Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 50 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; wîkîferheng
peyamên çepikkirî

9598. Wîkîferheng, nênikeka(eynika) bo nîşandana îmkan û firsendên ku înternet pêşkêşî Kurdan dike ye, bes ku meriv li wê binihêre û bibîne. Înternetê pirr firsend derxistine pêş Kurdan, pirr îmkan berpêyên wan kirine. Hinek ji wan berba dibin, bi ro de diherin, lê hinek jî mîna Wîkîferhengê heta ku bibe tên bi kar anîn.

Belê, wîkîferheng niha ji kesên ku li ser înternetê ferhengan digere re, çi kesî ku hîn nû bi Kurdî hîn dibe, çi kesî ku şareza û pisporê zimanê Kurdî û zimanan re çavkaniyeka têrtijî ye. di wê de ji herkesî zêdetir ked û emega Husein muhammed, ango ferhengvan, heye. wî heta 50.000 gotaran hema bêje bi tenê kar kir, lê ji dû wê re bi xêra çend kesên din û "bot"an ve ew gav bi gav nêzika 300.000 gotaran dibe. niha gotarên bi kurdî, tirkî rêjeya herî mezin in. ji dû wan re almanî û înglîzî ya her yekên wan nêzî 13.000 gotaran tên. Bi farisî ser 6.000 re gotar hene.



lê dîsa jî bo farisî, erebî, frensî kêmasiyên mezin hene û ew kêmasiyan li bendiya xêrxwaz û kurdîhezan in.



05.06.2013 14:07 | simurg56

12542. Gelkî bikêrhatî,biserketî ,tamdar,lezîz û hwd. Jê çêtir hebe ji min re jî bibêjin heyran.



06.06.2013 16:00 | endazer

20006. çend rojan berê hejmera peyvan ji 300.000 gotaran borî û niha ew di nav hemû wîkî yan de 14'am e. jixwe beşa Kurdî û tirkî di wareka gelek dewlemend û hêja de ne. lê, li hindê wan, niha îngÎlîzî bi 21 hezar gotaran, almanî bi nêzî 16 hezaran, farisî bi ji 8000 hezar gotaran zêdetir ve gihîştin qonaxeka hêja û giranbiha. li ser xêrê be

(bnr: wqferheng)



05.06.2013 14:07 | simurg56

44931. hejmarên gotaran niha li devdevî 350.000'an e û di nav hemû wiki-ferheng'an de 16'emîn e.

http://fethironi.blogspot.com.tr/2014/07/wikiferheng-li-devdevinezi-350000.html



05.06.2013 14:07 | simurg56

71361. Ferhengek pir girîng e. û pir xweş e. Lê hewceye ko bê bipêşxistin. Niha 30 bikarhênerên çalak hene. Û 444.038 peyv tê de hene.



27.10.2013 02:58 | zero