Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
şakiro - tirşik
şakiro
(8) (0) (1)
di mijarê de bigere

18. Li serhedê tu li kê bipirsî teqez wê bêje "şakiro hevalê kalikê min bû" * *



18.03.2017 01:33 | bûtîmar

19. Welleh eyn wilo dibêjin. Hevalekî mi heye dibê kalkê mi û şakiro hevalê hev bun. Yekî din dibê şakiro hatibu gundê me. Ê din dibê hatibu filan dawetê. Bi awayekî têkiliya xwe û malbata xwe an jì gundê xwe herema xwe bi şakiro re datînin. Axirr şakiro heta dawiya emrê xwe bi zimanê go kalkê mi wan pê diştexilin kilamê xwe got û dilê me sot.



18.03.2017 02:27 | hêvî

20. Dengê wi wxeş dı hat. Mın jê hewalêmına pırsî. Ew kî ye dengê wi xweşa? Ew jî go navê wi Şakiro’yi. Min jî Şakira fêm kır. Ez lî youtube’ê geriyam. Yek şafıltî hat ser çawêmın *
Haneka dıkım hewalno. Dengê wi pır xweşa. Hûn Emro’yê guhdarî bıkın.



30.07.2018 22:24 | gokhansapmaz

21. (bnr: dilê rezîl)



01.08.2018 13:47 | bûtîmar

22. Şakir Deniz di sala 1936an de li panosa agirîyê hatiye ser dinyayê. Dû re mala wan ji wir diçe gundê Cemalwêrdiya dûtaxê. Paşî malbata wî ji Cemalwêrdiyê koçberî gogsîya(qereyazî) Erziromê dike. Navê tirkî Şakir Deniz pê ve kirine. Dengê wî xwedî oktaveke bilind bû û bi du hawînan (Ha Hîîî Ha Haîî) stran digot.

Ew jî yek ji şagirtên dengbêj reşoye û bi piranî stranên Reşo gotiye. Herwekî stranên wî bixwe jî gelek in. Dengbêj Reşo jî bixwe şagirtê evdalê zeynikê bû. Hejmara kasetên wî 65 in. Di sala 1996an de li Tirkiyê, bajerê Îzmîrê di nav jiyaneke xîzan û awarte de jiyana xwe ji dest da.
di nava kurda de weke şahê dengbêja tête zanîn,herwiha mamê nebixêr ozcan denîzheq e



08.02.2020 21:08 ~21:09 | tîrêj zana 21

23. zelaman aşiq dike li jinên kilamên xwe de. dema qazê guhdar dikim dibêjim mirov encaq wisan hezdike. dengbêj çend hezkirye, çawan xweşik hezkirye, çi cane qazê, çiqas xweşe jiyan.



28.02.2020 22:27 | hespêsor

24. şêkiro ye, şêkirandiye.

kurmancî ye gulşîr e. Here lînkê



03.05.2020 18:22 | ezcan

25. ew camêrê ku min di xizaniya salên zanîngehê de wêneyê wî bi wênesazekî da xêz kirin û li dîwarê eywana xwe dalqand. li vî welatê xerîb rûdinîm li hember wî û xwe di awirên wî yê sosret de diqelînîm



19.07.2020 18:57 | tûjo

26. Mixabin îro ketiye destê kurdînezanan. Li ser dengbêjiya wî guhertinek pêk tînin wekî remîx li ser rûpelên vala û ji Kurdî dûr parve dikin. Muzîkên bi vî awayî car caran bala min dikşînin ser xwe Lê wexta ku dibînim amadekar û parvekar heqê kurdbûnî nadin ji kar û xebata wan sar dibim.



20.07.2020 15:16 | kajav

27. lîstikvanekî swîsreyê herî serkeftîye, malî ava!



20.06.2021 21:10 | doesntmatter

28. dibêjin apê ozcan deniz e. çi gineh kiribû ku bûye apê wî qirdikî.



20.07.2021 01:06 | hueyn

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» şakiro gotinê bavê becet

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî