Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    22 mijar û 34 peyam
    şerê tarxan - tirşik
    şerê tarxan
    (4) (0) ecêb (0) (4)
    di mijarê de bigere

    1. navê serpêhatî û kilama wê ya ku dengbêj huseyno jî û delîl dîlanar jî distirên.. ez ne şaş bim ev kilam di dema serhildana agiriyê de derdikeve û tê striandin.. piştî ku serhildan sist û lawaz dibe, şervanên kurd roj bi roj kêm dibin û qût û erzaq ber bi xilasiyê ve diçe û hesara li dora şervanên kurd her ku diçe tengtir dibe serok û serkêşên serhildanê biryar distînin ku hawara xwe bigihînin sovyêtan û derbasî sînorê ykss-yê (bnr: yekîtiya komarên sovyet ên sosyalîst) bibin.. dewleta tirk ya xwînxwar û xêrnexwaz berî tevgera serhildana agiriyê diçe bi ykss-ê re peymanê datîne da ku leşkerên sovyêtê jî ligel şervanên kurd şer bike.. tabî di nav van leşkerên sovyetê de leşkerên ecem û ermen û rûs hene.. axirê şervanên tevgera serhildana agiriyê ku teqrîben 600 şervan bûn li qarşiyê ava eresê li gundê ebbasgetê liqayî leşkerên sovyetê têne.. piştî şer û qirêneke dijwar şervanên kurd nikarin xwe li ber lehiya leşkerên sovyêtê yên qaşo enternasyonal bigirin û çarneçar xwe vedikişînin berev quntara çiyayê gilîdaxê dîsan..



    ji dengê dengbêj huseyno û delîl dîlanar deşîfrasyona kilamê ku keda destê min e:



    de lo lo loooo..

    lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo..

    lo lo.. ax lo lo lo lo.. lo lo lo lo lo.. lo tu kela mêran î..

    lê lê dayê.. lê dayê rebenê de rabe binêre

    ev şerê hanê şerê tarxan e

    keko tu rabe mêze bike..

    ev dewa hanê dewa tarxan e

    tarxan bi sê dengan dike gazî

    ehmed bira tu rabe îro..

    bi sê dengan li şahê ecem bike biqêrîne

    tu bêje lawo xwedê dizane..

    qetla te li ba min mînanî qetla du mirîşkan e

    çi bikim îro li pêşiya te koçî qeleniyê ye..

    koma celaliyan e

    lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo.. ê lo lo looo..

    ax lo lo lo o lo lo.. lo tu kela mêran î



    lê lê dayê

    lê dayê rebenê rabe îro binêre

    sira qeleniyê bişewite ji bextê min re

    çi qas sirrekî sar e

    de keko tu rabe mêze bike

    sirra qeleniyê bişewite ji bextê min re

    sirrekî çi qas sar e

    taxima di destê bavê cemîlê kekê cezmo de orte zêrîn e mûmika serî kar û bar e

    de eskerê şahê ecem giran e

    duwanzdeh hezar e

    di ser milê me her du biran de hatî xwar e

    ez ditirsim eskerê şahê ecem

    eskerekî zor î zexm î giran e

    eskerê birayê te hindik e vê sibekê pê nikare

    de bira ya xwudê be em ê lêxin eskerê şahê ecem derbas bikin

    ji sînorê ebbasgetê qarşiyê li ava eres de li ber destê kekê cezmo de..

    lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo..



    têbinî: tarxan şêweyê pevekelijîna herdu peyvên tahir û xan e..

    têbinî 2: dixwazim bêjim ku heta niha di nav klîbên ku ji bo stran û kilamên kurdî hatin kişandin an ji fîlman hatine montajkirin de vîedeo-klîba herî resen û serkeftî li ber dilê min vîdeo-klîba ku ji bo vê kilamê hatiye montaj kirin e..



    fermo bi performanseka zindî ji dengê delîl dîlanar:










    fermo kilam û vîdeo-klîba ku min behsê kirî dîsa ji dengê delîl dîlanar:










    fermo ji dengê dengbêj huseyno ku ez ne şaş bim cara pêşîn wî ev kilam gotiye:










    2013.07.09-21:17 | endazer

    2. rebî yesir welatû esir ev çi stran çi dengê gidî,malavayo te ez kuştim.ji bo vê stranê tenê ji mabe divê meriv taceke zêrin dayne ser serê delilê bira..can bira can.



    2013.08.25-14:57 | tivirloismail

    3. (bnr:








    )



    2013.08.25-15:44 | terkexem

    4. Wekî Şerê tahir xan jî tê zanîn



    Deng û qîrînekî ça ne, delîl dîlanar canê meriv qul dike, dikeve di nav a rihê meriv



    2014.11.12-17:55 | mîr

    5. seyîdxanê boyaxçî jî xweş dibêje;










    rênas mîran tomara dengî paqij kiriye û mûzîk lê zêde kiriye, tişteke xweş jê derketiye..



    2015.07.06-23:32 | endazer

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    yunus dişkaya [1]
    hunermendê ku ji xwe re dibêje ''hunermendê malê''. ji bo we rojartaj...
    çanî [1]
    ...
    peyvên hevpar yên di navbera zimanê kurdî û îngîlîzî de [4]
    zimanê kurdî di nav zimanên îranî an aryanî de tê dîtin û qebûlkirin û...
    sağlık-sen [1]
    sendîqaya alîgirên hikumetê ye ya di warê tendûristîyê de. alternatîf...
    zewaca kurd û tirkan [1]
    Armanca kurdên dixwazin ji nav pergala heyî de asteke xweş ji bona xwe...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » şereqe

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn dirok
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî