Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
payîz - tirşik
payîz
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. demsaleke piştî havîne ye û berî zivistanê ye. ji bo ku havîn xelas dibe xweş e lê belê ji ber ku zivistan tê nexweş e.

li gorî kurdistanê wextê weşandina pelan e, wextê bê ye nîşana sermê ye.

payîz di kurmancî de peyveke herî xweş e. lê belê di tirşikê de hatiye ji bîr kirin.



ji mehên îlon-cotmeh û sermawezên pêk tê.







di tirkî de jê re dibêjin biharadawîn.

û li hinin deverên kurdistanê jê re payiz jî tê gotin.



05.05.2014 19:42 | giyanstêr

2. ya ku wekê her sal îsal jî di rê de ye tê, pêl bi pêl..

nizanim ne li ber hizn û melankoliya bi payîzê re tê bikevim, ne bi çûna germ û keleqirçêna havînê kêfxweş bibim.. carina şeytan dibêje tu jî xwe bide nav refên qulingên koçber here heta çengê te diçe..



06.09.2014 14:55 | endazer

5. Payîz bê Strana hozan serhed payîz e nabe



13.12.2014 18:25 | cîncoqo

6. Navê strana hozan serhed e ku gotinên wê ev in:



Payîz e ew dema çû

Ber zivistan derd giran bûm

Çendîn bihar wê derbas bû

Çendîn havîn wê derbas bûn

Agirê dilêm derman nebû



Kelaşînê, derya jînê

Ez kuştim ax vê evînê



Payîz e mij û dûman

Berx ketiye sofra guran

Çendîn deman, çendîn salan

Her mane li cih û waran

Em mane bin cih û waran



Kelaşînê, derya jînê

Ez kuştim ax vê evînê



13.12.2014 23:19 | xendekî

7. demsala ku mirov herî zêde bedbîn û pesîmîst dike. bi weşandina pelan û hewaya qewr-sar ve wek pirtûkên dostoyevski û wek fîlmên nuri bilge ceylan e.



14.12.2014 17:19 | nazim tolhildan

9. demsala pelên dar û bera diweşîne rût û tazî dibe dike zivistanê, meha bi stewrbûna xwe navdare bûye helbest jî ji strananre..



30.09.2016 16:39 | shorbevan

10. payîza 2017ê îro timamî xwe berda nava kuçeyên amedê. ev qederek bû pelên dara zer dibûn, lê îro bayekî sar û bêhna axê ya piştî baranê ji deverên dûr dihat xwe li pozên me dixist. xuşexuşe daran, gujîna bayê sar; îşev ji bo meşê gelek xweş e.



30.09.2017 20:51 | xendekî

11. strabêjek ji albûma olana bajêr bû. bi cara ewil bi wê albûmê nas kir. di wir de strana payîzê digot. dengê wî xweş e.




di qenala wî ya youtubeê de çend coverên wî hene: Here lînkê
weke din xebatekî wî yê din xuya nake.

dengê wî û ji wê zêdetir stîla wî hinekî dişibînim teoman. niha nikarim mînak ji stranên teoman bidim lê dema cara ewil min lê guhdar kir, wê hestê li min peyda kir ku li teoman guhdar dikim. hest, melankolî an jî deng... tiştekî ew anî bîra min.

ji hevpeyvîna wî;
"Ji Amedê me û li Amedê dijim. Di biçûkatiya min de min her roj bi saetan li muzikê guhdar dikir û gava ku ez tenê dimam, min disitrand. Lê tu car zemîna ku ez muzikê çêbikim ava nedibû. Piştre ez çûm zanîngehê, têkiliya min û muzikê hinekî zêdetir berdewam kir. Lê ez hê jî tênegihiştim ku muzike di serê xwe de çêbikim. Pirsgirêkên civakî û aborî pir fersend nadin ku em muzîka di hişê xwe de çêbikin lê min tu car jî dev ji muzîkê bernedaye. Ez bawer im ku pir kesên wek min hene. Muzîk ji bo min wek dermanekî ye. Pir caran ez xwe bi rêya muzîkê fêm dikim uû bi muzîkê xwe didim fêmkirin. Ji bo hunereke azad zemînek nîne. Vê pêşbirkê biçûk yan jî mezin zeminek ava kir. Dibe ku hinek kêmasî hebin lê ev tiştek girîng bû.

Armaca min a tevlibûna vê pêşbirkê ne daxwaza ser keftinê bû, ji ber ku di dîroka kurdan de cara yekemîn kovareke wiha derket û min jî xwest ez tev lê bibim û bibînim bê stranên min ji aliyê muzîkjenan ve çawa têne nirxandin? Gelo stranên min dê ji aliyê kesên din ve bên
guhdarîkirin û hezkirin yan na, Min xwest bersivekê ji van pirsan re bibînim.

Min ev stran şes sal bêrê çêkiribû û min roja dawiyê serî li pêşbirkê da û dema agahî hat ku strana min jî hatîye hilbijartin ez gelek kêfxweş bûm. Ji vir şûn de heta ji destê min bê ez ê xebatên xwe yên muzîkê bi ceribandinê nû berdewam bikim."


gotinên stranê:
---------------
Şevek ji şevên payîzê bibablîsk
Bayek dîsa di dilê min de agirek dada
Dengê qirşika şewitî yên dilê min
Dîsa tu kes bi vê qêrîna pê nehesiya

Erê payîz ma tu ewqas dibeecî
Ey payîz her sal ewqas pel diweşînî
Her sal ba û bablîskan diafirînî
Qet naçike ew bêhna te?
Bo çi ye ew telaş, ecele û lîl?
Li dû te berf , baran û bahoz
Çi kirine bişkokên xwezayê bireng?
Wan ji kokê ve radikî
Daristan dikî tik û tazî

Ji bo çi?
L’ pey xwe zivistanê dişînî û berfê didî lêkirin
Bi kemna spî kujdarîyên xwe vedişêrî

Şevek ji şevên payîzê bibablîsk
Bayek dîsa di dilê min de agirek dada
Dengê qirşika şewitî yên dilê min
Dîsa tu kes bi vê qêrîna pê nehesiya



09.12.2019 20:02 ~20:05 | simurg56

13. Helbesta kamuran alî bedirxan û strana yunus dişkaya .


Dinê berf e û ba ye
Qey rondik û dua ye
Dinê berf e û baran
Tu deng nayê ji Botan

Şirnex li kû ez li kû
Ewrex li kû ez li kû
Pehîz e dil pehîz e
Dinê tarî bi zîz e

Ne kêvroşk û nêçîrvan
Ne zozan û bêrîvan
Ne mast û dew ne savar
Dinê tarî û êvar

Ne kon û ne xêwet ma
Tinê sarî û serma
Pehîz e dil pehîz e
Dinê hêstir û zîz e





17.05.2020 23:24 | fîriko lao

14. Demsala dawû û gijokan e.



07.11.2020 10:37 | cinorek

15. demsala xemgînî ye.



07.11.2020 12:03 | doesntmatter

16. Ferîd Xan - Gazina Pelan
-
Payîz e, li me û li darê.
Payîz e
Em hêrs bûne û ketine
Em zuha bûne û weşiyane ji darê.
Niha ba û lingên çend kêvroşkên bicinabet,
Me di mava darên tazî de merezarî dikin.
Niha baranên ku ji hilma tengezariya şahê ezmên dibarin
Me, bêçarên ku ji şaxên dara xwe qetiyane û dûr ketine,
birîndar dikin.
Em bi zora bayên ku li me arezû hatine
Li çal û çixûran kom bûne û mane li bendeya rizandinê.
Em pel in.
Qasek bi şûn de

Dê berf li ser zerbûna me bibare
û me bişewitîne!
Qasek bi şûn de
Dê rengê beriya mirinê, rengê zer jî têrka me bide
û me bişîne nemanê!

Payîz e, li me û li darê.
Payîz e
Em hêrs bûne û ketine
Em zuha bûne û weşiyane ji darê l.
Niha ba û bagerrên har, em ji darên me weşandine
Ber bi çal û çixûran ve radikişînin.
Em evînên ku ji nişka ve bişkivî,
Xemgînên ku ji nişka ve giryayî ne.
Em pel in
Ji biharekê tên, nagihîjin tu biharan.



07.11.2020 14:27 ~14:32 | stjîr

17. Bi hemû tarîtî, xemdarî, melankolîtî û efsira xwe ve gihiştiye stenbolê. Vê roja şemiyê ez bêqudûm û bêtaqet hiştime. Hema min xwe xistiye di bin betaniyê de çaya min di destê min de bêyî armancakê bi telefonê re mijûl dibim.

Berî min ji ve demsalê pirr hez dikir lê niha wek barek, bi hemû hestên xwe yên nerênî, giraniya xwe dide ser bara min a ji kul û keserên bi salan e dicivin.



07.11.2020 14:58 | xelîl

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» payîzava

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî