1. Nikolay Vasilyeviç Gogol, nivîskarê rus yê sedsala 19an e, ji bizava realistan e |
|
27.04.2014 12:54 |
kevçiyê dil
|
2. nivîskarên rûs dibêjin em hemî ji qapûtê wî derketin. mirov dişêt bêjit çîroka qapût xulaseyek wêjeya rûsî ya klasîk e. kawa nemir jî di nivîsek xweyî nayêt xwendin de bi vê referansê (bêyî ku referans diyar bike) dibêje em hemî ji qapûtê ereb şemo derkerin. ê bavê min qey tu nafikirî xelk dê bipirsin ka tu çawan ji qapûtê ereb şamîlovê bolşevîk derketî? ji alî naverok, şêwe, leheng û bîrdozî ve xizmahîyek heye navbeyna gogol û turgenyev, dostoyevskî, çernişevskî û yên din de. başe çi eleqeya te bi ereb şemo re heye? Hûn ne yên nifşek û dibistanekê ne, zemanek dirêj û erdnîgarîyek berfireh ketîye navbera ereb şemo û nivîskarên bakûr, hûn ne yên heman çînê ne, şêweyê wêjeyî jî ne yeke. dîrok ne çîroke, nayê çêkirin. |
|
21.05.2021 10:20 |
hespêsor
|
3. Nivîskarekî mezin e. Hemî nivîskarên rûsî yên modern bivênevê di bin bandora wî de mane û em di berhemên Dostoyevskî û Tolstoy de jî vê bandorê peyda dikin. Wek li jor jî hatiye gotin ji Pûşkîn, gogol heta Dostoyevskî, turgenyev, Tolstoy, gonçarov; têkiliyeke edebî, sosyal, çandî wesayre pirr zelal û beloq eşkere dibe. Lê hingê ti têkiliya şivanê kurmancan bi edebîyata modern a kurdî nîn e. Yanî nivîskarekî bi navê erebê Şemo nehatibûya dinyê jî di edebîyata me de ti guherînek dê nebûya. |
|
21.05.2021 12:08 ~12:13 |
ferhenga şikestî
|
tirşik agahdarî [1] |
|
tirşik v3.0 [1] |
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |