Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


28 mijar û 46 peyam
wîkîferheng - tirşik
wîkîferheng
(17) (3) (3)
di mijarê de bigere

20. ferhengeke zêde serkeftî ye. çima dibêjim zêde? lewra ev serkeftîbûn nayê texmîn kirin. li jor simurg56 jî gotiye hejmara mijaran çenikek maye bigihêje hejmara mijarên di ferhenga wikipediayê ya tirkî..

bikaranîna wê ne ewqasî zehmet e tenê li aliyê rast-jorê cihê lêgerînê heye û mere li wê derê peyva ku mere lê digere, dinivîse û ew peyv derdikeve pêşiya me. ger tune be dibêje tune ye ger peyveke ku hemwateya peyva ku em lê digerin hebe, dibeje li wê peyvê binere û hew..



25.12.2014 14:49 | mergehez

21. ferhenga ku hejmara rûpelên wê ji ya tirkî buhriye, lê divê hin rûpel baş bên çêkirin.



26.12.2014 01:41 | dijber


23. yek ji serkeftinên herî mezin yê kurdan e. dest û tiliyên kesên ked dane, sax bin.



19.02.2015 19:51 | simurg56

24. li gorî îtîrafa fethî ronî, (bnr îtîrafên tirşikvanan/60149), heye ku beşek girîng jê, ji ferhenga tirşikê hatibe guhestin.



03.03.2015 20:16 | simurg56

25. Ferhengek pir girîng e. û pir xweş e. Lê hewceye ko bê bipêşxistin. Niha 30 bikarhênerên çalak hene. Û 444.038 peyv tê de hene.



04.07.2015 01:28 | bikarhêner

26. sepana wê ya telefonê jî heye ez bi kar tînim. gelek jêhatî ye. navê sepanê WQFerheng



04.07.2015 13:21 | hêja hûner

27. ferhengeka ne xerabe lêgerîna wî ecêbe carna tîpê ecêb dertên yên wiha ¿ ? ji tunebûnê çêtire.



04.07.2015 22:08 | shorbevan

28. tew min nizanîbû tişkî wisa heye yaw, ha ha ha, welleh niha 3 mehên din zimanê min dê bibe qerrase.



05.07.2015 00:20 | hola êzîda

29. Destê ferhengvanan sax be.



Here lînkê





Di malperê de wisa nivîsandine :



Ev demek e çend zimanhezên kurd li ser ferhengek kurdî-kurdî-biyanî ya elektronîkî dixebitin. Niha hejmara rûpelên wê ji 453.965î derbas bûye. Ev ferheng, ku bi navê Wîkîferheng têt nasîn, projeyek navneteweyî û bi hemû zimanên dinyayê ye. Di ferhenga kurdî de her peyva kurdî bi kurdî têt ravekirin. Herwiha etîmolojî û peyvên têkildar û yên ji wê peyvê hatine çêkirin jî di heman pê re tên diyarkirin. Gelek ji rûpelên ferhengê bi wêne û nimûneyan hatine xemilandin daku têgihiştin hêsantir be.



Li dawiyê jî wergera peyva kurdî bi gelek zimanan têt dan.



Ferheng bi kurmancî ye lê tê de peyvên bi zaravayên din jî yên kurdî cih digirin. Alfabeya serekî ya ferhengê kurdiya latînî ye lê kurdiya bi alfabeya aramî anku erebî jî cih digire.



Tiştê herî balkêş ya vê ferhengê ew e ku xwendevan bi xwe dikarin peyvan lê zêde bikin. Lê birêveberên malperê nahêlin ku tiştên bêwate tê de cih bigirin, loma ferheng pak û bijûn dimîne.



Her roj bi dehan rûpelên nû li ferhengê zêde dibin.



29.03.2016 13:35 ~13:42 | gumgumok

30. malpera beşa wê ya kurdî gellekî çalak e. 500 hezar peyvî derbas kirine û ketine nav 10 zimanê mezin *

Here lînkê



18.10.2016 22:53 | berxweda

31. Kêmasiyekî wê ev e, gava meriv peyvekî lê digere, peyvên eynî mane de ne tê li ber meriv, heger tu temamê wan peyvan bitikînî dibînî ku hinekî wan vala ne. Yanî peyvên hemû bi hev re çeperast ne hatiye girêdan, texmîna min ji bo pisporên sepana kombersan ne tiştekî zor e, gere were sererastkirin.

Mînak: ez peyvê "colang"ê lê digerim nayê pêşiya min, ez maneya vê peyvê ji nivîsarê texmîn dikim dibêjim qey ev "beşik" (dergûş) e ev çax wekî "beşik" lê digerim colang jî tê pêşiya min.



04.06.2017 09:23 | mîr

32. Ferhenga ku bi zêdetirî 590.000 mijar tê de heye û nav wiktionary'an de -êdî- rêzê 12ê de ye. Di nava ê 11emîn (bnr: swêdî) û wîkîferhengê kêmzêde 2.500 mijar hene.
Çavkanî:
Here lînkê



22.08.2017 01:54 ~02:11 | cûndûllah el-kurdî

33. ferhenga ku rûyê wê de, bi taybetî di dema wergeran de dema min pir diçe û dixwazim her peyveke nû lê zêde bikim. mezintirîn projeya ferhengî ya kurmancî ye. baştirîn ferheng e. divê her tirşikvan rojê qe nebe çend caran here ziyareta wê.



25.08.2017 10:42 | serhednişîn

34. Ferhenga ku ez hero hero îllaqim serî kî du serîyan didimê..
min ra zev feydeya wê çêbû heta niha..
lê hinek peyvên herêmkî tê da tinene..ewqas jî normal e idî..



25.08.2017 20:34 | bûtîmar

35. niha hejmara rûpelan gîhîştîye 593.596'an. 6404 rûpel mane ku bîgejen 600 hezaran. ku her kê ferhenge re alîkarî kiriye xweda li wan razî be.

min gellek tişt li ve ferhenge hîn kirin, dixwazîm ku her kurmanc ji le hin bibe.



16.09.2017 21:21 | daspır

36. ew ferhenge ku gelek tişten xweş te da hene. lazim ku her kurmanc le hin bibe. bî taybet ji kurmance kurdîstane bakure. ji ber ku kes tu kurmanciye rast nizane, ez ji tev wanim.

dema niha şeş hezar rûpel mane ku yekûn bigeje 600 hezaran. xweda qudret bîde kurda.



16.09.2017 21:29 | daspır

37. ferhengeke pir bikêrhatî ye. tê de tewanga lêkeran, zayenda bêjeyan, gotinên bêjeyan li gor herêman, etîmolojiya bêjeyan heye. gerguhêzî yan jî negerguhêziya bêjeyan jî nîşan dide. niha 818.102 gotar tê de heye.



29.07.2020 17:33 | keyomerd

38. Ferhengeke serkeftî ye lê sepana ferhengê de kêmasî hene. Herçiqas di sepanê de kêmasî hebin jî li ser înternetê WîkîFerheng têr û tijî ye, têra me dike.Bi sedan xebatkarên bênav dixevitin. Ew her hebin ku bi saya wan zimanê me li qada înternetê de bi pêş ve çû û diçe. Her pêş ve biçe.



29.07.2020 21:53 | bargiranewe aeth.

dengdanên dawîn (yên din..)
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
belki ev jî bala te bikişînin
» wîkîferhenga soranî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi malper ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî