Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


47 mijar û 84 peyam
tezên fantastîk yên kurdî yên li ser etîmolojiyê - tirşik
tezên fantastîk yên kurdî yên li ser etîmolojiyê
(17) (1) (4)
di mijarê de bigere

1. peyva dûrbûnê bi eslê xwe kurdî ye.



dûr: cihê ne nêz

bîn: lêkera hatinê ya tewandî ye.



amûra ku dûr'ê tîne yanî nêz dike jî dûrbîn e. erê.



10.07.2013 12:18 | simurg56

2. tez û angaşta stêrbanûyê ya derheqê etîomolojiya navê qoserê de ye.. li gorî vê tezê qoserê navê xwe ji navê malbateka amerîkî ku demekî bi mêvandarî hatiye vî bajarî û çendekî li vî bajarî niştecih bûye standiye.. hê gelek tezên wihareng fantastîk hene lê niha nayên bîra min.. *



10.07.2013 12:22 | endazer

3. yê ku yek jê çiyayê efrîqayê klîmanjaro ye. gorî gotegotan zilameke bi navê jaro ku ji xizaniyê vî navî standî hebuye û dîsa ji xizaniyê ji kurdistanê çuye efrîqayê li çiyayê behs lê tê kirin şivantî kiriye. demeke dirêj şivantî kiriye û her tim bi dengê xwe yê xweş kilamên kurdî strandiye. dêmek ewqas xweş kiriye ku wextê miriye navê vî çiyayî kirine kilamê jaro û ev nav bi guherînan îro buye klîmanjaro. hê jî wextê mirov li stranên gelêrî yên vê herêmê dinêre bi dengên "lê" û "lo" tê.



10.07.2013 17:15 | azadixwaz

4. Dr. Frîtsch'ê iddîa dike ku Zimanê Kurdî , Tûranî ye * De icar weree vî kerî ji vê heriyê derbas bike.. !!



10.07.2013 23:08 | mamo

5. (bnr: kurd û serb yek kok in)



11.07.2013 14:11 | simurg56

6. îro min ji devê hevalê xwe yê malê ku bi xwe mamoste ye û diçe qursa zimanê kurdî tezek wihareng seh kir..

got hevalekî ji min re gotiye peyva mezûnê ji peyva mezinê ya kurdî hatiye çêkirin an darêjtin.. yanî camêrnin ji bo dilê xwe li tiştinan hênik bikin tu tiştî ji xwe texsîr nakin.. tenê bi texmîn û têderxistinên ji qûna xwe îdîayên etîmolojîk didin pêş û serê xelkê gêj dikin..

mezûn peyveke esl-erebî ye û ew jî ji koka edn-ê hatiye darêjtin herwiha ez ne şaş bim têkiliya koka vê peyvê bi zimanê aramî/siryanî/akadî re jî heye..



12.07.2013 03:47 | endazer

7. Perwerdehîya kemalist bandoreke wisa li ser me Kurdan hiştiye ku em çi peyv û navî dibînin em dikin Kurdî. Min veya niha gelek nav û peyv dîtin ku bi Kurdî re bê eleqe lê bi Kurdî ne. Mînak Edirne=êdî rûne û hvd...



12.07.2013 05:26 | rojan

8. tezên ku mirov nikare bêjeya çaprazê ya ku bi rastî jî di eslê xwe de bi kurdî ye û ji herdu peyvên çep û rastê pêk hatiye di bin banê vê mijarê de binirxîne..



13.07.2013 15:38 | endazer

9. tezên ku tirk jê gelek têr û tijî ne .

teoriya zimanê rojê * ; gorî ev teoriya tirkan ku teoriya herî fişarde ê dinyayê ye, hemû ziman ji tirkiyê derketiye.

sûlava niagarayê ; tirkên sûlava niagarayê dîtî gotine yaw ev çi yaygara ye*, û ev hêdî hêdî guheriye bûye niagara .

çemê amazonê ; tirkên çamê amazonê dîtine gotine yaw "amma uzun" e . paşê ev jî hêdî hêdî guheriye û bûye amazon .





13.07.2013 15:42 | brusk56

10. kesekî bi navê Dr. Frîtsch nîne, ew tirkeke navê mahlas, sexte bikaranîne mamoste Beşikçî ev derxistiye holê.



13.07.2013 15:47 | ferzan

11. mijara ku camêrnin bi hemdê xwe an bêhemdî û biîsrar di bin de tezên normal yên etîmolojîk yên ku hema bêje ji aliyê herkesekî ve hatiye qebûlkirin dinivîsin.. hevalno û hogirno û xweşikno cihê peyvên li jor ne ev der e.. (bnr: peyvên ku ji kurdî ketine tirkî) an (bnr: peyvên ku ji tirkî ketine kurdî)..



13.07.2013 16:25 | endazer

12. hin tezên bêbingeh derheqê etîmolojîyê de hatîne nivîsandin in. tezên wîsa însan ji mirovayetîyê sar dike.



14.07.2013 03:40 | berxêres

13. peyv: şemsiye yanî bi kurdî sîwan



teza fantastîk ew e ku ev peyv bi yekbûna peyvên "şem" û "sî" pêk hatiye.

bi qasê zanim peyva "şem" farisî de tê wateya "tav"ê.

sî, jixwe em zanîn, cihê ku tav lê tune ye.

ê jixwe şemsiya/sêwan cara ewil ji bo xweparastina ji tavê hatiye îcatkirin.

nexwe peyva şemsiya jî, di wateya tişta ku şem'ê dike sî de, ji van herdu peyvan hatiye dinyayê.



16.07.2013 22:31 | simurg56

14. (bnr: cinema) = (bnr: cî nema)

(bnr: malaga) = (bnr: mala ga)



06.10.2013 15:50 | saladin

15. mijara buyî cihê ji-ber-avetinê. ma qey ne hewceye hema ne xurt be jî pêwendiyek bi wateyê re hebe malnemîratno?



06.10.2013 19:20 | azadixwaz

16. ya ji hemiya safîloktir: gawa kurd hatine malazgirtê bêyî sher û hela dagîr kirin, lewma nav lê kirin "me-lez-girt"..



07.10.2013 22:36 | gordereş

17. tiştên ku kurdan li mirovahiyê zêde kirine/15306 pirsa mala ziya çiwa bû malezya? *



20.02.2014 21:11 | endazer


dengdanên dawîn (yên din..)
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
belki ev jî bala te bikişînin
» tezên fantastîk yên kurdî yên li ser etîmolojiyê
» yên bi remezanê tên
» kurdî bi hêsanî
» yên ji me çêtir
» sersal

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi anket ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî