Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


53 mijar û 95 peyam
payîz - tirşik
payîz
(1) (0) ecêb (0) (10)
di mijarê de bigere

1. demsaleke piştî havîne ye û berî zivistanê ye. ji bo ku havîn xelas dibe xweş e lê belê ji ber ku zivistan tê nexweş e.

li gorî kurdistanê wextê weşandina pelan e, wextê bê ye nîşana sermê ye.

payîz di kurmancî de peyveke herî xweş e. lê belê di tirşikê de hatiye ji bîr kirin.



ji mehên îlon-cotmeh û sermawezên pêk tê.







di tirkî de jê re dibêjin biharadawîn.

û li hinin deverên kurdistanê jê re payiz jî tê gotin.



2014.05.05-19:42 | giyanster

2. ya ku wekê her sal îsal jî di rê de ye tê, pêl bi pêl..

nizanim ne li ber hizn û melankoliya bi payîzê re tê bikevim, ne bi çûna germ û keleqirçêna havînê kêfxweş bibim.. carina şeytan dibêje tu jî xwe bide nav refên qulingên koçber here heta çengê te diçe..



2014.09.06-14:55 | endazer

3. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

2014.09.06-15:10 | ciwan

4. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

2014.09.06-15:10 | ciwan

5. Payîz bê Strana hozan serhed payîz e nabe



2014.12.13-18:25 | cîncoqo

6. Navê strana hozan serhed e ku gotinên wê ev in:



Payîz e ew dema çû

Ber zivistan derd giran bûm

Çendîn bihar wê derbas bû

Çendîn havîn wê derbas bûn

Agirê dilêm derman nebû



Kelaşînê, derya jînê

Ez kuştim ax vê evînê



Payîz e mij û dûman

Berx ketiye sofra guran

Çendîn deman, çendîn salan

Her mane li cih û waran

Em mane bin cih û waran



Kelaşînê, derya jînê

Ez kuştim ax vê evînê



2014.12.13-23:19 | xendekî

7. demsala ku mirov herî zêde bedbîn û pesîmîst dike. bi weşandina pelan û hewaya qewr-sar ve wek pirtûkên dostoyevski û wek fîlmên nuri bilge ceylan e.



2014.12.14-17:19 | nazim tolhildan

8. sermaya payîzê hêdî hêdî dest pê kir, min îro cilên xwe yên mêriv germ dike, bi kêfxweşî li qurçik û qulikên malê derxist. bêhna xwîdanê nîne êdî, germ nîne, pêşuyên malmîrat nînin ! tu b'xêr hatî, bi xweşî hatî, tu li serseran li serçavan... payîza derengmayî.



2016.09.29-21:09 | sergijik

9. demsala pelên dar û bera diweşîne rût û tazî dibe dike zivistanê, meha bi stewrbûna xwe navdare bûye helbest jî ji strananre..



2016.09.30-16:39 | shorbevan

10. payîza 2017ê îro timamî xwe berda nava kuçeyên amedê. ev qederek bû pelên dara zer dibûn, lê îro bayekî sar û bêhna axê ya piştî baranê ji deverên dûr dihat xwe li pozên me dixist. xuşexuşe daran, gujîna bayê sar; îşev ji bo meşê gelek xweş e.



2017.09.30-20:51 | xendekî

11. strabêjek ji albûma olana bajêr bû. bi cara ewil bi wê albûmê nas kir. di wir de strana payîzê digot. dengê wî xweş e.











di qenala wî ya youtubeê de çend coverên wî hene: Here lînkê
weke din xebatekî wî yê din xuya nake.

dengê wî û ji wê zêdetir stîla wî hinekî dişibînim teoman. niha nikarim mînak ji stranên teoman bidim lê dema cara ewil min lê guhdar kir, wê hestê li min peyda kir ku li teoman guhdar dikim. hest, melankolî an jî deng... tiştekî ew anî bîra min.

ji hevpeyvîna wî;
"Ji Amedê me û li Amedê dijim. Di biçûkatiya min de min her roj bi saetan li muzikê guhdar dikir û gava ku ez tenê dimam, min disitrand. Lê tu car zemîna ku ez muzikê çêbikim ava nedibû. Piştre ez çûm zanîngehê, têkiliya min û muzikê hinekî zêdetir berdewam kir. Lê ez hê jî tênegihiştim ku muzike di serê xwe de çêbikim. Pirsgirêkên civakî û aborî pir fersend nadin ku em muzîka di hişê xwe de çêbikin lê min tu car jî dev ji muzîkê bernedaye. Ez bawer im ku pir kesên wek min hene. Muzîk ji bo min wek dermanekî ye. Pir caran ez xwe bi rêya muzîkê fêm dikim uû bi muzîkê xwe didim fêmkirin. Ji bo hunereke azad zemînek nîne. Vê pêşbirkê biçûk yan jî mezin zeminek ava kir. Dibe ku hinek kêmasî hebin lê ev tiştek girîng bû.

Armaca min a tevlibûna vê pêşbirkê ne daxwaza ser keftinê bû, ji ber ku di dîroka kurdan de cara yekemîn kovareke wiha derket û min jî xwest ez tev lê bibim û bibînim bê stranên min ji aliyê muzîkjenan ve çawa têne nirxandin? Gelo stranên min dê ji aliyê kesên din ve bên
guhdarîkirin û hezkirin yan na, Min xwest bersivekê ji van pirsan re bibînim.

Min ev stran şes sal bêrê çêkiribû û min roja dawiyê serî li pêşbirkê da û dema agahî hat ku strana min jî hatîye hilbijartin ez gelek kêfxweş bûm. Ji vir şûn de heta ji destê min bê ez ê xebatên xwe yên muzîkê bi ceribandinê nû berdewam bikim."


gotinên stranê:
---------------
Şevek ji şevên payîzê bibablîsk
Bayek dîsa di dilê min de agirek dada
Dengê qirşika şewitî yên dilê min
Dîsa tu kes bi vê qêrîna pê nehesiya

Erê payîz ma tu ewqas dibeecî
Ey payîz her sal ewqas pel diweşînî
Her sal ba û bablîskan diafirînî
Qet naçike ew bêhna te?
Bo çi ye ew telaş, ecele û lîl?
Li dû te berf , baran û bahoz
Çi kirine bişkokên xwezayê bireng?
Wan ji kokê ve radikî
Daristan dikî tik û tazî

Ji bo çi?
L’ pey xwe zivistanê dişînî û berfê didî lêkirin
Bi kemna spî kujdarîyên xwe vedişêrî

Şevek ji şevên payîzê bibablîsk
Bayek dîsa di dilê min de agirek dada
Dengê qirşika şewitî yên dilê min
Dîsa tu kes bi vê qêrîna pê nehesiya



2019.12.09-20:02 [guhertin:2019.12.09 20:05]| simurg56

12. Serdema rojbûna min. payîz ji bo min heya destpêka mijdarê xweşe û jê pêv rojên melankolî û sermayê destpê dike heta ku bihar bê. Birastî ez ji germ û havînan pirr hezdikim lê ji sermayê, berf û baranê û ji mij û dûman qet heznakim. xwezî min li welatek ser xêza eqwatorê bijyama.



2019.12.09-20:58 | umed

dengdanên dawîn (Yên Din..)
f [1]
Tîpeka dengdar ji elfabeya kurdî ye. herweha navê tirşikvanekî/a nû ye...
f [1]
Çima ne a b c ç d e ê g h i î j k l m n o p q r s ş t u û v w x y z lê...
dengbêjên herî biçûk [1]
muzîka kurdî ku zanistê muzîkê suzikiyê japon dibêje; civak di heman d...
zirrezira meleyan [1]
bi min jî navê sermijarê ne di cih de ye, divê wiha be: (bnr: îşkencey...
zirrezira meleyan [1]
Tecawiza guhaye....
belki ev jî bala te bikişînin
» payîz

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî