Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    10 mijar û 11 peyam
    li ber pencereyên sedsalan

    li ber pencereyên sedsalan
    [ (0), (0) û ecêb (0)]

    1. helbesteka kawa nemir e, erol şaybak xwandiye:












    Li Ber Pencereyên Sedsalan*

    Diedilim di çermên maran de, li ser hev pencereyan vedikim.
    Stranek nîn im, dengek nîn im, velerizînek im!
    Ma dikarim derziya xwe di lêva dinyayê rakim?
    Bila bêdengiya bi rêk xistî be ala girseyên dirrinde.
    Divê qerase bêne bercestekirin dengên kemanên virnî.
    Dikişe, dixuşe qewmê belekiyan. Ji wan im.
    Sêwîtî çi be, êdî dinya bi xwe nebe?
    Kil nekim destmala govenda janan, xwe nemijim,
    sîmetriyê nederizînim?
    Na, divê qerase bêne bercestekirin sînfoniya kulên kur,
    ku me diderizînin.
    Dibe deryaçeyeke aram qewmê belekiyan. Ji xwe re perav im.
    Zivir zivir dizivirin katjimêrên kalên çavşîn.
    Ji hemû bav û kalên min ma mêrgeke nemir î hêşîn,
    Destên me li wê gerdûnê digihîjin hev demeke çolistan,
    Li ber pencereyên ku vedibin bi ser sedsalan.
    Bêhna pûngên nemir tê ji berava kevnedemeke baranî.
    Stranek nîn im, dengek nîn im, velerizînek im!

    1998 / Stenbol
    * Ji Selpakfiroşê, dîwana min a pêşîn, rûpel 98 (Weşanên Rewşen-Nameyê, Gulan 2003, Stenbol), ku çapa wê ji zû ve ye qediyaye, wê çapa nû di nêzîk de ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve bê çêkirin.



    2017.09.14-12:30 | xendekî

    Hemûyan Bixwîne

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    "ez bi kurdekî re nabim dergistî" [1]
    Îro li balafirgeha Stenbolê ciwanek kurd ê bi navê Îbrahîm layik xwe k...
    hereka jorê [1]
    bajare ki li izmitê li tirkiye. geli kurd aliye bakure kurdistane j...
    bazidaga [1]
    bajareki pir sare. li bajare wane'ye. mirov payizan li bazidagan diqer...
    sola boğebaşi [1]
    sola bave min u sola min. ev sola me pedikir, em dicun nav pez. em dic...
    sola cizlavêt [1]
    sola kalkemin pedikir dicu daweta. ev sola sola ke ku bi plastik hatye...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » bergên pirtûkên weşanxaneya belkiyê

    Kategoriyên mijarê::
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî