Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
rear window - tirşik

Kurtefîlmê cornell woolrich ê bi navê ''it had to be murder'', ji aliyê hosta derhêner alfred hitchcock ve li perda spî hatiye veguhastin û di dîroka sînemayê yek ji çêkirinên nepenî û rageşî yên herî...
(2 şîrove)
rear window
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Rear Window bi îmkanên pir kêm fîlmek pir kêrhatî çêkirin e. Belê Rear Window ne tenê fîlmek e di heman demê de lêkereke bizehmet e jî. Alfred Hitchcock bixwe rewşa kêmîmkaniyê pêk anîtiye û fîlmek wek cewhereke nedîtî kişandiye. Îcar hûnê bêjin qey Hitchcock dîn bû ku ew îmkanan bikar neanîtine. Belê Hitchcock dînekî beradayî bû lê çi dîn!! Dinekî ku dikare bes ji odeyekê fîlmek du saet bikişîne û mirov di bin bandorek mezin de bihêle. Hitchcock, yek ji derhênerên herî serkeftî û navdar, di sala 1954an de du fîlmên serfiraz dikişîne û ya din jî Dial M for Murder e. Mirov şaş û metal dimîne dema ku vê yekê dibihîze, dibêje ev çi behre ye, çi evînek mezin e. Lê piştî demekê mirov nema bi xwe re dibîne ku heyirî bimîne ji ber ku hejmara fîlmên wî yên serkeftî ewqas pir in kî.



Di fîlma Rear Window'ê em dikarin çend xalên girîng yên ku hertim em di jiyana xwe liqayî wan tên bibînin. Yek ji wan şika jiyanek bikêfxweşî ye. Di fîlmê de dilên lehengê me û modavanek spehî dikevin hev lê jiyana van herduyan gelek ji hev cuda ne. Legengê me jiyanek pir hêsan dibihurîne lê hezkiriya wî elimiye jiyanek ku di nav xweşî û dewlenmendiyê de ye. Lê em nikarin bibêjin hertişt negengaz in.. Ya duduyan meraqa mirov ya li ser şêniya derdora xwe ye. Hitchcock di fîlmê de xwestiye ku li ser vê çend peyaman bide me lê li gor min ev peyam riya xwe şaşkirine û ji armanca xwe dûrketine lew re dema em li fîlmê û bûyerên ku diqewimin dinêrin, em rasterast dibînin ku Hitchcock ji me re dibêje meraq bikin! Meraq bikin bê ka li odeya li hemberî balkona we çi dibe, tew nebû rahêlin dûrbînekê û lê binêrin. Ev heqê we ye! Tabîî ev ne heqê me ye, ez jî dizanim û herkes jî dizane..



Ku em li nivîsên min yên li jor binêrin hema hema em dikarin fêhm bikin bê ka mijara fîlmê çiye. Lê dîsa jî ezê mijarê di carekê de binivîsim da ku tam bê fêhm kirin.Bi kurtasi mijar wisa ye: Jeff (James Steward) wênekêşek e ku di wênegirtinekê de qezayek kiriye di vê qezayê de hestiyên piyekî wî şikestine û hewce bûye ku şeş hefteyan ji malê dernekeve. Jeff ji acizî hertim li ber paceya xwe ya ku bitaybetî li Amerika'yê heye û jê re tê gotin "Rear Window" yanê "Paceya Dawiyê", rûdinê û li cîranên xwe temaşe dike û di roja destpêka hefteya şeşemîn de liqayî bûyerek balkêş tê. Lisa Carol Fremont jî hezkiriya Jeff e ku hertim tê hinda wî. Herdu hezkirî li dû wê bûyera balkêş dikevin û ...



Hitchcock vê bûyerê bi terza xwe ya navdar vedibêje, bi muzîkên serfiraz temaşevanan radigeşîne. Fîlmê di odeyekê tenê dikişîne lê kamerayê pir baş bi kar tîne, sekansên gelek xweş dikişîne. Ligel ewqas hêsan dixuye jî fîlmeke ku mere bi kursiya mere dizeliqîne û heya dawiya fîlmê fersendê nade ku mere xwe ji cihê xwe bileqîne, derketiye holê. Di dawiyê de em dikarin bêjin fîlmeke Rageşî û Romantîk e. Lê rageşiya wê hîna pir xwe derdixe pêş ve..



ji --> http://bergehenjisinemaye.blogspot.com.tr/2014/04/rear-window.html



29.04.2014 18:49 | mergehez

2. Fîlmeke james stewart e. Di odeyeke de hatiye kişandin. Li amerikayê di nav fîlmên kultê de hatiye hejmartin.

Fîlm heta dawiyê tansiyona yekî bilind digre. Sê çar car jî weşanka fîlmê diguhêre. Meraqa yekî li ser fîlmê ar û giran dibe. Mirovan ber bi seyirkirineke xweş ve rûbirû dihêle.



01.11.2017 06:10 | rûbar

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» rear window
» windows phone

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî