Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 25 peyam
kurdî - tirşik
kurdî
(66) (7) (1)
di mijarê de bigere

18. peyva bi watêya "bi kurdan re eleqedar" ango "xwediyê taybetmendiyên kurdewar".

mînak:

cil û bergên kurdî

uslûba kurdî

mîmariya kurdî

mûzîka kurdî...



17.07.2013 13:41 | filankes


20. zimanê bê qedr û qîmet.



hûn bi vî zimanî tiştekî Li bin vî esmanî hêj ji hêla tu kesekî neDîtî, nebihîstî binivîsin/bibêjin jî ew tişt bes wekî ''yekî çend gotinen kurdî kir'' di quncikekî de têt qeyd kirin, bi vî zimanî zanatî nabe, melûmatfiroşî jî nabe, nikari bal û dilê keçan/xortan jÎ bikişînî.



27.07.2013 16:13 | bazirgan

21. bila Kurd bi Kurdî biaxivin. ev ferhenga mîrkan baran pir xweş e û baş e. http://www.mirkanbaran.com/turkce-kurtce-sozluk-ferhanga-kurdi.php



31.07.2013 15:28 | keçakurda56

22. nivîsek xweş derheqê zimanzanî û zimanê kurdî de ku mixabin nivîskarê wê ne diyar e..

''Zimanê tirkî ji malbata zimanê ural-altay, erebî ji ya Semîtîk û farisî jî, ji ya îndo-

ewropî ye. Ji van zimanan tenê kurdî û farisî ji heman koma zimanî ne.

Evliya Çelebi di berhema xwe ya navdar

‘Seyahatname’yê de behsa zimanê kurdî û zaravayê wê dike. Evliya Çelebi, dide xuyakirin

ku zimanê kurdî zimanekî dêrin ango qedîm e û ji zimanên mîna farisî, dêrî û îbrî cuda ye. ( Belê dêrî çi ye?)

Her wiha, Şemsettin Sami, di Kamus’ül Alâm’a xwe de û Ziya Gškalp jî di gotar,

daxuyanî û berhema xwe ya bi navê ‘Kürt Aşiretleri Hakkında Sosyolojik Tetkikler’ê de,

amaje dikin ku kurdî bi tu awayî naşibe zimanên din û kurdî zimanekî dewlemend û serbixwe ye.

kurd arî ne û ew farisan lêzimên hev in, zimanên wan jî, ji heman koma zimên e. Lê her lê her yek jî zimanekî serbixwe ye.

Li medreseyan li ser

mijarên wekî matematîk, mantik, gramer, fiqih û hwd. perwerdehî bi zimanê kurdî û erebî dibû.

Zimanê kurdî, her wekî ku gelek zimanzan û kurdzanan jî destnîşan kiriye, ji malbata

zimanê îndo-ewropî ye.

Di nav vê malbatê de kurdî, ji koma zimanê Îranî ye.

Ji nav koma

zimanê îranî jî, li milê bakurê rojava dikeve

Niha em navên hin zimanên ku di koma zimanê

Îranî de cih digirin bidin: arisî, kurdî, belûcî, osetî, yexnûbî, peştoyî, pamirî û hwd.

Zimanzan, wek adet zimanan ji du aliyan ve disenifînin û vê yekê li gorî şêwe û binyadê dikin.

a)Ji aliyê şêweyê ve ziman: şêweyê (morfolojiyê) ve zimanan li sê koman parve dikin:

1) Zimanên yek-kîteyî: Zimanên çîn û tîbetê gişt bi vî rengî ne.

2) Zimanên pêvekî: Tirkî û macarî pêvekî ne.

3) Zimanên tewangbar: Zimanên îndo-ewropî û samiyî tewangbar in.

Ji ber yê kurdî tewangbar e: ka em binerin bê "tewangbar çi ye:

Tewang di dema kişandinê de guherîna rayekê (qurm, kok), bi taybetî jî guherîna dengdêrên rayeka lêkerê ye.”

erin. Ev yek heta bigihe rayeka lêkerê jî diguhere. Ji bo nimûne lêkera kirin, di dema

niha de dibe /di-k-im/, li vê derê ji lêkerê tenê tîpa /k/yê dimîne. Em nimûneyeke din jî bidin,

lêkera parastin. Em vê lêkerê bi dorê, li gorî deman bikişînin. Pêşî li gorî dema niha.

ez di-parêz-im

ez, cînavka kesê yekemîn ê yekejimar (ji desteya cînavkên netewandî, xwerû)

di, qertafa dema niha

parêz, qurmê lêkerê (ya fermanî)

im, jî qertafa kesê yekemîn ê yekejimar

Niha jî em li gor dema borî bikişînin:

min parast

min, cînavka kesê yekemîn ê yekejimar (ji desteya cînavkên tewandî)

parast, qurmê lêkerê (ya dema borî)

Wek ku ji mînakan jî xuya dibe, di kurdî de ne tenê dengdêr her wisa dengdar jî

diguhere.

b) Ji aliyê binyadê ve ziman

Ji aliyê binyadê ve zimanan li pênc komên sereke lêkve dikin:

1) Îndo-Ewropî (îngilîzî, fransizî, kurdî, farisî)

2) Semîtîk (erebî, îbranî, akadî)

3) Bantû (zimanên başûr û naverasta Afrîkayê)

4) Zimanên Çînî (zimanên çîn û tîbetê)

5) óral-Altay (fînî, macarî, ûygûrî, tirkî, moxolî)

*Li ser vê mijarê Minorsky wiha dibêje: “Kurdî jî wekî farisî yek ji zimanên rojavayê Îranê ye

*Andreas Salmann wiha dibêje: zimanê îran dibe du beş: Bakur û Başûr:

Kurdî dikeve bakurê rojavaya zimanê îranî''



06.08.2013 06:16 | endazer

23. Bi xeml û rewş e, şêrîn û xweş e

Şêrîn û xweş e, zimanê kurdî

Bi xweş awaz e, letîf û naz e,

Letîf û naz e, zimanê kurdî

Beyta Feqiyê, kubra xanîye

Kubra xanîye, zimanê kurdî

Bi xeml û rewş e, şêrîn û xweş e

Şêrîn û xweş e, zimanê kurdî

Bi xweş awaz e, letîf û naz e,

Letîf û naz e, zimanê kurdî

Kewkeb çiyane, kubra teyran e

Kubra teyran e, zimanê kurdî

Bi xeml û rewş e, şêrîn û xweş e

Şêrîn û xweş e, zimanê kurdî

Bi xweş awaz e, letîf û naz e,

Letîf û naz e, zimanê kurdî



06.08.2013 13:40 | shepirze

24. gramera çar lehçeyê kurdî bi temamî û nav hev du nehatiye nivîsandin. ê soranî û kurmancî bi navê lehçeyê de hatIye nivîsandin. niha nayê bîra min lê gramerekî wekî bI navê gramera kurdî: kurmancî û soranî hatibû weşandin. lê serkeftinê wÊ DI MERHELAYEKÎ ÇAWA YE NIZANIM. *



ÇEND KES HESÎYA YE NIZANIM LÊ DU zimanÊ nivÎsÊ KURDÎ HEYE: WEKÎ HERKES ZANE EW SORANÎ Û KURMANCÎ YE. MIROVEKÎ BIYANÎ BIXWAZI KURDÎ BIPEYVE, EMÊ JI WÊ RE BIPIRSE "KA TU KÎJAN LEHÇEYÊ DIXWAZE?". CARDE EW KES BIXWAZE XWENDIN Û NIVÎSANDINÊ KURDÎ BIBE EMÊ CARDE EV PIRSA LÊ KIN. EV XEMGînî yê HEMÛ kurdan e. hewceye ku em jI bo standartkirina kurdî bixebitin. alîyekî kurmancî ya xwe temam bikin aliyekî jî destpê fêrbûna soranî û zazakîya bikin. an na... ez naxwasim hevoka "an na" binîvîsim. LÊ JI BO HUN KARIBIN MUQAYESE BIKIN eZ KARIM ZIMANê tırkî û Zimanê azerbaycanî nîşanî we bidim...



ev çend sal e, ez digerim lê FONOLOJÎya dîrokî ya kurdî ya bi tev, nikarim destxim. heg nivîskarekî karibe alî min BIke ezÊ kêfxweş BIM.



12.10.2013 21:37 | biruya hayao miyazaki

25. panc lehçeyê ziwanê kurdî estê. bi nameyanê xo yê alternatîfî reyde nê yê:

1. kurdîya corêne/jorîn, kurmancîya corêne, kurmancî, kirmancî, kirdasî, bahdînî, şiqaqî

2. kurdîya mîyanêne/navendî, kurmancîya mîyanêne, soranî, kirmancî, mukrî

3. kurdîya xwarîn, kurdîya cêrêne/jêrîn, kelhurî, lekî, feylî

4. goranî, hewramî, bacelanî

5. kirmanckî, kirdî/kirdkî, zazakî, dimilî/dimilkî



19.10.2013 15:20 | kurdane

26. babetek e ku herkesek tê de xwedan-teorî ye (bnr. kurdî/6340, beshê qerfî yê 'gil-gamêsh').. Lê her bijî kurdane. hetta zana farqînî jî bi wê tesnîfa te dayî nizane. di meqaleyeke xwe ya dawî de digo 'loranî' ku peyveke wisa her nîne, lorî heye, ku ew jî jixwe ne kurdî ye. tesnîfa te dayî deqîq e.



19.10.2013 23:38 | gordereş

27. mÎyanê zazakî, kurmancî û soranî de vurîyayîşê vengan.

(di nav zazakî, kurmancî û soranî de guherandina dengan)



zazakî - kurmancî - soranî:



E > i

berdene - birin - birdin

kerdene - kirin - kirdin

merdene - mirin - mirdin



m > v > w

çim - çav - çaw

game - gav - gaw

name - nav - naw

nîm - nîv - nîw



v > b

va - ba - ba

varan - baran - baran

ver - ber - ber

vîr - bîr - bîr

vîst - bîst - bîst



w > h

dewe - dêh - dê

wişk/huşk - hişk - wişk

wurdî/hurdî - hûr - wirde



w > v

awe - av - aw

gawan - gavan - gawan

şewe - şev - şew



çime/çavkani: malmîsanij, kürtçede ses değişimi, vate, 2013



24.10.2013 00:30 | kurdane

28. zimanek xweş e. bi rastî xweş e. ne ku ya me ye. lê vêga bi qasê tirkî ne xort e, ji ber ku ev sedsal in nekariye ji xwe re li saziyên fermî cîh bibîne. bi xebata çend salan, dikare bibe zimanê vê sedsalê jî. lê aniha mixabin ji bo gelek qadan, kurdî nikare bersiv bide. eslê xwe de bersiva wê heye lê em hê nizanin; jê re xebat pêwist e.



lê ji xeynî van, kurdî ji bo mûzîkê zimaneke gelekî xweş e. ji tirkî dehan caran zehftir li mûzîkê tê.

xêra xwe li van çend stranan guhdar bikin û bêjin, kurdî li kîjanê nayê?

1- ferec - çîne -



2- zubeyr salih - sabah el xeyrî xana min /



3- koma rewşen - zagros -



4- sîmir rûdan - dîsa bi tenê -



5- Ciwan Haco-Min Navê Xwe Kola Li Bircên Diyarbekir -



6- The Third Planet- Lanja -



7- bilind îbrahîm - zozan -



8 - ercan bingol - bênav -



û weke din...



hemû cûreyên mûzîkê ku min kariye bi kurdî guhdar bikim, bi min xweş hatiye. lê ji bo tirkî nikarim wisa bibêjim û ji bo îngîlîzî jî.



24.10.2013 21:56 | simurg56

29. zimanê ku pê axaftina wî kêfxweş im û devê min pê paqij dibe...



24.10.2013 22:41 | rexnegirêtagirtî

30. li gorî çîrok û çîvanokan zimanê bav û kalan e.. li gorî daxwuyaniyên polîtîk zimanê dayîkê ye..



24.10.2013 22:45 | endazer

31. di muzîka tirkî ya bi hunerî (türk sanat müziği) de navê meqamekî ye.

ev çend salin ez ji xwe re dipirsim, lê min hê jî bersiva vê pirsê nedîtiye: çima gelo kemalîstan navê her tiştî yên ku peyva "kurd" têde heyî guhartin lê navê vî meqamî ne guhartine?

ez bawer dikim mîjîyê wan hew şexulî û nikaribûn navêkî nû di dewsa vê peyvêde bibînin.



25.10.2013 02:05 | saladin

32. çiqas zimanê me be jî mixabin zimanê ku hê jî nikarim bi qasê tirkî bi lez bixwînim, e. heyf.

bi taybetî nivîsên ku tê de zêde peyvên heremî hene an jî ne li gorî standartan hatine nivîsandin.



06.11.2013 22:57 | simurg56

33. zimanê ku ger ku gihîneka 'ku' neyê bikaranîn, nikare were nivîsandin. ku were nivîsandin jî nayê fêhmkirin. 'ku' girîng e. şerm nekin, bi kar bînin.



27.11.2013 22:54 | simurg56

34. Sedema parastina hebûna gelekî ye.... Başe ku heye û wê hebe...



28.11.2013 00:19 | lawkê xerzî

35. zimaneke ecêb e bi rastî jî mirov dinêre ji bo tiştên beredayî yên wekê hêlekan û perperîstankê herî kêm 30-40 peyvên cuda hene û ji bo kar û muemeleyên girÎng û pêdivî ku her tim di nav zimanê rojane de tên bikaranîn yek-du peyv yan heye yan nîne eger hebe jî yan ji zaravayê soranî hatine deynkirin yan jî zimaneke din.. ji bo nimûne li cizîrê di nav zimanê me de berdêleka kurdî û kurmancî ya peyva muhîm, heyat, saxlem û nizanim çi nîn e lê li heman bajarî ji bo guh çar peyvên muxtelîf tên bikaranîn..



20.12.2013 01:04 | endazer

36. bûya duyem zimanê fermî yê iraqê .

nû aqlê we hat serê we erebno ?

http://rudaw.net/kurmanci/middleeast/iraq/07012014



07.01.2014 14:14 | brusk56

dengdanên dawîn (yên din..)
fuckîro rebeno [2]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
horhorik [1]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
memikên herî xweşik [1]
li vê cîhanê yek tişt heye ku xweştir e ji memikan ew jî welatê min ku...
canon [2]
Marqeyeke wênekêş, optîk, mekîneyên fotokopiyê ye. Li tokyo'ya...
îy yo hee [1]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdînûs

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî