1. yaresanî anjî bi̇ farsî ehlê heq.navê oleka kurdan a kevin e li rojhilata navîn. |
|
24.04.2014 00:42 |
hemokrates
|
2. (bnr: ehlê heq) |
|
24.04.2014 01:10 |
endazer
|
3. yaresanî bi xwe ji ola xwe re dibêjin yarî ji devê yekî bi navê rizgar behadur ku bi xwe jî kurdekê yaresanî ye, ola yarî; Yarî ola me ye û oleke Kurdî ye, li ba me nimêja bislmana nîne û em weke Êzdiya 3 rojan bi rojî ne û baweriya me bi felsefeya dûnadûn heye ku dibêje jiyana mirov hezar car dubare dibe. Em li cemxane bi awaza tembûrê sirûdên olî disitrin û nezr û niyazê xwe dikin. Pirtûkên me yên pîroz jî hemû bi Kurdî ne û weke helbest hatine gotin. Dîroka wêje an edebiyata Kurdî jî bi pitûk û helbestên ola Yarî dest pê dike. Berî pitir ji hezar sal me zimanê Kurdî weke zimanê olî diyar kir û zimanê Kurdî jî hate parastin. |
|
19.05.2015 22:27 |
endazer
|
4. li gor pirtûka yaresaniyan a bi navê serencam şerê qiyametê (armageddon) li stenbolê, di navbera kurd û tirkan de biqewime; di taliyê de kurd biserkevin û rûyê cîhanê bibe bihûşt. |
|
06.02.2017 20:12 |
tizbîkêş
|
5. |
|
08.02.2017 11:59 |
nazim tolhildan
|
6. baweriya wan a reenkarnasyonê gelek balkêş e. Weka dûnadûn bi nav dikin û di şûna têgeha mirinê de, kirasguhertinê diemilînin. Her zindî dikare jiyaneke din de bibe giya, heywan yan jî însan. Û ji ber vê baweriyê jin jî mêr jî di heman astê de ne çumkî giring nîne kesek îro jin e yan mêr e, dibe ku jinek do mêr bûye, mêrek jî jin; sibêro jixwe ne diyar e. |
|
06.11.2020 18:45 ~20:20 |
tizbîkêş
|
7. (bnr: ustad Îlahî) |
|
07.11.2020 10:34 |
cinorek
|
rexşê belek [1] |
|
pelûl [1] |
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |