Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    36 mijar û 69 peyam
    zêwê - tirşik
    zêwê
    (0) (0) ecêb (0) (3)
    di mijarê de bigere

    1. wextê em zarok û li gund bîn me kevçiyê xwe dibir û em diçûn ser zêwê. malbatek gundî ji bo zarokên gund xwarin çêdikir û li serban sifre rast dikir. pişt re bang dikir me.

    lê naye bîra min ev xwarin ji bo çi bî û navê wê çima zêw bî,



    2014.04.27-11:27 | kevçiyê dil

    2. dibe ku ev xwarin nêzîkî an li ser goristana gundan, li gorî baweriyan gundiyan, bo xêra şêxan,ewliyan,an merivên pîroz ku berê mirine didin..mina seredayina ziyaretan e ku li gelek deran heye..



    2014.04.27-11:45 | havka

    3. - zêwê navê gundekî bi ser basaya navçeya şirnexê ve ye..ji ehlê vî gundî re dibêjin zêweyî, sala 92-93ê dewletê hema bêje hemû gundên li dora vî gundê ji gundiyan vala kirin û pê re jî kavil kirin lê ev gund hê jî ava ye, di nav gund de alayek eskerê tirk heye, hema bêje nîvê gundiyan qoricî ne, nexşeya siyasî ya gund çawa ye nizanim, lê zêweyiyên ku li cizîrê dimînin hemû alîgirên pkkê ne..

    toxm û toveke ecêb in, cirra wan nexweş e, mehd û mirûzê wan tirş û tehl e, her wextî li ser sedê ne, tu dbêjî qey hina.. neyse.. * lê têra xwe jêhatî ne, şixulker in, hej hevdu nakin lê pişta hevdu digirin.. ji xwe ez ne xelet bim hemû xizm û lêzimên hevdu ne..

    - ez bêm ser zêwa ku rengek ji rengên mîhrîcan û festîval û heta biçekî din wê ve dibim karnavalên qedîm ên kurdistanê ye, min bi xwe nedîtiye, lê min ji devê maliyan seh kiriye, dibêjin berê li gundan bi hatina biharê re, her malê xwarinên cur bi cur çêdikirin dibirin li seyrangehekî sifreyên dirêj rast dikirin û herkesî xwarinên ji malê anîn datanîn ser sifrê, pişt re gazî gundiyan dikirin kiçik-mezin jin-mêr herkesî radihişt kevçiyê xwe û diçû rûdinişt ser sifrê.. li cem hê jî dema behsa sifreyekî tam-teşekûl dikin, dibêjin zêw û ziyafetek welê rast kiribûn, te nedizanî tu wê kevçiyê xwe li çi bidî û çi nedî..



    2014.09.24-03:48 | endazer

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    melankolî [1]
    Peyva ki wateya wê zirava reş e. Yanî safraya reş. Berê hatîye bawerk...
    musculusflexorishallucislongi [1]
    ê ku di tirşikê de jî dinivîse *...
    li ser twitterê kurdên ku bi tirkî dinivîsin û gotinan diavêjin kurdînûsan [3]
    (bnr: zimanê kurdî pîroz e) (bnr: ji lêgerîne bawerkirin) ew kesên...
    li ser twitterê kurdên ku bi tirkî dinivîsin û gotinan diavêjin kurdînûsan [3]
    kurdên ku hejmara wan ne yek û ne do ye. piştî tvîta keçikekê ya bi n...
    serxwebûna mirîşkan [1]
    Li welatê me xerza,
    Dîkek hebû şareza.
    Rokê çû nav dîka,...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » zêwê

    Kategoriyên mijarê:: cand cihuwar zimanpeyv
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî