1. ferhenga kurdî-kurdî û xezîneya peyvan. rola wê di xwe-standardkirina zimên gelekî girîng e. |
|
10.07.2013 10:28 |
gimgim
|
2. tê de keda mezin heye. ji bo her kesê ku tê de keda wan heye, spas dikim. |
|
10.07.2013 12:39 |
simurg56
|
3. Wekê propagandîsta Vatîkanê dixebite û derewên wî dewletê belav dike. êdî armanca vê ferhengê ya qirêj ji bo xwendevanên hişyar zelal e: |
|
16.07.2013 01:53 |
sîsîfos
|
4. ferhenga ku bîst metre tunebe jî ferhengek bi qasê ferhengan tê heye.. *) |
|
16.07.2013 02:27 |
endazer
|
5. ferhenga ku hewleke mezin dide ku îsbat bike 'kokên peyvên kurdî ji zimanên din ketine kurdî' |
|
16.07.2013 12:16 |
kardoxî
|
6. Wîkîferheng, nênikeka(eynika) bo nîşandana îmkan û firsendên ku înternet pêşkêşî Kurdan dike ye, bes ku meriv li wê binihêre û bibîne. Înternetê pirr firsend derxistine pêş Kurdan, pirr îmkan berpêyên wan kirine. Hinek ji wan berba dibin, bi ro de diherin, lê hinek jî mîna Wîkîferhengê heta ku bibe tên bi kar anîn. |
|
11.09.2013 00:13 |
fethî ronî
|
7. Ferhenga ku mirov dil dike tirşikhez jî beşdar bin. FERHENGA HERKESÎ. |
|
12.10.2013 23:09 |
serhednişîn
|
8. ferhengeke ji tirşikê gelekî giringtir û bikêrtir e, lê mixabin kurd ji tiştên vala hez dikin û tiştên bi fêd ji wan re ne derd û kul in. |
|
14.12.2013 22:15 |
dijber
|
9. ji bo standartkirina kurdî rolek pir mezin dilîze |
|
15.12.2013 00:00 |
bavêhegel
|
10. çend rojan berê hejmera peyvan ji 300.000 gotaran borî û niha ew di nav hemû wîkî yan de 14'am e. jixwe beşa Kurdî û tirkî di wareka gelek dewlemend û hêja de ne. lê, li hindê wan, niha îngÎlîzî bi 21 hezar gotaran, almanî bi nêzî 16 hezaran, farisî bi ji 8000 hezar gotaran zêdetir ve gihîştin qonaxeka hêja û giranbiha. li ser xêrê be |
|
16.12.2013 22:39 |
fethî ronî
|
11. Bi taybetî xebateke mezin ya Husein muhammed tê de heye |
|
20.02.2014 12:16 |
tolazek
|
12. ferhenga ku dema dialiqe û dixitime û nikare bi pirsin û lêgerîninên xelkê ve bibeze hawara xwe digihîne turkcekurtcesozluk.com-ê.. û xwudê bihêle turkcekurtcesozluk.com jî tişta zane jê texsîr nake.. |
|
20.02.2014 15:47 |
endazer
|
13. hejmarên gotaran niha li devdevî 350.000'an e û di nav hemû wiki-ferheng'an de 16'emîn e. |
|
12.07.2014 00:16 |
fethî ronî
|
14. Gelekî zengîn û rengîn e... hewce nake ku ferhengek dinê binêrim. |
|
19.12.2014 23:08 |
mîr
|
15. ferhenga herî bibingeh û tije ye. tenê kêmasiyek wê heye nêr û mê bûna peyva nanivîse. wê jî binivîsin wê bibe taca serê kurdî. |
|
20.12.2014 12:09 |
berxweda
|
16. Ferhenga kurdî ya herî mezin û berfireh e. Hem rayê peyvê hem awayên wê yên devokî hem bi zimanên dide ber hev. Ev çavkaniyeke mezin e ji bo kurdî. Û heta ne tenê kurdî-kurdî, kurdî-ingilîzî, kurdî-tirkî, kurdî-erebî, kurdî-farisî, kurdî-elmanî ye. Rayên/kokên peyva dide ev ne ji bo ku bêje ev peyv ji zimanê din ketiye kurdî ev nîşan dide ku ka çawa malbatên zimanan çêbûne, ev ziman çawa bi hev ve girêdayî ne, zimanên aryayî ji yek rayê/kokê ne, kurdî jî di vê de roleke mezin dilîze, ango kurdî jî yek ji zimanên bingehîn ên rojhilat e, koma zimanên arya ye. |
|
20.12.2014 12:58 |
xendekî
|
17. Ferhenga ku li gor îstatîskên îro ferq avêtiye ferhenga tirkî ya wikipediayê: |
|
20.12.2014 13:09 |
xendekî
|
18. Ji bo androîdê bernameya wê ji aliyê fatîh aydin ve hatiye çêkirin hûn dikarin ji vir daxînin; |
|
20.12.2014 14:06 |
xendekî
|
19. Ferhenga ku ez nizanim bê çawa bi kar bînim. |
|
25.12.2014 14:25 |
gulan
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |