Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 20 peyam
rojhan beken - tirşik
rojhan beken
(2) (0) (4)
di mijarê de bigere

1. mûzîkjeneke kurd e ku rock mûzîkê çêdike.

navê wî rastîn ez bawer im rojhan alaaddin beken e.

eseh ne rockvanê yekemîn yê kurd e. berî wî rockurd, koma rewşen, koma welat (kerem gedenzerî) û hwd. hebûn.



beken, sala 1974dan de li mêrdînê hatiye dinyayê. li serêkaniyê mezin bûye. li zanîngeha trakyayê fakûlteya perwerdeyê dixwîne. mamosteyê zimanê tirkî ye.

piştî bala xwe da mûzîkê, bi salên dirêj gel haluk levent xebitî. mûzîk û gotinên hinek stranên haluk levent aidê rojhan beken in. weke mînak gotinên strana haluk levent ya mülteci aîdê beken e.

min bihîstibû ku haluk levent jê re gotiye ku çima zimanê xwe de nastire û li ser vê yekê beken hînî kurdî dibe û albûma xwe ya yeke "lawo - 2004" derdixe.

jixwe dema mirov li stranên wî guhdar dike, tê derdixe ku wî zimanê kurdî bi dû re hîn bûye.

navê albûma wî ya dûyemîn jî "evîna azadî - 2006" ye.



stranên rojhan beken de mirov gellllek baş tesîra haluk levent dibîne. min ji hevalê xwe yê tirk re da guhdar kirin û jê pirsî "tarza wî dişibe kê?" gotin: "bêguman haluk levent"



bi qasê min jê fêhm kiriye, beken, gelek popûlîst e. heçko rock mûzîka kurdî bi wî destpê kiribe diaxive. xwedî egoyek bilind e.

ji ber wê jî derdora rêxistinê jê hez nekir, ya rastî gel bixwe zêde jê hez nekir û lê xwedî derneket. ji ber ku gelê kurd, xelkek ku berxwedana hebûn-nebûnê dide, pêwist e hûnermendên vî gelî takekesî nefikirin. ez bawer im, ji ber ku rojhan nav gelê xwe de, nav têkoşînê de mezin nebûye, vê rastiyê nizane.



aha ji ber van tiştan dev ji mûzîka kurdî berda. belkî pêşerojê de dîsa vegere lê aniah romaneke bi tirkîd dinivîse: (bnr: serçe katili)

pêvajoya nivîsîna pirtûka wî dikare ji vir were şoğandin: http://serce-katili.tr.gg



10.07.2013 10:28 | simurg56

2. demekî li ser mmc-ya di rêveberiya rotîndayî de ji ber ku klîba wî bi hêncet û mahneya mûstehceniyê nehatibû weşandin li ser hesabê xwe yê facebookê çend nameyên têr gilî û lome belav kiribûn.. ez meseleyê tam nizanim lê bi qasê ku ez tê derdixim û texmîn dikim rotînda ji camêr re gotiye evîna beşerî tişteki baş e lê heta ku em ji önderlik bi heqî hez nekin û ji bo serokatiyê nehelin û serok bilind û mezin nekin em nikarin ji mirovên rêzê jî hez bikin û behsa wan bikin.. *

(bnr: stranên ji bo öcalan hatine çêkirin)



10.07.2013 11:51 | endazer

3. mislimanê anarşîst.



li gorî gotina wî meha remezanê diçe ba mmc (rotînda) ji bo weşandina kliba strana şikrîyayê. rotînda ça yê dixwaze. ew dibêje ez rojî me. rotînda henekê xwe pê dike. yek ji wî yek ji rotînda her du ji hev aciz dibin. rotînda ber ku rêvebire mmc bu astengî ji rojhan re derxist. rojhan ji wa sala nû nezikî misilmanîyê bû yi bû. piştî kiliba wî ne hatî weşandin ew î ji got ez ê dest ji muzîkê berdim. herî dawî li amedê wî û agirê jiyan gelêk konser da ji bo xatir xwastinê.



hevalek gelek zû aciz dibe. zû sil ji dibe. her tiştî ji xwe re dike xem. zewicîye. di kiliba 'bigrî diyarbekir' de kurê wî dileyize. niha mamostetîyê dike.



wextê min stranên wî bihistî ez pazde-şazde salî bûm. ji berku rock digot min jê pir hez kiri bû. her şev min ereba bavê xwe ji mal direvand. kaseta wî di danî ser teybê deng dikir dumahî û li kolanên cizîrê digeriyam. bi gurme gurme aporlorê min dixwast bêjim va kurdê rock bêj heye.



berê li ser facebookê aktîf bû niha ji wir jî sil bûye.



10.06.2014 13:11 | ciwanpiroz

4. (bnr: aparlor)

rockvanê kevin e. ger gotinên li jor yên derbarê wî û rotînda de rast bin, îhtîmalek mezin rotînda neheqiyê kiriye.

mirov divê heneqan bêwijdan li mirovên rojî neke. berfirehiya bûyerê nizanim, lê dizanim ku dema mirov rojî be û ehmeqeke were û bêje rojîgirtina te beredayî ye an jî baweriya te pûç e fîlan; mirov dixwaze hema tişta herî hişk ya li derdorê li ser wî/wê bixe. belkî meseleya wan jî ev be.



10.06.2014 17:47 | simurg56

5. stranbêjê ku vaye çend sal in deng jê nayê. herî dawn min bihîstibû ku dev ji mûzîkê berdide û dest bi nivîsandina romanekê dike. lê paşê deng jê derneket.
min agahiyek di derbarê rewşa wî de peyda nekir.



20.11.2017 22:54 | simurg56

6. dema zarok bûm di mmc'yê de stranên wî dihatin weşandin. wek şirîna min, te ji min heznekir, jana dilê min...stranbêjekî deng xweş û serkeftî bû lê paşê çi bû, çi qewimî nizanim wenda bû û hew hate xûya. vê rojê pê hayil bûm ku bi tevahî dev ji mûzîkê berdaye û bûye nivîskarekî wêjeya tirkî a zarokan. bi navê alaaddîn beken, hevpeyvînek bi rojnameyekê re çêkiriye. xwezî li rastê wê hevpeyvîna wî ya kambax nehatama *

ji bo hevpeyvînê:
Here lînkê
qeydeke ji konserteke wî:
Here lînkê



07.01.2020 21:53 ~21:54 | xeyda

7. bi qasê ji hevpeyvîna li jor tê fêhmkirin, ji kurdbûnê îstîfa kiriye.
ji ber ku di hevpeyvînê de, navê rojhan ji nav navê xwe derxistiye û qet behsê nekiriye ku albûmên wî kurdî bûn an jî qet navê albûmên xwe jî negotiye. di hevpeyvînê de tenê li cihekê navê agirê jîyan derbas dibe û hew.
hemû stîla xwe jî guhertîye, ew rockerê ku di bergên albûmên xwe de hewl dida ku xwe wek yekî hişk nîşan bide çûye. vê carê xwe ewqas nermik kiriye û bi pisîka xwe pozekî wisa daye ku tê bê jî hestî lê nemaye.
di ser de jî di organîzasyonekî de marşa tirkan gotiye.

li gorî texmîna min, dilê wî ji kurdan maye û poşman bûye ku piştî wî emrî hînî kurdî bûye. niha ji bo zimanê tirkî dixebite. pirtûka wî jî têra xwe hatîye firotin.

di binê vê mijarê de behsa îdîaya şerê wî û rotînda hatibû kirin û ev yek wek sedema devjêberdana wî ya mûzîkê hatibû nîşandan. me derbarê de agahîyek dîtir jî peyda nekir paşê. di twîtta ku li jor hatiye parvekirin de jî vê carê wisa hatîye îdîakirin ku ewî klbek şandîye bo mmcyê lê ji ber ku tê de dayîkek davbigirî heye û ev yek wê gelê kurd lawaz nîşan bide, klîp nehatîye weşandin û wî jî falan fîlan biryaran standiye.

dîsa li jor di peyamekî din de behsa wê yekê tê kirin ku rotînda evîna beşerî rexne kiriye û pesna evîna bo serok daye fîlan... eger rast be, ev ji meseleya din jî hetîketîtir e. û dema min vê bihîst strana rotînda ya carna hat bîra min. wê stranê her tim bala min kişandiye ji ber ku tê de behsa evîna di navbera şervanan de tê kirin ku evînek platonîk an jî xef e û belkî homoseksûel e. (ji ber ku em ji gotinan fêhm dikin ku hezkirî mêr e.)



loma nabe ku rotînda rexneyek wisa kiribe, nexwe wê gelek komîk û absûrd be ji bo rotînda.

xuya ye dev ji nivîsandiye romana xwe jî berdaye. em çi bêjin, ji bo tirkan ser xêrê be. lê ger dewam bikira wê ji bo rocka kurdî baş bûya. albûma wî hê jî di pirtûkxaneya min de ye.



07.01.2020 22:44 ~22:44 | simurg56

8. Stranbêjê ku bi vê strana wî ya xweş min wî naskiriye
Xwezî ji dev rockê ne berda be :/




01.12.2020 19:19 | merwano

9. bawer dikim kurdiyê piştê tirkiyê hîn bûye.

gava dibêje "şêrîna min", hûn ê bibêjin qey kaxizekî re nivîsandine "şeyrina mın" , dane tirkekî û ew dibêje 'mın'.
i-ya kurdî û ı-ya tirkî ne heman tişt in.

hewayê wekî heva, welatê wek velat dixwîne.

bi kêm caran be jî ya wî vediguhere le.





08.07.2023 15:45 ~15:46 | heval.js

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» rojhan beken

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzik muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî