1. Li bajaran pir meriv dijîn û kar dikin. Li bajaran avahiyên kevin û nû, nizim û bilind, mal, dikan, dibistan, nexweşxane, daîre, dêr, mizgeft û kenîşte hene. Li piraniya wan stasyonên trênê û benderên keştiyan peyde dibin. Bajarek dikare wusa xuya bike, wek ku di wêneyî de. Lê bajar li gor serdeman tên guhertin. Bajarên pêşîn bajarên bazirganiyê bûn. Ev bajar li warên nêzî benderan û li ser xaçerêyên girîng dihatin avakirin. Gelek bajarên kevin li dora birc an jî kilîseyan ava bûne. Berê, bajaran xwe bi xwe îdareya xwe dikir. Di nav gund û bajaran de gelek ferq hebû. Gundiyan tiştên xwe dibirin li bajêr difîrotin. Mîna tu ji welatekî biçî welatekî din li bajêr baca xwe didan. Di van sedsalên dawîn de, li der û hundurê bajaran fabrîke hatine avakirin. Gelek merivan ji bo ku kar bikin, ji gundan koçî van bajarên îndustriyê kirine. Loma jî bajar zû mezin bûne. Piraniya şêniyên cîhanê li bajaran dijîn û bajar zêdetir dibin. Li hin bajaran bi mîlyonan meriv bicîh bûne. Hejmara şêniyên New York an jî Tokyoyê du caran li ya Swêdê ye. Bajarekî modern li gor planekê ava dibe. . Lê ew hertim nû dibe. Avahiyên kevin tên hilweşandin û yên nû tên avakirin. Trafîka bajaran roj bi roj zêde dibe, çareserkirina wê jî pirseke mezin e. Bi vê armancê hin kolan ji trafikê re têne girtin û li hinan jî trafîk yekalî ye. |
|
10.07.2013 18:54 |
endazer
|
2. navê albûma pêşîn ya stranbêjê kurd jan axîn e.. |
|
10.07.2013 19:13 |
endazer
|
3. navê komeka mûzîkê ya kurdî ye ku vokalîstiya komê solîstê koma kardeş türkülerê vedat yıldırım dike.. bi piranî mûzîka rockê dikin.. heta niha bi navê nêz be û b'xêr hatî du albûmên wan ên ku tê de stranên kurdî û tirkî cih digirin derketine.. |
|
10.07.2013 19:22 |
endazer
|
4. bajar'a ku komeke mûzîkê ye, xwedî stranên xweş e, lê weke tê îdîakirin tarza wan ne rock e. |
|
10.07.2013 19:27 |
simurg56
|
5. Navê ruh û canê min, dil û kezeba min berxik û beranê min layê min... |
|
11.09.2013 00:21 |
hemdilaarda
|
6. koma konsera wan sibê li amedê jî heye. Here lînkê |
|
18.02.2017 00:27 |
berxweda
|
7. Bajar û Defjen strana michael jackson a 'they don't care about us' (Em ne xema wan in) bi kurdî gotine. |
|
23.11.2017 17:34 |
cinorek
|
8. muzîka wana merivan gêj dike yaw.. |
|
24.11.2017 00:00 |
bûtîmar
|
duayên kurdî [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |