Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
lijneya hakemiya mezêxeran

lijneya hakemiya mezêxeran

1. saziyên ku li navçeyan, di bin banê qemeqamiyê de dixebitin. li bajaran şûna wan dadgeha mezêxeran heye.
karê van lijneyan ew e ku dema mezêxerek malek an jî xizmetek bistîne lê paşê bifikire ku hatiye xapandin an jî mexdûrkirin, mafên van mezêxran biparêze.
piranî biryarên ji bo qenciya mezêxeran didin û firoşkar neçar dimînin ku mal/xizmeta xwe biguherînin an jî pereyê mezêxer lê vegerînin. biryara vê lijneyê jî bi qasê biryarên mehkemê, derbasdar e û esseh e. yanî nabe ku firoşkar guh nedê. li gorî îstatîstîkên dawîn, %80 biryaran ji bo qenciyan mezêxeran e.

li bajarên mezin, ji bo ku mirov serî li van lijneyan bide divê bûhayê meseleyê ne ji 3.300 tlyan zêdetir be. li navçeyan ev sînor 2.200 tl ye. dema bûha ji van sînoran zêdetir be, divê mirov serî li dedgeha mezêxeran bide.

mixabin serlêdana van lijneyan biryar zû bi zû dernakeve. heta 6 mehan riya wê heye. lê dîsa jî divê mirov çavê xwe netirsîne.

di van lijneyan de ji komelên mafê mezêxeran, ji nav karmendên qeymeqamiyê, ji baroyên parêzeran û ji saziyên firoşkaran fîlan endam hene. her wiha berî biryardayinê, pêzanek tê wezîfedarkirin ku meselê lê bikole, malê venêre û ji bo biryara lijneyê raporek amade bike. piranî ew pêzan tên û ji mezêxer, malê kirî an jî xizmeta standî dixwazin û lê dikolîn ka bi rastî jî xerabe ye an jî tê de problem heye an na.



25.07.2017 20:48 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» lijneya hakemiya mezêxeran

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî