Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
xelatên 1. rojbûna tirşikê - tirşik
xelatên 1. rojbûna tirşikê
(14) (3) (13)
di mijarê de bigere

1. ew xelat in ku wê dawiya vê mehê an jî serê meha hezîranê werin belavkirin. îsal, yanî yekemîn salvegera tirşikê, wê ji bo 20 tirşikvanên herî jêhatî pirtûk werin diyarîkirin.



dawiya mehê wê hejmara peyamên nivîskarên berendam werin hesabkirin, yên ku ketine lîsteyê wê pirtûka ku dixwazin ji me re bêjin û em ê jî wê pirtûkê peyda bikin û bi kargoyê bişînin ber deriyê wan.

ji bo diyariyan wê du şertên me hebi;

1- divê pirtûk bi kurdî be

2- divê ji bûhayeke diyarkirî, ne zêdetir be. (bûha hê ne belî ye lê bawer nakim ji bo tirşikvanan bibe problem)



li jêr hûn lîsteya texmînî dibînin. kesên ku di vê lîsteyê de tune ne û dixwazin bibin namzet, dikarin binê vê mijarê de vê yekê ragihînin.

(min niha hejmara peyamên nivîskaran jî nivîsî, lê wê roja belavkirina xelatan ev îstatîstîk werin rojanekirin)



-endazer / 4801

-brusk56 / 1759

-ceso / 1101

-mazlumozdogan / 1091

-cinorek / 804

-nazim tolhildan / 782

-rasteqîn / 741

-elegez / 697

-azadixwaz / 676

-nan û av / 660

-serhat avcı / 551

-ciwan / 508

-oxir / 634

-dijber / 538

-tivirloismail / 459

-newenda / 428

-hayao miyazaki / 377

-hawka / 366

-hun çawane heval:))))))) / 355

-kevçiyê dil / 336



04.05.2014 14:45 | simurg56

2. (bnr: yupppîîîîî)



04.05.2014 14:55 | brusk56

3. (bnr: ma qey em ya jinbavê ne?)



04.05.2014 15:07 | karmatî

4. heta ku (bnr: tirşik fest) çêbe emê bi pirtûkan îdare bikin *

ma em kêmî ekşiyê ne?



04.05.2014 15:13 | oxir

5. lîste hat rojanekirin; karmatî, newenda û rasteqîn ketin lîsteyê.



04.05.2014 15:50 | simurg56

6. ger ez bi bÛhaya kargoyê mesrefek bidim jÎ bawer bin ez Ê wÊ xelatÊ xweş bi xwe re bibim gellek deveran Û tirşikÊ şad bikim.



04.05.2014 16:15 | cinorek

7. xelata seyraneke kurdî de min qezençkirî anî bîra min. ew jî pirtukeke kurdî bu, lê ne zêde kêrhatî û başnivîsandîbu, lê dîsa jî pir kêfa min dianî û hê jî wexta ez dibînim kêfa min ji wê rojê re tê



04.05.2014 16:38 | azadixwaz

8. (bnr: tilîlî)



04.05.2014 19:35 | hewaredijle

9. (bnr: gotin li vir xelat heye em jî hatin)

-Pirtûka ku ez dixwazim ji aniha diyar e*



04.05.2014 19:45 | mergehez

10. fikreke baş e, lê bi vî halî li gorî min ji bo nivîskarên tirşik nû nas kirîn û ne ji zû de bûyîn endam, neheqiyek e, divê ne bi salane lê bi mehane an bi hefteyane be, ev pêşbirk Û pêşbazî û tenê ne nivîskarê ku di nav hefteyekî de an di nav mehekî de herî zêde tirşlikandî, divê xwediyê peyama hefteyê an mehê ku herî zêde hatiye çeppikandin jî bê xelatkirin, lê ka ew sîstem, ku wê peyama hefteyê an mehê destnîşan bike..

li gorî min dev ji xelat melatan berdin pereyê xelatan bidin camêrekî bila mobîl versiyona tirşikê çêke, xelata herî mezin ya sala ewil ji bo tirşikê bila ev be, sala didoyê jî dîsa pereyên ji bo xelatan hatine veqetandin bidin camêrekî bila sîstema tirşikê biçekî pêşve bibe û baştir bike û çend fonksiyonên dî yên li cem ferhengên din ên tirkî heyîn li tirşikê jî zêde bike.. sala sisêyê jî pê pereyên xelatan dîsa hûn karin reklamê bidin çend kovar û rojname û malperên înternetê yên kurdî..



05.05.2014 02:08 | endazer

11. xelatên ku bûne sedema pêşbirkekî şêrîn. hahayt ! cihê min bi xwe saxlem e *



06.05.2014 01:32 | brusk56

12. ewil (bnr: format! heval)

dûvre (bnr: yê min jÎ)*



06.05.2014 01:34 | mergehez

13. (bnr: hewaya we ji bo kê ye?)



06.05.2014 01:44 | azadixwaz

14. xwezî we berîyê de bigota xelat heye, min ê rojê hezar peyam belav bikira. min digot bila hindik be lê bila rindik be. êdî ji bo sala bê fuck the rindik mindik. lêxee... *)



07.05.2014 03:18 | resençiyayî

15. (bnr: gotin xelat heye em jî hatin)



07.05.2014 12:18 | xwelî li ser

16. (bnr: wey li min)




17. xelatên ku, gelekî biwate ne.

dema pirtûkên ku, hevokek ji aliyê rêveberiya tirşikê lê hatiye nivîsîn, ket destê min, ez ê fêm bikim ku projeya tirşikê kêr hatiye. beriya niha bi civînan min vê yekê hinek fêm kiribû. yanê tirşik tenê di jiyana farazî de namîne.



ji hê niha, ku bi min tirsik.net hê di serê rêya xwe de ye, me karî em 2 civînan çêkin, kesên ku qet hev nas nedikirin bên ba hev û bi zimanê xwe yê şêrîn sohbetek têr û tijî bikin.

wê vê carê jî, 20 pirtûkên kurmancî xêra nivîskarên tirşikê bê firotin û bê xwendin.

belkî weke gav û bûyerên biçûk xûya dike lê bi min, ji ber ku pêngavên bûyerên xweşiktir û mezintir e pir biwate ye.



08.05.2014 02:30 | brusk56

18. ji bo yoda jî têkeve vir hew du-sê koleksiyonên din jê re lazim e* mesela fîlmên almanî fîlmên farisî û fîlmên tirkî..



12.05.2014 00:46 | mergehez

19. bûye sedem ku hinek ekşîcî ketine hesûdiyê.

kerem ke ; https://eksisozluk.com/entry/42506759



12.05.2014 01:16 | ceso

20. (bnr: xelata mehane ya tirşikê)

di vir de bi qasî agahiyÊn li jorê û li gor dema hindik ya ku min di tirşikê de nivîsiye ez rÊza13emîn de me..

naxwe min çend tirr û fissên dî bikirana ez ê bibama yê yekemîn.

niha ya giring ne ew..

ev xelat eger bibe tiştekî bêtir berçav dê bikare him nivîskarî û him jî xwendevanan bêtir bikşine bi aliyê nivîsîn û xwendinê ve.

lê li gorî min bila pergala hesabkirinê ne tenê bi hejmara nivîsan be lê li gel wê bi dengdayîna reşşik Û çepikan be..

û yeka mehane wek min li jorê nivîsiye û niha xelata wê pirtûkeke kurdî be.. bê şandin navn3işana nivîskarê yekem dixwaze.

(bnr: ez mirovekî biaqil im lê kes qedirê min nagire)

Helbet wa wê pirtûkan bişînin lê kesÊn wek min dê çawa bistînin.. gelo dişînin heta kanadayê?



12.05.2014 02:40 | dijber

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» xelatên oscarê yên 2024an
» rojbûna budha
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî