Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
pankreatîk psodokîst

pankreatîk psodokîst

1. (bnr: cerrahiya giştî)
qaşo-kîstên pankreasê ne. wateya psodokîstê, qaşo-kîst e. ji ber ku di van kîstan de, di dîwarên wan de epîtel tune, yanî kapsûlek rastîn tune, bi vî awayî tên pênasekirin.
komplîkasyona herî berbilav ya akut û kronîk pankreatîtê ye. di nava kîstê de hinek raçînka pankreasê û avên pankreasê berhev dibin.
bi gelemperî bi alîkariya tomografiyê dikarin werin nasîn û teşhîskirin. her wiha ultrasona endoskopîk, ultrason, mr û ercp jî dikarin bibin alîkar.
di akut pankreatîtê de %5-16, di kronîk pankreatîtê de %20-40 îhtîmal heye ku peyda bibe. ger sedema pakreatîtê alkol be, îhtîmala psokîstê zêdetir e.(heta %78an)


her psodokîstek nayê emeliyatkirin. bi giştî di rewşên wisa de emeliyat pêwist dibe;
- ku hinek demar bimînin di bin giraniya kîstê de
- ku derketina ûr an jî roviyên ewlîn, bixetimîne/ten bike
- ku qenalên zeravê teng bike
- ku enfekte bibe
- ku xwînî bibe
- ku li plevrayê fîstûlek ava bike
- ku zêde eş bide an jî bibe sedema verişînê û hwd.

di tedawiya wan de divê kîst werin drenekirin, (drenaj) yanî werin valakirin. ji bo vê yekê bi riya endoskopîyê ûr dikare werin kunkirin û di navbera ûr û kîstê de riyek were afirandin. bi vî awayî kîst, li ûrê vala dibe. (sîstogastrostomî an jî sîstoduodenostomî)
tabî ji bo vê yekê divê pozîsyona kîstê guncan be.
an jî dîsa bi riya endoskopîyê drenaj dikare li papîllayê were kirin. an jî bi riya derziyek derveyîn, dikare were valakirin. tabî weke her tişt, dawîya dawîn dikare were emeliyatkirin. (di emeliyatê de jî bi giştî anastamoza kîstogastrostomîyê tê kirin)



25.10.2017 21:16 ~21:16 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» pankreatîk psodokîst

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî