Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


35 mijar û 66 peyam
li amedê pirsgirêka zimanê dayikê - tirşik
li amedê pirsgirêka zimanê dayikê
(4) (0) ecêb (0) (9)
di mijarê de bigere

1.



2014.05.05-02:26 | hotîkê medê

2. pirsgirêka ku li ser navê gûlten kişanak disekine, nizam hîm buna zimanekî çiqaz sor û zehmete ku ev rêveberên kurd, berpirsîyarên partîya kurdan çima kurdî fêr nabin...



2014.05.05-03:23 | resençiyayî

3. wekî her tiştî di zimên de jî armanc bû ye aborî, ji ber ku takekes di rewşa kurdî de aboriyekê nabîne ji wî re bê qîmet tê. li hember vê rewşê dilxwazî derdikeve holê, lê ev yek jî ne xurt lê belê qels e. mixabin dêbavên kurdewar jî bi zarokên xwe re bi zimanê desthilatdaran diaxivin û têkçûn a zimên de cî digrin.



2014.05.05-09:13 | renas

4. (bnr: ) zilamek û zimanek



2014.05.05-09:14 | renas

5. (bnr: anliyem ama konuşamiyem)



2014.05.05-11:29 | brusk56

6. Her çend amed paytexta Kurdistan be jî;

ji bo ziman me re nikare veya bêje.Taybet li navenda bajêr rêjeya bikaranîna kurdî pir kêm e.Ji sedî sed gel ji veya ne berpirsyar be jî bêpar nîne.Erê heta salên nodî kurdî qedexe bû axaftina wê sedema cezeyan bû lê veya tenê têra vê encam û rewşê nake. Do bi darê zorê dixwastin kurdan asîmile bikin îro jî bi şêwazekî gewr û bi qirqirina çandê.Dewlet bi pergala xweyi perwerdê bi çapemenî ,fûtbol,cemaat û tarîkatan xwe cardîn dixwaze Kurdistanê fetih bike û kurdî têk bibe. Lê belê tenê dewlet ne tewanbar e.Em jî kurd jî,ji vê yekê berbirsyar e.Tu derdikeve nav kuçên amedê zarok goş bi tirkî diacive,tu derdikevi nav súkên amedê esnaf giş bi tirkî bi ter dipeyive.Heta şifêrên şaredarî jî bi tirkî diaxive.Tişkî ecêb ewe kû tu bi kurdî biaxive jî bipirse jî bi tirkî li te vedigerîne bersivê dide te.Min bi xwe xwe biryarek daye kû ji niha û pêv ên kurdî bersivê nede ez tiştekî ji cem wî nakirim win jî nekire.

Ji xwe zatî li zaningehê kurdî mirîye kes tuni wê veşêre.Ji bilî nivîskarên tirşiknetê pir hindik kes kurdî diaxive.Keçên meyi niha bê lome tê bê qeyn ji zikê diya xwe bi tirkî derketine!

Heta me re peyvek kurdî ji wan dibihîse me re kevzikî dibe.Ji bo dengê xwe zirav bikin pir tâdê li xwe dikin.Carnan ewqas dengê xwe tenik dikin kû me re dibê qeyn kelmêş bi me re diaxive.Ji ber kû pergala hêzën serwer vê hişmendiya bi me re çêkiriye: tu çiqasî xweş tirkî biaxive tu ewqas medenî ye.Car caran em giş dibin şahid kesên kû dê û bavên wan kelîmak tirkî nizane dibê anlıyorum ama konuşamıyorum! Gelo dewlet çi anîye serë me kû em ewqas ji xwe dûrketine ji zimanê xwe ji çanda xwe fedî dikin.Gelek malbat hene kû ne bi darê zorê bi xwe xwe zaryên xwe asimile dikin ji bo bibin kurdên baş di çavên dewletê.Dibêjin zarokên me tirkî baş zani be wê li dibistanê jî serkeftî be.Hincetek kú bingeha wê bêhna menfaatê jê tê!Ji ber kû zarokên pirziman gor lêkolînên zanistî serkeftîtirin ji ê yek zimanî.Di vir de ji nasnameya xwe revek heye fedîyek heye.Pir eşkere xuya dike kû dewleta dagirker komleksek xwe jêr dîtine di me hinek kurdan çêkiriye.Tabî veya polîtîkak sed sala ye.Divê li hember vê siyasetê em xurttir li zimanê dayikê xwedî derkevi ji bo perwerdehiya zikmakı bêtir zextê li dewletê bikin.Di heman demê de divê şaredarên me parlementerên me nivîskar û rewşembîrên me girîngiyê bide kurdî û paşguh neki.Kurdî divê bê hezkirin ú bide hezkirin.Ez nepeyivim tu nepeyive ew nepeyive wê kî bipeyive.Ji bîr nekin kurdno ji zimanê xwe fedî kirin ji dayika xwe fedî kirine.Û kesên ji dayika xwe fedî bike ne hêjayi pênç peraye.



2014.05.05-19:01 | hotîkê medê

7. problema ku ji ber ku peyama ewil hatiye jêbirin, tam nizanim çi ye lê bawer dikim meseleya kurdî neaxaftina amediyan e. ger wisa be jî, miajr wisa bihata vekirin, baştir bû: li dinyayê pirsgirêka zimanê dayikê ji ber ku problem ne tenê li amedê ye. li zaxoyê, li silêmaniyê bi hezaran kurdên başûr xwe hînî tirkî kirine..



2014.05.05-21:01 | simurg56

8. pirsgrêk pir girîng e. lê gelek heval difikirin ku ev pirsgrêka %100 ji ber asîmîlasyona devleta tirk derketîye. belê. elbet asîmîlasyon heye. lê ev pirsgrêk piranî ji ber kurmanc, zaza û tirkmenên amed'ê derketîye. zaza û tirkmen piranî nizanin kurmancî bipeyvin. kurmanc jî nizanin zazakî biaxivin. ji ber vê yekê zaza, kurmanc û tirkmen zimanê fermî û hevpar; Tirkî diaxive.



2014.05.06-21:45 | rûbar payîz

10. Pirsgirêka dibe sedema dilê mirov ji amedê bimîne
Sedemên neaxaftina bi kurdî gelekin. Lê heke mirov bijmêre çend heb ji wan ev in:
Axaftina bi tirkîka xerabe ya devoka amedê li amedê bûye weke çandekê ku ji salane tê axaftin,ev devok ji hineka re ji zimanê zikmakî şêrîntir tê û loma vê devokê bikartînin, dê û bav di nava malê de bi tirkî daxivin û zarokê wan jî hîn dibe ,li çarşî û bazarê bazirgan bi vê devokê daxivin,li wesayîtê nav bajêr ajovan bi vê devokê daxivin
Ji ber van hemu sedema kurdî di navenda amedê de pir kêm maye û tirkî cihê xwe girtîye ku ji ber ev çend nifş bi wî zimanî mezin bûne
Yanê zimanê dayikê ne ew zimanê ku dayika mirov pê daxive ,zimanê dayikê ew zimanê ku mirov cara pêşî bi wî fêrî axaftinê dibe û bi wî zimanî difikire
Ji niha pêve heke ev kesan kurdî fêr bibin jî dê nikaribin wek zimanê dayikê baxivin tenê weke zimanekî biyanî dê bikar bînin
Ji ber van sedeman ji bo kurdî ji holê ranebe û lawaz nebe divê zarok cara pêşî bi kurdî werin mezin kirin



2020.02.17-00:18 [guhertin:2020.02.17 00:18]| tîrêj zana 21

11. Min ji mijarê fêm nekir tirşikvana entrya ewil a ku entrya xwe jê biriye bi vê navlêkirinê qesta çi kiriye.

Li Amedê pirsgirêka zimanê dayikê, tespîteke nîvco Û xumamî û şêlû ye.
Li Kurdistanê zimanê mader ê xelkê kurdî ye û ji ber qedexe, înkar û qebûlnekirinê ya paradîgmaya fermî ya dewletê ya 97 salî pirsgirêkek heye li ser vî zar û zimanî. Ew pirsgirêk jî li parçeya Bakûr problema nêzîkî 20-25 mîlyon kurdan e, ne tenê ya bajarê Amedê ye.

Eger qesta nivîskêr neaxaftina zimanê dêûbavan kalûpîran be ne tenê problema Amedê, 21 bajarên Bakurê Kurdistanê û hemî bajarok û navçeyên wê ne.
Ku li 20 bajarên Kurdistanê zimanê jiyanê mişt bi kurdiya gewre bûya lê bi tenê li Amedê kurdî ne yê jiyanê bûya wê gavê em dikaribûn nîqaşa vê yekê bikin.
Min hezar car gotiye û bila ev jî bibe hezar û yek. Amed li gorî bajarên dî yên Kurdistanê zêdetir kozmopolît e. Li navenda bajêr bi hezaran tirk hene, bi sed hezaran zaza hene û bi sed hezaran jî kurd hene. Amed metropolek e. Çênabe ku tevî hemî zilm û zordarîya dewletê zimanê bazarê bibe kurdî. Ev derî xwezayî ye. Colemêrg, Cizîr, Şirnex, Qoser, Nisêbîn...hwd bajarên piçûk in û xelk bi pirranî hevûdu nas dikin. Mîna Amedê xelk ji derve ve bi milyonan lê kom nebûne loma zimanê kurdî li gorî Amedê xweştir li wan bajaran xwe parastiye. Dîsa jî li wan bajaran jî axifîna kurdî her diçe kêmtir dibe. Çima nebe? Di Kurdistanê de partiya serkêş piştî ku dest bi tevgera xwe kir zimanê mader negirt navenda tevgera xwe, felsefeya xwe li ser pêşveçûn, geşbûn û belavbûna kurdî ava nekir, beravajiya vê yekê serok û serkêşên vê partiyê karanîna zimanê kurdî wek 'neteweperestîya hoveber' bi nav kir.
Aniha bifikirin ku li Kurdistanê bajarê herî mezin û polîtîk û welatparêz, zimanê wî hem ji alî dewletê ve tê qedexekirin hem jî alî Partîyê ve tê piştguhkirina û piçûkxistin û mehkûmkirin. Û ev rewş teqrîben sî salan didome; gelo pêkan e ku zimanê bazar û jiyanê yê vî bajarî Bibe kurdî?
Na!



2020.02.17-00:47 [guhertin:2020.02.17 00:53]| ferhenga şikestî

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (Yên Din..)
stranbêjên kurd ku guh nadin nivîsandina kurdî [1]
stranbêjên ku mirov ji ber wan fedî dike û ku nivîsek wan li s...
brzn [1]
Saxbî kajav 'ê hêja , nivîs û peyamên ku bala we dikişînin û h...
diyarbekir [1]
Vê taliyê li meydana deriyê çiyê, ji aliyê qeyûm ve Bêyî ku guh bidin ...
nivîskarên ku hîn tîpên kurdî û îngilîzî ji hev dernaxin [1]
Belê alfabeya kurdî de çÇ ,şŞ heye lê bi rastî ez jî qet ji va...
serburiyek [1]
Yek ji stranên xweş a albûma Ciwan Haco ya "dûrî" ye. Dema c...
belki ev jî bala te bikişînin
» amedeo modigliani
» pirsgirêka herî mezin ya mêrên kurd
» zimanê tirşikê
» dayikên şemîyê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî