Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 80 peyam
ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de - tirşik
ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. arif zêrevan zemanek berÊ ew li ser malpera nefel xweş salix dayibÛ.
Here lînkê



23.04.2014 16:21 ~2016.12.15 09:20 | cinorek

2. ne hewceyî xwendina maqaletê ye, heta hÛn bi ya min bikin di barê mijarên zimanzaniyê de cihê ku we navê arif zêravan dît an bihîst, nesekinin jê birevin..



tekane argûmanta zêravanî ya di vê barê de ev e; em li gundê xwe bi vî awayî bi kar tînin û demekî mîr celadet alî bedirxan jî bi vî awayî bi kar anîbû, guh nedinê Û pê nexapin..



kû; dema mirov pirsa der û cih û mekanekî dike, bi kar tîne.. wek;

- tu ji kÛ yî?

- tu bi kû ve bûyî?

- tu li kû bûyî?

- tu ji kû ve têyî?

- tu çûbûyî kû?



ko; rengdêrek e, ji bo tiştên ne tûj û birra tê gotin.. wek; kêra ko, şûrê ko

ku; gihanekek e, qest û mebestan li hev hasil dike.. wek;

- filankes yekî ew qasî merd bû ku dikarî kîrê di xwe de derxe û têxê di qÛna te de.. *



23.04.2014 16:48 | endazer

3. Ji Gundikê melî yê şirnexê ye(mixabin).ŞirnexÎ bi xwe jî jê fêm nakin qesta çi dike Û çi dinivîse.

Yek jê bêsiûdiya kurdÎ ye ku Arif Zirnevan li ser serê me bÛye zimanzan.

Çend malperên dûvrêziya wî dikin ev in.

Nefel.com, kurdigeh.com, mediakurd.com



(bnr: rîtina bi kurdî ve)



23.04.2014 18:16 | cekdar

4. (bnr: zimannezan)

Tu ferq di navbera wan de tune ye. ez nizanim van tiştan ji ku derdixin. Êdî van ramanên wan wekî kêra ku ko bûye dihesibînim. bi kêrî tu guyî nayên. "Ku"ya gihanek ne di axaftinê de ne jî di cihekî din de nabe "go". Belê yên ku dibêjin "go" jî hene ku ew jî lazên kurdan e.



23.04.2014 20:12 | ceso

5. helbet di navbera wan de ferqekê heye û tiştekî ku ez lê zêde bikim nemaye xwudêjêrazî endazer xweş îzah kiriye



11.04.2015 12:14 | ferhenga şikestî

6. dema mirov dibêje "ku" û dibêje "kû" jî heman deng dertê lew bo çi tiştan mezin û zortir dikin.



11.04.2015 12:57 | kurê bavê xwe

7. Arif zerevan porên xwe li ser vê werandiye niha serê wî rût e dibiriqê ji ber vê yekê



11.04.2015 13:04 | bijêrvan

dengdanên dawîn (yên din..)
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
belki ev jî bala te bikişînin
» ferqa zinar û tehtan

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî