Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    7 mijar û 9 peyam
    beq - tirşik
    beq
    (2) (0) ecêb (1) (6)
    di mijarê de bigere

    1. Beq him di nav avê de û him jî li bejahiyê dijîn. Dema hîn kurmik in bi berkurkê û dema mezin dibin jî bi pişikên xwe bîhnê didin û distînin. Biharan beq xerzên xwe datînin. di nav xerzeke beqê de bi hezaran hêk hene. Ji hêkên wan kurmik çêdibin. Heta ku ew dibin beq çend caran formê xwe diguherin. Lingên wan ên paş bi hêz in ku xwe baş çeng bikin. Ew kurm û kêzan dixwin. Ew nêçîra xwe bi zimanê xwe yê dirêj digirin.



    (bnr: ansiklobediya zarokan)



    2013.07.10-19:05 | endazer

    2. senfonîya beqan, ji beqan jî beqên çemê zirganê...

    req û beq senfonîyek li dar xistin li bin text ji reqereqa wan kes raneket (ji berhema min a zûgotinokan zûgotinokek)



    2013.07.18-20:22 | devliken kelogiri

    3. Bi zaroktî me darikên pûş ên qulfire dixist qûna wan û me ew dinepixandin û bera nav avê dida...



    2013.07.18-20:24 | devliken kelogiri

    4. pismamÊ req e..req jÎ beqÊ avÊ ye.pİsmamÊ hevdÛ ne.



    2015.01.09-23:37 | tirşikçi

    5. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2015.01.09-23:57 | tevnepirk

    6. Ajalekî nav avê û ku li gor qur'anê naye xwarin, heke bihata xwarin jî min nedixwar, bîzê mi jê diçe. Dema em zarok bûn, ji me we tire, ê ku beqa bikuje ewê belaluk û pirzik di destê wî/ê de werin. Başe ku ma wiha dizanî û başe ku bes nebûme kujerê beqekê jî.



    2015.01.10-03:46 | seydayê_peyvan

    7. ajala ku li ser rûyê dinyayê 2.600 cureyên wê hene. herwiha di cîhanê de ajala jehra wê herî dijwar jî cureyek ji van beqan e.



    2015.04.30-17:16 | xendekî

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    awa hat vahar ~ (ئاوا هات وا هار) [3]
    Stranek hewramîzar e û strana evînê ye. awazê stran û dengê stranbêj g...
    kurdî fikirîn û tirkî gotin [1]
    + yeni elbisemi aldım gittim evlerine. demiyorsun o da aynı el...
    go spidey go [1]
    gotinekê spider-manê ye ku di dema lezê de ji xwe re dibêje &q...
    erasmus [1]
    Bernameya erasmusê, projeya erasmus anjî erasmus plus. Yek ji projeyên...
    avahiyê herî bilind yê dinyayê [1]
    îro burj khalifa ye. sibe ew dibe kîjan, em ê bibînin. nêzî bi...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » beqbelûsk

    Kategoriyên mijarê:: ajal
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî