Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


23 mijar û 50 peyam
têgihên qur'ana pîroz

têgihên qur'ana pîroz

1. Li gorî Qur'an'a pîroz têgihên rewş yên mirovatiyê

-Têgihên bedhal yên însanetiyê;

1) Hased: çavnebarî, zikreşî. Ê di wê halê nebaş de ye difikire ku '' ê min nîn e ya wî jî nebe''. Him halê tunebûnê dizanin çi qas nexweş e him jî dixwazin rewşa insanan xirab bibe. Ji ber sedemê pêmen bûna xwe dixwazin kesên din jî mehrûm bibin. Rewşeke gelek rebenokî û pir xirab e. Xwedê dê muhafize bike.

2) Buxul: çikûsî. Ya ku wê rewşa xirab de ye ''ya wê heye lê naxwaze yê yekî din hebe''. Rewşa qenc dizanin çawa ye lê tenê ji xwe re babet dibînin. Dixwazin başî û qencî bi tenê ya wan bê. Ji bo pileya rasertiya xwe jiyan dikin, dixwazin pileya wan berdewamî ji mirovên din bilind bibe. Girîngî pê kesên din re nadin. Naxwazin rewşa kesên din jî baş bibe. Ezperest in. Destgirtî ne. Bi qederê mûyekî jî bibe naxwazin rewşa mirovekî ji xwe zêdetir baş bibe. Xwe ji insanên din çêtir dibînin. Quretî dikin. Rêgir in. Eger ji destê wan werê riya insanên din dibirin. Asteng derdixin ku insanan nekevin pêşiya wan. Diz in. Ger tiştên insanên din ji wan zêde ye dizî dikin. Bi neheqî li xwe dikin. Xwedê bistrîne, ji me dûr e bi destûra xwedê.

3) Şuxl: çav berdan. Merivên ku wisa diramînin dibêjin ''ê wî ya min be''. Ji bo insanan xweş naramînin. Her tim çavê wan li kesên din e. Çavê wan têr nabe. Xwedê me ji wê rewşa xirab xweyî bike.

-Têgeha notir(neuter, bêalî, ne erênî ne jî neyînî) yên mirovahiyê;

4)Xibt: xwezî, xwezî pê anîn. Li gorî wê rewşê mirov dibêje ''ya wê heye ê min jî bibe''. Ne ji bo insanan xirab difikirin ne jî dixwazin jê insanan kêm bimînin.

Rêmanên rewşên baş yên mirovanetiyê;

5) Sexawet: comerdî, destvekirî, camêr. Însanên comerd dihizirîn ku ''li min heye li wê jî bibe''. Xweda daye wan. Ewan jî didin merivên din. Çikûsî nakin. Weke insanên ku dirabin dirûnin kom dikin û li ser hev lod dikin nakin. Destê wan vekirî ye.

6) Îsar: Mirovên bikalîte yên wisa dibêjin ''ne ya min bila ê wî be''. Heta dibêjin ku ''ya min e lê ê wî bibe''. Dema dora wê hat ji bo insanan dest ji heqên xwe dikişînin. Dihêlin mirovên din.

7)Cûd: Merivên xwediyê wê ramanê dibêjin ku ''li min nîn e lê ya wê hebe''. Wan her çi qas ji wê tiştê bêpar bimînin jî çavnebarî nakin û dixwazin mirovên din mehrûmê wê tiştê nebin.

8) Faqr: rewşa ''ya wê nîn e bila ê min jî nebe'' ye. A rastî dikarin dabîn bikin lê ji bona çavê insanên ku nikarin peyde bikin lê nemîne bîter nakin.



16.07.2017 17:21 | rûbar

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
threads [1]
Hevqedera tirşikê ye bawer kim. Nişkave bilind bû paşê nişkave têk çû....
kolaya zer [1]
Piştî Emerîkayê ji ber şerê cihanî yê duyemîn ambargo li ser Almanîya...
bayê xerbî [1]
Hevrikê keloş e ^^...
bayê xerbî [1]
Tirşikvanê ku sala 2020'an de bûye nivîskar lê hîn hala mîjara xwe ven...
xabi alonso [1]
Di nav lîstikvanên fûtbolê yên efsanewî yên Spanya û (vbnr: Real Madri...
belki ev jî bala te bikişînin
» têgihên qur'ana pîroz
» pîrozkirina roja jinên kedkar ên cîhanê li moskovayê

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî