Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
yaresanî - tirşik
yaresanî
(3) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. yaresanî anjî bi̇ farsî ehlê heq.navê oleka kurdan a kevin e li rojhilata navîn.



24.04.2014 00:42 | hemokrates

2. (bnr: ehlê heq)

(bnr: kakeyî)

(bnr: felakeddîn kakeyî)



24.04.2014 01:10 | endazer

3. yaresanî bi xwe ji ola xwe re dibêjin yarî ji devê yekî bi navê rizgar behadur ku bi xwe jî kurdekê yaresanî ye, ola yarî; Yarî ola me ye û oleke Kurdî ye, li ba me nimêja bislmana nîne û em weke Êzdiya 3 rojan bi rojî ne û baweriya me bi felsefeya dûnadûn heye ku dibêje jiyana mirov hezar car dubare dibe. Em li cemxane bi awaza tembûrê sirûdên olî disitrin û nezr û niyazê xwe dikin. Pirtûkên me yên pîroz jî hemû bi Kurdî ne û weke helbest hatine gotin. Dîroka wêje an edebiyata Kurdî jî bi pitûk û helbestên ola Yarî dest pê dike. Berî pitir ji hezar sal me zimanê Kurdî weke zimanê olî diyar kir û zimanê Kurdî jî hate parastin.



19.05.2015 22:27 | endazer

4. li gor pirtûka yaresaniyan a bi navê serencam şerê qiyametê (armageddon) li stenbolê, di navbera kurd û tirkan de biqewime; di taliyê de kurd biserkevin û rûyê cîhanê bibe bihûşt.

nîşe: seyîd rizayî wek pîrekî ji pîrên xwe dihesibînin.



06.02.2017 20:12 | tizbîkêş

5.



08.02.2017 11:59 | nazim tolhildan

6. baweriya wan a reenkarnasyonê gelek balkêş e. Weka dûnadûn bi nav dikin û di şûna têgeha mirinê de, kirasguhertinê diemilînin. Her zindî dikare jiyaneke din de bibe giya, heywan yan jî însan. Û ji ber vê baweriyê jin jî mêr jî di heman astê de ne çumkî giring nîne kesek îro jin e yan mêr e, dibe ku jinek do mêr bûye, mêrek jî jin; sibêro jixwe ne diyar e.

Ya herî xweş jî Sîmûrg di kirasa Xatûn dayrak de bûye jinek. Xatûn dayrak yek ji heft kesan e ku pîroz û xwedayî ne. Mîna hezret Meryema dînên Îbrahîmî, ducanî dibe û sultan sehak bêbav tê dinê.



06.11.2020 18:45 ~20:20 | tizbîkêş

7. (bnr: ustad Îlahî)



07.11.2020 10:34 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» yaresanî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi dirok oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî