Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


20 mijar û 29 peyam
kurdî - tirşik
kurdî
(66) (7) (1)
di mijarê de bigere

37. hemÛ tiştÊ me kurdan...



07.01.2014 17:06 | xendekî

38. zimanê ku li rojavayê kurdistanê ji hêla rêveberiya xweseriya demoqratîk ya demî ve bi zimanên erebî û suryanî re fermî hatîye pejirandin e.



07.01.2014 19:42 | azad zagros

39. nivîskar û serekkeşe (bnr: paul beider) di pirtûka xwe ya bi navê grammaire kurde de ji bo kurdî wiha dibêje;

''Zindî, şeng, ahengdar, hêsan, zelal, dewlemend û têvel, hînbûna,vî zimanê kişîner hesanî ye û xweşikayiyeke wî ya xweser heye. Îtîbareke mezin ya gotinên peşiyên wî hene û ev gotinên pêşiyan bihejmetkarî têne bikaranîn. Gotinên pêşiyan bingeh û îşka hemû xeberdanan e û ew bi rastî jî hunera jixweber ya zimanê kurdî ne. Li ser her tiştî, her mijarê gotineke pêşiyan heye di zimanê kurdî de û ew arîkariya qod û rê û rêbazên jiyanê dikin. Xweza jî di vê yekê re derbas dibe û zanatiya kurdan her tişt dîtiye û gotiye ji wextên ewil ve. Ji fîlozofekî ne hindiktir rayda, zimanê kurdî ji serî heta binî poêtîk e û helbesta wî hemû cûreyan hembêz dike û cih dide her aliyên xwezayê.''



14.04.2014 04:10 | endazer

40. zimanÊ wÊjeyÊ Û zimanÊ tirşikÊ ye..



08.06.2014 13:26 | endazer

41. (bnr: hebûn û heyîna me zimanê me ye)



02.07.2014 11:48 | xendekî

42. carinan laşekî bêruh, carinan ruhekî bêlaş...



05.05.2015 03:32 | xwezade

43. zimanê ne di alfabe/elîfba latînî erebî soranî û shorbevanî o di tı formata de bi cîh nabe zimanek bê teşeye û şêrine. gava kû ez mirim dilê min tine lê disa ezê bimrim xwedê nehêle...lê wê dinyayê gava ez heşr bûm bi zamanê kurdî pirs mirsa nekin ez naçim wê dinyayê ez ji anhada bazara xwe dikim bila paşê pirsgirêk dernexin bazar mazara jî bi minre nekin ez bi tirkî û erebî li wan nakim û di bazara meda tune.



05.05.2015 11:26 | shorbevan

44. dema xwe li ber wergerandina metneke teknîkî/zanistî didim ji zimanekî biyanî ji bo kurdî, dilê min jê sar dibe, ji ber ku hêj bingeh û binesaziyek birêkûpêk jê re nehatiye danan, hema bêje serê her çend hevokan carekî berê xwe didim ferhengan lê di ferhengan de jî ya ku lê digerim nabînim, taliyê li cem xwe tiştinan li hev tînim lê di wê pêvajoyê de gelek wextê min di avê de diçe, konsantrasyon û motîvasyon namîne, ber û bala min ji wergerê diçe ser tiştinên din û dilê min ji wergerê jî û kurdî û kurmancî jî sar dibe..

ya ku ez li ber dikevim peyvên ku min li cem xwe li hev anîne, li cihekî min tomar kiribûna bawerim niha ferhengeke fêris ya têgehên zanistî û teknîkî jê derketibû.. heyf!



07.07.2015 03:58 | endazer

45. Zimanê di warê teknîkî de hê gelek riya wê heye, û riyeke bi zor û zehmetî. Xwedê alîkar be!



07.07.2015 23:58 | azadixwaz

46. ted-ed vîdyoyê zanistî,dîrokî,tenduristî,hunerî,civakî û çandî bi awayekî şahî bi şiklê anîmasyon çêdike.

ted-ed kurdish - van Anîmasyona bi binnivîsa (subtitle) Kurdî amade dike û parve dike.



li ser facebook:Here lînkê

li ser twitter Here lînkê

li ser youtube:Here lînkê



11.07.2015 20:16 | mîr bedirxan

47. tiştekî ji bo parastinê ye, ne ji bo axaftinê.



02.12.2015 16:50 | daskan

48. ew qas ji kurd Û KURDİSTAnê sar bûme ku hema bêje ez ê dev ji axaftina vî zimanî jÎ berdim..



02.12.2015 20:31 | brusk56

49. "Di kurdî de gelek peyv hene ku xelk ji mêj ve bi kar tîne û her kes jê fehm dike lê dîsa jî nivîskarên kurd û medyaya kurdî ji wan direvin û xwe dispêrin bikaranîna hin peyvên din ku ji piraniya kurdîaxivan an kurmancîaxivan re nenas û xerîb in."
"Bi gotineke din, eger mirov li pey kurdiyeke ”paqij” be, divê mirov peyvên wek ”pere/pare, meydan, zengîn” bi kar bîne, ne peyvên wek ”dirav, qad, dewlemend”. Bi taybetî jî eger mirov bixwaze wî zimanî bi kar bîne ku xelk wek zimanê xwe dibîne û tê digihe."

(bnr: husein muhammed)
Qanûn, yasa yan zagon?
Here lînkê
Pere yan dirav, meydan an qad, zengîn an dewlemend…
Here lînkê



13.01.2018 23:04 | biruya hayao miyazaki

50. zimaneke ku dema mirov kurdî diaxive, xwe weke pîran hest dike.



16.01.2018 11:40 ~11:40 | kurdokercewsî

51. ewqasî kêfa'm jê tê, ewqasî pê dilşa me ez, niza'm çi bibêjim. xwedê wî zimên bisitirîne!



20.02.2018 23:54 | mirovekirind

52. evîna min a heq e.
- pir hez dikim toxtor!



28.06.2018 19:30 | biruya hayao miyazaki

53. ji bo pêşveçûna ferhenga bajarvaniyê, divê kurd her tim kurdî(kurmancî) bi kar bînin û zarok tv* xêzefîlmên xort û keçan pirtir bike. *



26.09.2018 19:18 ~19:19 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Qewî gur li kû miriye......
xwarina herî xweş [1]
Xwarinên bi destê diya min têne çêkirin yên herî xweş in....
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Her wiha gurên kîjan çiyayê mirîne jî tê gotin. Piştî qenciy...
sallana sallana nietzsche ser avê [2]
Navê straneke, ji bo nietzsche yê hatiye nivîsandin nîvî tirkî...
wedat aydin [1]
Yekem kesê bi kurdî keniya ye...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdîkirina google translate

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî