Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
bask - tirşik
bask
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Baskên çûk, mêş û balafiran hene, ew hêzê didin wan ku bifirin. Lê ew ne wek hev in. Bask divê sivik bin. Him baskên ajelan û him jî baskên balafir û firokan sivik in lê „skeletên" wan xurt in.



(bnr: ansiklobediya zarokan)



10.07.2013 19:01 | endazer

2. gelekî ewrupî ku rewşa vî gelî dişibe rewşa kurdan. ji ber ku axa vi gelî di navbera Îspanyayê û Fransayê de hatiye dabeşkirin û parvekirin. di rêya azadiya welatê xwe de gellek tekoşiyane û biser jî ketine. Lêbelê hê jî welatê baskan du perçe ye û bi awayekî serbixwe naye revebirin.



10.07.2013 23:26 | parezer

3. Per ango ji bo çûkan(çivîk) lebatê firînê



10.07.2013 23:36 | msirino

6. (bnr: herêma baskê)



07.05.2015 00:51 | xendekî

7. ji bo ajalan lebatek ji laş e û ji bo hin amûrên mîna firok jî perçeyê ku bi kêrî firînê tê ye. bask ji bo ajalan piranî bi kêrî firînê tê lê belê hin ajalên mîna mirîşk, elok û hwd bi çiqasî baskên wan hebin jî taybetiya xwe ye firînê winda kiriye. pêwistê bask sivik bin. him baskên ajalan û him jî baskên balafir û firokan sivik in lê "skeletên" wan xurt in.



07.05.2015 05:19 | kiekergaard

8. Bi aliyê tiștekî ve. (bi tirkî tê wateya, - e doğru)

Mînak : bi baskî xwidê ve here. ( nêzîkî xwidê bibe, bi aliyê xwidê ve here)



10.04.2017 12:13 | gumgumok

9. hevalekî min a esperantîst ji gelê bask e. wekî di peyamekî jor de jî hatiye gotin ku qedera me û baskan gelek dişibin hev. bi gotina wî, xelkê wî xwedî derketina zimên a kurdan ji xwe re mînak digrin. dema min ev tişt jê bihîst gelek kêfxweş bûm lê min ji xwe re pirsî gelo em di rastiyê de ya mînakgirtinê ne?

ji bo zimanê wan:
(bnr: euskara)



17.02.2018 13:45 ~14:10 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» baskil

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî