Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 51 peyam
di vê navberê de - tirşik
di vê navberê de
(3) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. êmi min vê gotinê rasterast ji tirkî wergerandiye û wê bikar tînim. gelo hûn çi difikirin?



25.04.2014 14:51 | mergehez

2. belê ew yekser wergera ji tirkî ye. min jî demeka dirêj li piş kola ku tiştekî li şûna vê bikaranînê bibînim, lê ya nêziktira ku min dîtî "li hêla/aliyê din" e.



25.04.2014 22:45 | fethî ronî

3. wergera motamot ya "bu arada" ye û qe li zimanê kurdî naye û ti mana wê bi kurmancî nîne e. mixabin peyvên wilo îro zêde bûne.



14.12.2020 12:43 ~2021.08.09 15:35 | hueyn

4. hemû kurdînûs dibêjin vê navberê, ez jî ji bêçaretiyê bi kar tînim lê hîç ne dirust e. rasterast wergera tirkî ye. bi soranî dibêjin "şitêkî tirîş" û "legel eweşda", divê em ji vana yekê wergerînin kurmancî û bi kar bînin, bi min ev dirusttir e, an jî divê zimanzan lê hûr bibin û tiştekî bibînin. heman kêşe di peyva neyseyê de jî heye. heta em rasterast wê bi kar tînin, ez jî bi kar tînim lê ez çi bikim tiştekî din tune ye. ez jê pir aciz dibim. kesin dibêjin "çi be" lê ev jî rasterast werger e.



22.12.2020 17:22 | keyomerd

5. min di wîkîferhengê de ji bo wê peyvek dît: "û pa"
gelek kêfa min jê re hat û pir kin e loma jî kêrhatî ye *

bawer dikim li duhokê bi kar tê çimkî mînaka ku wîkîferhengê daye wisa ye: Ez dê bu te wê pirtûkê înm, û pa te zanî biraye Ahmedî yê mirî.

jê pê ve ez ê evê bi kar bînim xwedayo min pir jê hez kir dikarim her roj bibêjim û pa û pa û pa û pa û pa û pa *



23.12.2020 23:37 | keyomerd

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» vêsê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî