Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
peyama 1000ê ya nivîskarên tirşikê

peyama 1000ê ya nivîskarên tirşikê

24. xwedê qebûl bike ev peyama min ê 1.000 e ;)

Di sala 2014 an meha Nîsanê de li twitterê ji min re peyamekê hat, kî bû navê wê nayê bîra min, ji min re pirsî "tu dixwazî kerem ke tirşikê de bibe nivîskar" min jî jê re cab da, mi go, "Kurmancî min têrê nake" ev jî go "tiştek nabe çi dikarîbî ewqas..." Ji ew ro û pê ve li vir im.

Tecrûbeya​ Min di ferhenga înteraktîfan de hebû ez ekşi sözlük ê de ji 2007 an li vir nivîskar im, loma formata ferhenga înteraktîf ji min re xerîb nehat.

Di destpêkê de van pirsgirêkan derket pêşiya min, hinek ji min re zorî da:

+ Peyvên ji derveyî herêma serhedê
+ Peyvên çêkirî ya modern
+ rastnivîs (daçek li ba me de hema bêje tune ye)
+ rêziman
+ hevoksazî (xeberdan û nivîsandin li hev hinekî cuda ne)

Min ji wan pirsgirêkan wiha çareser kir:

+ Pêşî min nivîsandinê zêdetir piranî peyamên hatiye nivîsandin dixwend, çimkî meriv pêşî dikare bixwîne lê nivîsandin piçek jê zehmettir e.
+ wîkîferheng (her peyvên heremî têde hene)
+ Xwendina pirtûk û rojnameyên kurdî,
+ Sêrkirina televîzyonên kurdî
+ Nivîsandina kurdî (meriv qisûrên xwe roj bi roj kêm dike)

Malbata me ji 30 salê zêdetir e ji welat derketiye, meraqa min ê ziman Piştî 20 salî xwe dest pê kir, derdora min de kes tune ye pê kurdî xeber bidim xeberdana min ê kurdî jiyana min de %1 heye tune ye nizanim, sed mixabin...

(bnr: îtîrafên tirşikvanan)

Bi saya tirşikê min xwendin û nivîsandina kurdî pêş de bir. Spas Tirşik...

(bnr: enstîtuya kurdî ya tirşikê)



23.06.2017 22:37 ~23:12 | mîr

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» peyama 20000î ya tirşikê
» nivîskarên tirşikê hev dişopînin
» tirşikê de îhtimala xwandina peyamên taybet

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî