herêmî de li ser kanalekî min guhdarî wî kiribû. digot erdogan şeref û namûsa me ye. hema hema wek dînika jina ku digota ez mûyê qûna kerdogan im * )



09.07.2013 14:28 | feqiyêteyran

4. Tevlî newroza Amedê ya 2013'an bû. Ew bi xwe eşkere kir ku AKP'î ye û piştgirî dide pêvajoya çareseriyê



09.07.2013 22:31 | ramanwer

5. melayê cemaata Flash tv yê ye..



15.07.2013 00:39 | mam selam

6. bersiva pirsa "ku ajdar biketa siyasetê wê çawa bûya" ye.



15.07.2013 01:39 | simurg56

7. ez tiştekî nizanim lê camêr ji liştika futbolê fahm dike û saf jî fam dike



15.07.2013 11:13 | babrisok

8. mirovek rast te çi bifikre wê dibêje ez ji ber vê dibêjim wextê akp hê delal nebibû destdildar piştgirî dida akp lê akp vêga vê herî bihêze camêr li dijî akp yê , mirovek berjewendiparêz buna ê piştgirî bida u lê kêfa xwe birênta



15.07.2013 11:20 | babrisok

9. fîlozofek mezin ê van salên dawîn e.. navê nîhat doğanê rastî Nîhat Gundî ye..



15.07.2013 13:30 | birêz giya

10. li şangay'ê dîspansera nexwaşiya weremê ye.



18.07.2013 22:54 | tivirloismail

11. (bnr: kerê çolê)



18.07.2013 15:03 | berxêres

12. bêar e.



09.04.2014 20:15 | bijîmillah

13. Kesê ku van dawiya bi kurdayetiya xwe hesiya ye. Dema min li hesabê wî yê twîtirê nêrte min bawer nekir. Min go qey pkk hack team li vê jî daye. Lê na wele hesab hêj di destê wî deye. Twîta bi kurdî " hûn nebin yek, hûnê bimrin yek û yek.. şev baş hevalno " li jora tiwîtê xwe sabît kiriye. Paşê bi çend twîtan avêtina qeyûma li ser şaredariyê kurda şermezar kiriye û ev jî ne bese di serda jî li girtiyên siyasî yên di bin xetera vîrûsa koronayêde jî xwudî derketiye. Paşê jî di twîteka xwe de gotiye ku bûrokratên tirk min tehdît dikin bi avêtina girtîgehê û gotiye " giyanê min ji yê di girtîgehê de ne girîngtir e. "

Wêneyê hesabe xwe yê qapaxê jî kiriye ew û jinikeke bi cilê kurdî rûniştine. Belê ev vegera wî ji ber çiye, min jî fêm nekir lê di pêşerojêde li gor kiryarên wî emê fêm bikin bê ka çiye û ne çiye..



17.05.2020 00:31 | tîrêj zana 21

14. Tiştên gelek ecêb gotiye
Bi ya min ya serxweş bû ye, yan jî kevir mevir tiştekî li serê wî ketiye, lê dîsa jî meriv dikare bibêje "ne bese lê belê"




24.08.2020 04:01 | afa

15. Nav kurdan de her tim aforozkirina kesên kurd heye jiber gotinên wan yên çewt/ne baş anku jiber kesayetiya wî/ê kesî.
Gotinek celadet elî bedirxan heye rast nayê bîra min lê wiha bû "Heta em kurd bi hebûna xwe û kurdbûna xwe dihisin , dem dibore.".Niha nîhat doxan dibe ku kurdbûna xwe nû bi nû dihise , em ê çawa bizanibin ku me dixapîne an na anku bixapîne nexapîne çi dikeve destên me ?
Lê em ne ew lijneyek in anku ne xwedaya pîroz in ku nîhat doxan darizînin bo ku xwedî kurdan derdikeve.
Ev nayê vî wateyê ku ez jê hez dikim lê em kurd her tim her kesî aforoz dikin.Bi ya min ev çewt e.



24.08.2020 21:30 | brzn

16. Bijî Serok Nîhat (Nûhat)

Ji Kurdan re serokekî MÛŞÎ şert û pêwist e. Namzetê me Nîhat Dogan e.

Ji ber Mêrdînî himal û barkêşên şoreşê ne û hertim di bin serokatîya xelkê de perçiqî û ji desthilanîn ketine, newêrin xwe nêzîkî serokatîyê bikin. Em dora xwe didin Mûşîyan.

Bi can, bi xwîn, em bi te re ne ey Nîhat!



25.08.2020 09:35 | mihemed zîzo

dengdanên dawîn (yên din..)
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
belki ev jî bala te bikişînin
» nihat doğan
» doğan güzel

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî