Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
adolf hîtler

adolf hîtler

7. li awustralyayê di avrêla 1889an de xwudê daye û avrêla 1945an de jî li berlîna almanyayÊ miriye
hîtler di şerê cîhanê yê yekemîn de leşkerek bû. li gorî hîtler di şerî de sedema têkçûna almanyayê bêxîretî û newêrekiya hikûmeta almanyayê bû. divê xwe radestî îngîltere û fransayê nekirana. piştî şerê cîhanê yê yekemîn ji hêla dewletên îtîlafê ve almanya bi tazmînatên pirr mezin kete qeyraniya mezin a aboriyê, xelk gelek feqîr ket. hîtler di serdemeke wilo de derket ser dika siyasetê û bi propagandayên nijadperest hêdî hêdî piştgiriya gelê almanyayê girt.
meriv ji bo ku karibe sedemên desthilatdarbûna hîtlêr fêm bike divê rihê wî zemanê yê almanyayê zanibe.
nexasim piştî qeyraniya mezin a cihanê ji bela ku aboriya almanyayê jî girêdayî zêr/dolarê bû almanya gelek feqîr ket. beriya qeyraniya mezin dolarek 4 mark bû lê piştî qeyranê dolarak 4 trîliyon mark bû, xelk bi tûrikeke mişt markan dikarîbû nanekî bistenda, ewqas zêde aboriya almanyayê têk çûbû. tam di vê serdemê de yekî mîna hîtler derket û got ez dikarim we ji vê rewşa kavil rizgar bikim.

hîtler di sala 1933an de bû serokê almanyayê û piştî saleke xwe wek führerê almanyayê îlan kir
hîtler bawerî pê dianiya ku nijada almanan nijada herî esil û pîroz a dinyayê bû ji loma diviyabû ku alman li hemî dinyayê bibin hikûmran.
piştî ku bû serokê almanyayê dest bi qetlîam, sirgûn û kuştinan cihûyan kir, li gorî wî sebeba paşvemayîn û xizaniyê cihûyan bû.
hitler mirovekî paranoyak bû; geh digot neyarê almanan komûnîst in û ew di nava dewleta me de xebetên li dijî berjewendiyên me dikin loma divê em tu mafê jiyanê nedine wan. loma dest bi kuştin û girtina komunîstan dikir, geh digot neyarê me cihûyan in û ew li dijî me dixebitin divê em mafê jiyanê nedin wan û vêga dest bi kuştina wan dikir.
hîtler ji desthilatdarbûna xwe heya mirina xwe teqrîben 6 mîlyon cihû dan kuştin, li ser laşê wan cerbên zanîstî dan kirin û li ser wan çekên nû dan ceribandin.

hîtler çendîn li dijî îngîltereyê jî şerek meşandibe tê gotin ku ew heyranê îngîlîzan bûye û heta roja dawî ya ketina berlînê jî gotiye dê teqez îngîltere aliya xwe biguherîne û ligel me be.

divê em vê yekê jî bêjin: wexta şerê cîhanê yê yekemîn diqede dewletên îhtîlaf dicivin û biryar didin. dibêjin divêt em cezayeke wilo mezin li ser almanyayê bikin bela daku êdî nikaribin di dinyayê de li ser dewletên dî bibin bela
piştî şerî dewletên îhtîlaf bi qasî 96000 ton zêr ceza jê re dibirin. ev deyn ji bo almanyayê reqameke gelek pirr bû, tu îmkana dayîna vê deynê tune bû jixwe dewletên dî jî vê yekê zanibûn, armanca wan jixwe ev bû 'almanya nikaribe serê xwe rake'
piştî qeyranê jî enflasyon teqiyabû loma di dilê her almanekî de nefreteke mezin hebû. ev ji bo derketina hîtlêr derfeteke bêhempa bû

problem ne tenê tazmînat bû, herêma lorraineyê ku ji hêla rezerva hesinê ve herêmeke gelek dewlemend bû ji almanan hate girtin û ew herêm dan fransayê, hejmara leşkeran xistin binî sed hezarî, qismek erdê wan ê çandiniyê ji destê almanan derket hwd...

di rojên wilo dijwar de hîtler bû serok, cara ewil hemî sozên xwe bi cîh anîn, got ez deynê tazmînatê qebul nakim û peymana versaillesê perçiqand û avêt sergoyê, pirsgrêka bêkarî û betaliyê bi pirranî çareser kir, di sala 1933an de rêjeya bêkariyê di sedî de 50 bû lê hama bêje bi temamî her kes ketibû karekî, fabriqayan dan vekirin, di warê gelek qadan de pêşveçûneke berbiçav hebû, otobanan dan çêkirin, xizmeta ceyranê berfirehtir kir, ev jî hêlişt ku hîtler karibe bibe fûhlerê almanyayê...



16.06.2017 11:26 ~2017.06.17 23:29 | ferhenga şikestî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» adolf hîtler

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî