Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    7 mijar û 8 peyam
    kurdî - tirşik
    kurdî
    (23) (3) ecêb (0) (38)
    di mijarê de bigere

    1. zimanê gelê kurd û vê malperê ye. zimanek ji malbata zimanan ya hînt avrupayê ye.



    2013.05.29-17:01 | simurg56

    2. li gorî wîkîpediya li dinyê gişî 34 milyon kes kurdî diaxivi

    bnr; http://en.wikipedia.org/wiki/list_of_languages_by_number_of_native_speakers



    2013.06.06-00:39 | serhed7

    3. bi devoka mirovên ji herêma serhedê elîkopter



    2013.06.06-01:32 | parezer

    4. evîna mela û xanî



    2013.06.06-02:10 | parezer

    5. zimanekî ji şaxa zimanên îranî yê bakûr rojavayê malbata zimanên hind û ewropî ye



    2013.06.06-09:44 | serhed7

    6. carinan di ber xwe re dibêjim, ku ez ê ti carî hînî vî zimanî nebim; xurt e, ji her qulê dipengize.



    2013.06.06-10:54 | filitto lawo

    7. zimanê ku li gorî tirkan, şaxeka tirkî, gorî farisan, şaxeka farisî û gorî ereban şaxeke erebî ye.



    2013.06.06-16:08 | azadixwaz

    8. Zimanê (bnr: ehmedê xanî) (bnr: mehmet uzun) (bnr: hamedanî)



    2013.06.22-15:53 | borazboz

    9. (bnr: kurdî)



    2013.07.01-10:13 | simurg56

    10. ban û sîwanê zimanên (zaraveyên?) kurdan.



    2013.07.10-11:18 | sîsîfos

    12. li ser facebookê navê komekî ku heta niha 10.494 endamên wê hene.. di komê de tevî çend pispor û zanayên fîlolojî û etîmolojiyê ku bi profesyonelî vî karî dikin û her yek xudan berhemên qerrase yên derheqê zimanzaniyê de ne û gelek kes û kûsên ku bi dilxwazî û heweskarî mijarên têkilî peyvnasî û rêziman û rastnivîsîna zimanê kurdî li ber nîqaş û guftûgoyan vedikin û li ser van mijaran nêrîn û zanînên xwe dinivîsn hene.. di warê zimanê kurdî de komek gelekî kêrhatî û sûdemend e.. ji her çar parçeyên kurdistanê û ji her zaravayek û devokeka zimanê kurdî kurd di komê de hene û bi aktîvî tevli mijarên aktûel dibin û der û deverên jê an lê agahiyan radighînin.. li derûdora min bi xwe jî gelek hevalan piştî pêşniyarên min ên derheqê komê de saya serê vê komê hewisîn fêrbûn û fêhmkirina zimanê kurdî û zanîn û karînên xwe yên derheqê axaftin û nivîsandina bi zimanê kurdî de zêde kirin û bi pêşde birin..

    ji vir bangekî ji bo nivîskarên tirşikê yên di facebookê de xudan hesab in dikim ku beşdarî vê komê bibin û di komê de reklam û danasîna tirşikê bikin ku canik û camêrên di komê de yên ku bi rastî jî di warê zimanê kurdî de kalîfiye ne bên û tirşikê jî bi nivîsên xwe rengîntir û zengîntir bikin.. https://www.facebook.com/groups/zimanekurdi/544966212227392/?notif_t=group_comment_reply



    2013.07.15-03:47 | endazer

    13. zimané me ye,zimané kurdî ew rewşa me ye,şirîn u xweş e li ber dilé me ye,heta dewran u ji nav u esla emé tim hebi heta heye...strana hunermende pir heja eyşe şan



    2013.07.15-05:44 | feqiyêteyran

    14. Di nav koma zimanén Hîndo-Ewropa'yé de ye devokén wé yén bi navé; Kurmancî, Kirmanckî ango jé re té gotin Dimilî an jî Zazakî, Soranî, Loranî û Goranî hene...



    2013.07.15-16:33 | serdar

    15. Zimanên beyanî çek û kincên me ne

    Lê zimanê Kurdî laş û çermê me ye.



    Celadet Elî Bedirxan



    2013.07.15-18:12 | berxedanjiyane

    16. Kurmancîye, sirf e, bê guman e

    Zêr nîne bibên ku spîdiman e



    Sifrê me ê sor, aşikar e

    Zîv nîne bibên ku kêm 'eyar e



    Neqdê me mebêje kêmbeha ye

    Bê sikkeye şahê şehrewa ye



    Me'lûl e li ba gelek 'elîman

    Meqbûle li ba gelek hekîman.





    Ehmedê Xanî



    2013.07.15-21:02 | seydayê_peyvan

    17. zimanê ku pera nake



    2013.07.15-21:15 | rohat_rosî

    18. zimanê ku wê insallah êdî pere bike..



    2013.07.15-13:21 | feqiyêteyran

    19. ZIMANÊ KURDÎ



    Bi xeml û rewş e

    Şirîn û xweş e

    Zimanê Kurdî.



    Bi xweş awaz e

    Letîf û naz e

    Zimanê Kurdî.



    Beyta Feqî ye

    Kubra Xanî ye

    Kubra Xanî ye

    Zimanê Kurdî.



    Bi xeml û rewş e

    Şirîn û xweş e

    Ziman ê Kurdî.



    Şikoyê hesen



    (1928-1976)



    şikoyê hesen, payîz û ba, (amadekar: tosinê reşîd), avesta, 2008.





    2013.07.15-21:38 | seydayê_peyvan

    21. peyva bi watêya "bi kurdan re eleqedar" ango "xwediyê taybetmendiyên kurdewar".

    mînak:

    cil û bergên kurdî

    uslûba kurdî

    mîmariya kurdî

    mûzîka kurdî...



    2013.07.17-13:41 | filankes


    23. zimanê bê qedr û qîmet.



    hûn bi vî zimanî tiştekî Li bin vî esmanî hêj ji hêla tu kesekî neDîtî, nebihîstî binivîsin/bibêjin jî ew tişt bes wekî ''yekî çend gotinen kurdî kir'' di quncikekî de têt qeyd kirin, bi vî zimanî zanatî nabe, melûmatfiroşî jî nabe, nikari bal û dilê keçan/xortan jÎ bikişînî.



    2013.07.27-16:13 | bazirgan

    24. bila Kurd bi Kurdî biaxivin. ev ferhenga mîrkan baran pir xweş e û baş e. http://www.mirkanbaran.com/turkce-kurtce-sozluk-ferhanga-kurdi.php



    2013.07.31-15:28 | keçakurda56

    25. nivîsek xweş derheqê zimanzanî û zimanê kurdî de ku mixabin nivîskarê wê ne diyar e..

    ''Zimanê tirkî ji malbata zimanê ural-altay, erebî ji ya Semîtîk û farisî jî, ji ya îndo-

    ewropî ye. Ji van zimanan tenê kurdî û farisî ji heman koma zimanî ne.

    Evliya Çelebi di berhema xwe ya navdar

    ‘Seyahatname’yê de behsa zimanê kurdî û zaravayê wê dike. Evliya Çelebi, dide xuyakirin

    ku zimanê kurdî zimanekî dêrin ango qedîm e û ji zimanên mîna farisî, dêrî û îbrî cuda ye. ( Belê dêrî çi ye?)

    Her wiha, Şemsettin Sami, di Kamus’ül Alâm’a xwe de û Ziya Gškalp jî di gotar,

    daxuyanî û berhema xwe ya bi navê ‘Kürt Aşiretleri Hakkında Sosyolojik Tetkikler’ê de,

    amaje dikin ku kurdî bi tu awayî naşibe zimanên din û kurdî zimanekî dewlemend û serbixwe ye.

    kurd arî ne û ew farisan lêzimên hev in, zimanên wan jî, ji heman koma zimên e. Lê her lê her yek jî zimanekî serbixwe ye.

    Li medreseyan li ser

    mijarên wekî matematîk, mantik, gramer, fiqih û hwd. perwerdehî bi zimanê kurdî û erebî dibû.

    Zimanê kurdî, her wekî ku gelek zimanzan û kurdzanan jî destnîşan kiriye, ji malbata

    zimanê îndo-ewropî ye.

    Di nav vê malbatê de kurdî, ji koma zimanê Îranî ye.

    Ji nav koma

    zimanê îranî jî, li milê bakurê rojava dikeve

    Niha em navên hin zimanên ku di koma zimanê

    Îranî de cih digirin bidin: arisî, kurdî, belûcî, osetî, yexnûbî, peştoyî, pamirî û hwd.

    Zimanzan, wek adet zimanan ji du aliyan ve disenifînin û vê yekê li gorî şêwe û binyadê dikin.

    a)Ji aliyê şêweyê ve ziman: şêweyê (morfolojiyê) ve zimanan li sê koman parve dikin:

    1) Zimanên yek-kîteyî: Zimanên çîn û tîbetê gişt bi vî rengî ne.

    2) Zimanên pêvekî: Tirkî û macarî pêvekî ne.

    3) Zimanên tewangbar: Zimanên îndo-ewropî û samiyî tewangbar in.

    Ji ber yê kurdî tewangbar e: ka em binerin bê "tewangbar çi ye:

    Tewang di dema kişandinê de guherîna rayekê (qurm, kok), bi taybetî jî guherîna dengdêrên rayeka lêkerê ye.”

    erin. Ev yek heta bigihe rayeka lêkerê jî diguhere. Ji bo nimûne lêkera kirin, di dema

    niha de dibe /di-k-im/, li vê derê ji lêkerê tenê tîpa /k/yê dimîne. Em nimûneyeke din jî bidin,

    lêkera parastin. Em vê lêkerê bi dorê, li gorî deman bikişînin. Pêşî li gorî dema niha.

    ez di-parêz-im

    ez, cînavka kesê yekemîn ê yekejimar (ji desteya cînavkên netewandî, xwerû)

    di, qertafa dema niha

    parêz, qurmê lêkerê (ya fermanî)

    im, jî qertafa kesê yekemîn ê yekejimar

    Niha jî em li gor dema borî bikişînin:

    min parast

    min, cînavka kesê yekemîn ê yekejimar (ji desteya cînavkên tewandî)

    parast, qurmê lêkerê (ya dema borî)

    Wek ku ji mînakan jî xuya dibe, di kurdî de ne tenê dengdêr her wisa dengdar jî

    diguhere.

    b) Ji aliyê binyadê ve ziman

    Ji aliyê binyadê ve zimanan li pênc komên sereke lêkve dikin:

    1) Îndo-Ewropî (îngilîzî, fransizî, kurdî, farisî)

    2) Semîtîk (erebî, îbranî, akadî)

    3) Bantû (zimanên başûr û naverasta Afrîkayê)

    4) Zimanên Çînî (zimanên çîn û tîbetê)

    5) óral-Altay (fînî, macarî, ûygûrî, tirkî, moxolî)

    *Li ser vê mijarê Minorsky wiha dibêje: “Kurdî jî wekî farisî yek ji zimanên rojavayê Îranê ye

    *Andreas Salmann wiha dibêje: zimanê îran dibe du beş: Bakur û Başûr:

    Kurdî dikeve bakurê rojavaya zimanê îranî''



    2013.08.06-06:16 | endazer

    26. Bi xeml û rewş e, şêrîn û xweş e

    Şêrîn û xweş e, zimanê kurdî

    Bi xweş awaz e, letîf û naz e,

    Letîf û naz e, zimanê kurdî

    Beyta Feqiyê, kubra xanîye

    Kubra xanîye, zimanê kurdî

    Bi xeml û rewş e, şêrîn û xweş e

    Şêrîn û xweş e, zimanê kurdî

    Bi xweş awaz e, letîf û naz e,

    Letîf û naz e, zimanê kurdî

    Kewkeb çiyane, kubra teyran e

    Kubra teyran e, zimanê kurdî

    Bi xeml û rewş e, şêrîn û xweş e

    Şêrîn û xweş e, zimanê kurdî

    Bi xweş awaz e, letîf û naz e,

    Letîf û naz e, zimanê kurdî



    2013.08.06-13:40 | shepirze

    27. gramera çar lehçeyê kurdî bi temamî û nav hev du nehatiye nivîsandin. ê soranî û kurmancî bi navê lehçeyê de hatIye nivîsandin. niha nayê bîra min lê gramerekî wekî bI navê gramera kurdî: kurmancî û soranî hatibû weşandin. lê serkeftinê wÊ DI MERHELAYEKÎ ÇAWA YE NIZANIM. *



    ÇEND KES HESÎYA YE NIZANIM LÊ DU zimanÊ nivÎsÊ KURDÎ HEYE: WEKÎ HERKES ZANE EW SORANÎ Û KURMANCÎ YE. MIROVEKÎ BIYANÎ BIXWAZI KURDÎ BIPEYVE, EMÊ JI WÊ RE BIPIRSE "KA TU KÎJAN LEHÇEYÊ DIXWAZE?". CARDE EW KES BIXWAZE XWENDIN Û NIVÎSANDINÊ KURDÎ BIBE EMÊ CARDE EV PIRSA LÊ KIN. EV XEMGînî yê HEMÛ kurdan e. hewceye ku em jI bo standartkirina kurdî bixebitin. alîyekî kurmancî ya xwe temam bikin aliyekî jî destpê fêrbûna soranî û zazakîya bikin. an na... ez naxwasim hevoka "an na" binîvîsim. LÊ JI BO HUN KARIBIN MUQAYESE BIKIN eZ KARIM ZIMANê tırkî û Zimanê azerbaycanî nîşanî we bidim...



    ev çend sal e, ez digerim lê FONOLOJÎya dîrokî ya kurdî ya bi tev, nikarim destxim. heg nivîskarekî karibe alî min BIke ezÊ kêfxweş BIM.



    2013.10.12-21:37 | biruya hayao miyazaki

    28. panc lehçeyê ziwanê kurdî estê. bi nameyanê xo yê alternatîfî reyde nê yê:

    1. kurdîya corêne/jorîn, kurmancîya corêne, kurmancî, kirmancî, kirdasî, bahdînî, şiqaqî

    2. kurdîya mîyanêne/navendî, kurmancîya mîyanêne, soranî, kirmancî, mukrî

    3. kurdîya xwarîn, kurdîya cêrêne/jêrîn, kelhurî, lekî, feylî

    4. goranî, hewramî, bacelanî

    5. kirmanckî, kirdî/kirdkî, zazakî, dimilî/dimilkî



    2013.10.19-15:20 | kurdane

    29. babetek e ku herkesek tê de xwedan-teorî ye (bnr. kurdî/6340, beshê qerfî yê 'gil-gamêsh').. Lê her bijî kurdane. hetta zana farqînî jî bi wê tesnîfa te dayî nizane. di meqaleyeke xwe ya dawî de digo 'loranî' ku peyveke wisa her nîne, lorî heye, ku ew jî jixwe ne kurdî ye. tesnîfa te dayî deqîq e.



    2013.10.19-23:38 | gordereş

    30. mÎyanê zazakî, kurmancî û soranî de vurîyayîşê vengan.

    (di nav zazakî, kurmancî û soranî de guherandina dengan)



    zazakî - kurmancî - soranî:



    E > i

    berdene - birin - birdin

    kerdene - kirin - kirdin

    merdene - mirin - mirdin



    m > v > w

    çim - çav - çaw

    game - gav - gaw

    name - nav - naw

    nîm - nîv - nîw



    v > b

    va - ba - ba

    varan - baran - baran

    ver - ber - ber

    vîr - bîr - bîr

    vîst - bîst - bîst



    w > h

    dewe - dêh - dê

    wişk/huşk - hişk - wişk

    wurdî/hurdî - hûr - wirde



    w > v

    awe - av - aw

    gawan - gavan - gawan

    şewe - şev - şew



    çime/çavkani: malmîsanij, kürtçede ses değişimi, vate, 2013



    2013.10.24-00:30 | kurdane

    31. zimanek xweş e. bi rastî xweş e. ne ku ya me ye. lê vêga bi qasê tirkî ne xort e, ji ber ku ev sedsal in nekariye ji xwe re li saziyên fermî cîh bibîne. bi xebata çend salan, dikare bibe zimanê vê sedsalê jî. lê aniha mixabin ji bo gelek qadan, kurdî nikare bersiv bide. eslê xwe de bersiva wê heye lê em hê nizanin; jê re xebat pêwist e.



    lê ji xeynî van, kurdî ji bo mûzîkê zimaneke gelekî xweş e. ji tirkî dehan caran zehftir li mûzîkê tê.

    xêra xwe li van çend stranan guhdar bikin û bêjin, kurdî li kîjanê nayê?

    1- ferec - çîne -










    2- zubeyr salih - sabah el xeyrî xana min /










    3- koma rewşen - zagros -










    4- sîmir rûdan - dîsa bi tenê -










    5- Ciwan Haco-Min Navê Xwe Kola Li Bircên Diyarbekir -










    6- The Third Planet- Lanja -










    7- bilind îbrahîm - zozan -










    8 - ercan bingol - bênav -










    û weke din...



    hemû cûreyên mûzîkê ku min kariye bi kurdî guhdar bikim, bi min xweş hatiye. lê ji bo tirkî nikarim wisa bibêjim û ji bo îngîlîzî jî.



    2013.10.24-21:56 | simurg56

    32. zimanê ku pê axaftina wî kêfxweş im û devê min pê paqij dibe...



    2013.10.24-22:41 | rexnegirêtagirtî

    33. li gorî çîrok û çîvanokan zimanê bav û kalan e.. li gorî daxwuyaniyên polîtîk zimanê dayîkê ye..



    2013.10.24-22:45 | endazer

    34. di muzîka tirkî ya bi hunerî (türk sanat müziği) de navê meqamekî ye.

    ev çend salin ez ji xwe re dipirsim, lê min hê jî bersiva vê pirsê nedîtiye: çima gelo kemalîstan navê her tiştî yên ku peyva "kurd" têde heyî guhartin lê navê vî meqamî ne guhartine?

    ez bawer dikim mîjîyê wan hew şexulî û nikaribûn navêkî nû di dewsa vê peyvêde bibînin.



    2013.10.25-02:05 | saladin

    35. çiqas zimanê me be jî mixabin zimanê ku hê jî nikarim bi qasê tirkî bi lez bixwînim, e. heyf.

    bi taybetî nivîsên ku tê de zêde peyvên heremî hene an jî ne li gorî standartan hatine nivîsandin.



    2013.11.06-22:57 | simurg56

    36. zimanê ku ger ku gihîneka 'ku' neyê bikaranîn, nikare were nivîsandin. ku were nivîsandin jî nayê fêhmkirin. 'ku' girîng e. şerm nekin, bi kar bînin.



    2013.11.27-22:54 | simurg56

    38. Sedema parastina hebûna gelekî ye.... Başe ku heye û wê hebe...



    2013.11.28-00:19 | lawkê xerzî

    39. zimaneke ecêb e bi rastî jî mirov dinêre ji bo tiştên beredayî yên wekê hêlekan û perperîstankê herî kêm 30-40 peyvên cuda hene û ji bo kar û muemeleyên girÎng û pêdivî ku her tim di nav zimanê rojane de tên bikaranîn yek-du peyv yan heye yan nîne eger hebe jî yan ji zaravayê soranî hatine deynkirin yan jî zimaneke din.. ji bo nimûne li cizîrê di nav zimanê me de berdêleka kurdî û kurmancî ya peyva muhîm, heyat, saxlem û nizanim çi nîn e lê li heman bajarî ji bo guh çar peyvên muxtelîf tên bikaranîn..



    2013.12.20-01:04 | endazer

    40. bûya duyem zimanê fermî yê iraqê .

    nû aqlê we hat serê we erebno ?

    http://rudaw.net/kurmanci/middleeast/iraq/07012014



    2014.01.07-14:14 | brusk56

    41. hemÛ tiştÊ me kurdan...



    2014.01.07-17:06 | xendekî

    42. zimanê ku li rojavayê kurdistanê ji hêla rêveberiya xweseriya demoqratîk ya demî ve bi zimanên erebî û suryanî re fermî hatîye pejirandin e.



    2014.01.07-19:42 | azad zagros

    43. nivîskar û serekkeşe (bnr: paul beider) di pirtûka xwe ya bi navê grammaire kurde de ji bo kurdî wiha dibêje;

    ''Zindî, şeng, ahengdar, hêsan, zelal, dewlemend û têvel, hînbûna,vî zimanê kişîner hesanî ye û xweşikayiyeke wî ya xweser heye. Îtîbareke mezin ya gotinên peşiyên wî hene û ev gotinên pêşiyan bihejmetkarî têne bikaranîn. Gotinên pêşiyan bingeh û îşka hemû xeberdanan e û ew bi rastî jî hunera jixweber ya zimanê kurdî ne. Li ser her tiştî, her mijarê gotineke pêşiyan heye di zimanê kurdî de û ew arîkariya qod û rê û rêbazên jiyanê dikin. Xweza jî di vê yekê re derbas dibe û zanatiya kurdan her tişt dîtiye û gotiye ji wextên ewil ve. Ji fîlozofekî ne hindiktir rayda, zimanê kurdî ji serî heta binî poêtîk e û helbesta wî hemû cûreyan hembêz dike û cih dide her aliyên xwezayê.''



    2014.04.14-04:10 | endazer

    44. zimanÊ wÊjeyÊ Û zimanÊ tirşikÊ ye..



    2014.06.08-13:26 | endazer

    47. (bnr: hebûn û heyîna me zimanê me ye)



    2014.07.02-11:48 | xendekî

    48. carinan laşekî bêruh, carinan ruhekî bêlaş...



    2015.05.05-03:32 | xwezade

    49. zimanê ne di alfabe/elîfba latînî erebî soranî û shorbevanî o di tı formata de bi cîh nabe zimanek bê teşeye û şêrine. gava kû ez mirim dilê min tine lê disa ezê bimrim xwedê nehêle...lê wê dinyayê gava ez heşr bûm bi zamanê kurdî pirs mirsa nekin ez naçim wê dinyayê ez ji anhada bazara xwe dikim bila paşê pirsgirêk dernexin bazar mazara jî bi minre nekin ez bi tirkî û erebî li wan nakim û di bazara meda tune.



    2015.05.05-11:26 | shorbevan

    50. dema xwe li ber wergerandina metneke teknîkî/zanistî didim ji zimanekî biyanî ji bo kurdî, dilê min jê sar dibe, ji ber ku hêj bingeh û binesaziyek birêkûpêk jê re nehatiye danan, hema bêje serê her çend hevokan carekî berê xwe didim ferhengan lê di ferhengan de jî ya ku lê digerim nabînim, taliyê li cem xwe tiştinan li hev tînim lê di wê pêvajoyê de gelek wextê min di avê de diçe, konsantrasyon û motîvasyon namîne, ber û bala min ji wergerê diçe ser tiştinên din û dilê min ji wergerê jî û kurdî û kurmancî jî sar dibe..

    ya ku ez li ber dikevim peyvên ku min li cem xwe li hev anîne, li cihekî min tomar kiribûna bawerim niha ferhengeke fêris ya têgehên zanistî û teknîkî jê derketibû.. heyf!



    2015.07.07-03:58 | endazer

    51. Zimanê di warê teknîkî de hê gelek riya wê heye, û riyeke bi zor û zehmetî. Xwedê alîkar be!



    2015.07.07-23:58 | azadixwaz

    52. ted-ed vîdyoyê zanistî,dîrokî,tenduristî,hunerî,civakî û çandî bi awayekî şahî bi şiklê anîmasyon çêdike.

    ted-ed kurdish - van Anîmasyona bi binnivîsa (subtitle) Kurdî amade dike û parve dike.



    li ser facebook:Here lînkê

    li ser twitter Here lînkê

    li ser youtube:Here lînkê



    2015.07.11-20:16 | mîr bedirxan

    53. tiştekî ji bo parastinê ye, ne ji bo axaftinê.



    2015.12.02-16:50 | daskan

    54. ew qas ji kurd Û KURDİSTAnê sar bûme ku hema bêje ez ê dev ji axaftina vî zimanî jÎ berdim..



    2015.12.02-20:31 | brusk56

    55. "Di kurdî de gelek peyv hene ku xelk ji mêj ve bi kar tîne û her kes jê fehm dike lê dîsa jî nivîskarên kurd û medyaya kurdî ji wan direvin û xwe dispêrin bikaranîna hin peyvên din ku ji piraniya kurdîaxivan an kurmancîaxivan re nenas û xerîb in."
    "Bi gotineke din, eger mirov li pey kurdiyeke ”paqij” be, divê mirov peyvên wek ”pere/pare, meydan, zengîn” bi kar bîne, ne peyvên wek ”dirav, qad, dewlemend”. Bi taybetî jî eger mirov bixwaze wî zimanî bi kar bîne ku xelk wek zimanê xwe dibîne û tê digihe."

    (bnr: husein muhammed)
    Qanûn, yasa yan zagon?
    Here lînkê
    Pere yan dirav, meydan an qad, zengîn an dewlemend…
    Here lînkê



    2018.01.13-23:04 | biruya hayao miyazaki

    56. zimaneke ku dema mirov kurdî diaxive, xwe weke pîran hest dike.



    2018.01.16-11:40 [guhertin:2018.01.16 11:40]| kurdokercewsî

    57. zimanek bêşans e ku bûye zimanê netewekî ya ji zimanê xwe fedî dike.



    2018.01.27-01:08 | umed

    58. ewqasî kêfa'm jê tê, ewqasî pê dilşa me ez, niza'm çi bibêjim. xwedê wî zimên bisitirîne!



    2018.02.20-23:54 | mirovekirind

    59. evîna min a heq e.
    - pir hez dikim toxtor!



    2018.06.28-19:30 | biruya hayao miyazaki

    Hemûyan Bixwîne