1. Beq him di nav avê de û him jî li bejahiyê dijîn. Dema hîn kurmik in bi berkurkê û dema mezin dibin jî bi pişikên xwe bîhnê didin û distînin. Biharan beq xerzên xwe datînin. di nav xerzeke beqê de bi hezaran hêk hene. Ji hêkên wan kurmik çêdibin. Heta ku ew dibin beq çend caran formê xwe diguherin. Lingên wan ên paş bi hêz in ku xwe baş çeng bikin. Ew kurm û kêzan dixwin. Ew nêçîra xwe bi zimanê xwe yê dirêj digirin. |
|
10.07.2013 19:05 |
endazer
|
2. senfonîya beqan, ji beqan jî beqên çemê zirganê... |
|
18.07.2013 20:22 |
devliken kelogiri
|
3. Bi zaroktî me darikên pûş ên qulfire dixist qûna wan û me ew dinepixandin û bera nav avê dida... |
|
18.07.2013 20:24 |
devliken kelogiri
|
4. pismamÊ req e..req jÎ beqÊ avÊ ye.pİsmamÊ hevdÛ ne. |
|
09.01.2015 23:37 |
tirşikçi
|
5. Ajalekî nav avê û ku li gor qur'anê naye xwarin, heke bihata xwarin jî min nedixwar, bîzê mi jê diçe. Dema em zarok bûn, ji me we tire, ê ku beqa bikuje ewê belaluk û pirzik di destê wî/ê de werin. Başe ku ma wiha dizanî û başe ku bes nebûme kujerê beqekê jî. |
|
10.01.2015 03:46 |
seydayê_peyvan
|
6. ajala ku li ser rûyê dinyayê 2.600 cureyên wê hene. herwiha di cîhanê de ajala jehra wê herî dijwar jî cureyek ji van beqan e. |
|
30.04.2015 17:16 |
xendekî
|
7. ajala ku hinek mirovê gelek ditirsîne. goştên wan jî wekî marshmallow e.* |
|
03.08.2021 20:36 |
heval.js
|
8. Ajalên ku li gor bawerîyeke bêbingeh dibe sedema behlelûkan. |
|
03.08.2021 20:40 ~22:04 |
pîroz
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |