Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
xwedê kerîm û rehîm e

xwedê kerîm û rehîm e

5. biwêjek e, ku çîroka wê jî li jêr e:

dibêjin rojekî li gundekî zilamek he bû; çêlekeka wî he bû; gir û bilind, zexm û têrşîr, li gund çavê herkesî lê bû. mêrik jî hingî hij çêleka xwe dikir her êvar berî garan were nava gund hê zû diçû pêşiya garanê hêvîya çêleka xwe disekinî, hê ji dûr ve dibakir çêleka xwe, xelkê digot va çêleka filankeso hat. rojekî mêrik dîsa diçe pêşîya garanê, lê garan tê û jê dibûre çêleka wî xuya nake. ava germ serî de tê xwar, direve ber gavanî. gavan dibêje: li vir bû kengî winda bûye min fêm nekir. ev dikevin dora gund qene lê bigerin. piştî qederkî xeber li nav gund belav dibe, melayê gund jî piştî nimêjê dibêje cimaetê ka ev herdu ku ve çûne, jê re dibêjin hal û mesele ev e, mela dibêje herin wan bibînin bila bên ez ê devê gur bibirim. diçin mêrik tînin, dibêje melê ez bextê te çêleka min biqedr e, devê gur xweş girê bide; mela dibêje xema nexwe ez devê gur girê bidim bi izna xwedê heta sibî tiştek jî pê nayê, xwedê kerîm û rehîm e.

dibe sibeh mêrik li wê çolê dikeve, li çêleka xwe digere, piştî demekî di niwalekî de rasta çêleka xwe tê, lê ma çêleka reben piç jê nemaye, qet û metê mayî jî du gur pê girtiye dikişkişînin. mêrikê reben çavên wî tijî dibin vedigere mala xwe. melayê gewr dibêje ka bakin mêrik çêleka xwe dît an na. mêrik tê dibêje: seyda wileh min çêleka xwe di niwala jêr de dît, kerîm ji vî alî ve rehîm ji wî alî ve parçê goştê çêleka min dikişkişandin.



26.07.2017 11:39 ~11:53 | xendekî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» xwedê xwîna we li hev şêrîn bike
» kerîm şêxo
» rehîmê qazî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî