Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
yoda - tirşik
yoda
(10) (2) (9)
di mijarê de bigere

35. la helwela dîsa hat... neyse ez nebêjim..

jixwe em giş bêyom in, yekê/a normal qet rastî me nayê

edît: kuro min henek kir*



08.03.2015 20:27 ~2015.03.09 14:31 | ferhenga şikestî

36. êdî ez texmîn dikim ku yoda endazer bixwe ye û ji ber ku xwe deşîrfe neke hama peyvek jî be ji devê wî dernakeve, playîsta endazer berfireh bû.. we go çi? *



09.03.2015 23:16 | ferhenga şikestî

37. kes nizane kî ye çi ye. heta bawer nakim ku ew bixwe jî bizane.

lê "tiştek" ecêb e, bi rika xwe em têk birin û xwe li me da qebûlkirin. lê me jî wî guhert hinekî, êdî ewqas zêde li ser hev nanivîse.

qet nebe niha di bin kontrolê de ye *



09.03.2015 23:21 | simurg56

38. min bi rêya peyamên taybet xwe çirrand lê camêr bi tenê peyvekê nivîsand:(



09.03.2015 23:25 | ferhenga şikestî

39. xwediyê şêweyek taybeteke ku bi navê "yodakî" hate nas kirin. Wekî din di tirşikê de tu kes tuneye ku nav li şêweya wî/wê hatibe kirin *



09.03.2015 23:28 ~2015.03.10 00:44 | berxweda

40. Nivîskarê ku çawa ev qas bû popûler min fêm nekir.

Arkaaş em ew qas peyam dinivîsin lê popûlerîteya me ne bi qasê nîvê ya wî ye..



10.03.2015 00:39 | brusk56

41. nivîskarekî ecêb e min tu tişt ji felsefeya wî ya jiyanê fehm nekir hima ew e mûzîk û mûzîk ev çawa çêbû tu gêj jî nabî. ji min tirê ew me dixapîne û bixwe kurdî nizane lewma hatiye vê derê berê nave hev dide* û piştî wan mijarên ku vê paşiyê vekiriye ez temenî wî meraq dikim. Gelo çarde, pazde, şazde?



02.04.2015 15:30 | ceso

42. vê dawiyê dest bi nivîsandina çend hevokan jî kiriye.

bi vê gava xwe, îdîayên weke "yoda sîxûr e", "yoda bi kurdî nizane", "yoda asîmîlebûyîyek e", "yoda mehmet metîner e" fîlan hemûyan pûç derxist.



04.04.2015 09:39 | simurg56

43. di ser tirşikê de tofanek rabûye lê camêr di vê xirecirê de jî soundtrackên bijarte parve dike*)

xwedêjêrazî xweş keniyam*



05.04.2015 13:25 | ferhenga şikestî

44. nivîskarek wisa ye ku "bêguman ew me, ji cihê ku em wî nabînin, dibîne"

bnr: amélie/64041



05.04.2015 13:26 | simurg56

45. bi ya min nivîskara ku di tirşîkê de herî statîk ew e. bêguman. her bijî. lê divê hinekî ji bo xwendinê û nivîsînê bixebite. heta kengî wê bikaribe, soundtract parve bike, ji kokê rakir berda *



05.04.2015 14:16 | biruya hayao miyazaki

46. Pêşnîyarek î min heye bila navê xwe biguherîne soundtract ye xweştir be



05.04.2015 14:23 | quşxaneli

47. nivîskarê ku hêdî hêdî dest bi nivîsandinê jî kiriye, bi vê peyama xwe nîqaşên li ser cinorek safî kiriye, ez jî kena kuştime (bnr: cinorek/63907">cinorek/63907)



05.04.2015 14:33 | xendekî

48. hahahahahahahahahahahahahahahahaha*

bi şeref min bi çavên xwe dît bi kurdî nivîsekê nivîsiye ji vê saetê şûnde bimirim jî ne xem e..

te ez ji kêfan kuştim kuroo! mala te ava kurê te zava be, he bijî!!*



05.04.2015 23:32 ~2015.04.06 11:36 | ferhenga şikestî

49. heke di destê min de bûya min ê hezar car pêl li bişkoja çeppikê bikira lê biborîne camêr mafê min nîn e*

bi dengekî berz keniyam, niha ji kêfan dikarim heta serê sibehê di binê vê mijarê de binivîsim*



05.04.2015 23:34 | ferhenga şikestî

50. (bnr: bi xwedê yoda axivî)*

nivîskarê hingî muzîkan parvekiribû me hesret bû ku em peyamekî wî bibînin. belê ew roja pîroz û bimbarek îro ye û eger îzna xwe ya mafê telîfêkirinê bide ez ê vê peyama wî şerê navxweyî yê tirşikvanan/64152 bikim çarçove û li dîwarê xwe yê herî hêja daliqînim.



pênase: nivîskarekî nû yê tirşikê ye bi xêr û xweşî hatiye xwedê bike her berdewam be*



edit: ez ji bo ku tiştekî binivîsim ketibûm tirşikê lê ji kêfa nivîsa yoda min ji bîr kir ku ez ê çi binivîsim



05.04.2015 23:37 ~23:43 | ceso

51. bila kes heta deh rojan çeppik an reşşik an jî dengê ecêb nede peyamekê, bila deh roj layê dengdanên dawîn yê tirşikê bi entrya yodayî xemilandî be*



05.04.2015 23:37 | ferhenga şikestî

52. (bnr: 05.04.2015 axivîna yodayî)



05.04.2015 23:40 | mergehez

53. rekorekê perçiqandiye, entrya camêr di nava çend deqeyan de 7 car çeppik girtiye*



05.04.2015 23:58 | ferhenga şikestî

54. ez dikarim têkevim her mijarê lê dema pêl 05.04.2015 axivîna yodayî dikim, venabe. nivîsandina wê çawa trafîk pêkaniye, way lê lê, maşele *



06.04.2015 00:01 | biruya hayao miyazaki

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» yoda was here

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî