2. fîlma sala 2016an e. fîlm ji bo platon û noam chomsky, rêzgirtinek e. dê û bav piştî emrekê, bar dikin nava daristanekê û li vir zarokên xwe xwedî dikin. tabî wan naşînin dbibistanê. ew bixwe her tiştî nîşanî wan dikin. wan hînî xwendinê dikin; felsefe, wêje û hwd. her tiştî dixwînin. wan hînî zanistê dikin; her zarokek fîzîk û matematîkê xitim kirine maşallah. wan hînî mûzîkê dikin; her yek ji wan enstrûmanek din ya mûzîkê lê dixe. wan hînî sporê dikin: dibezin, nêçîrê dikin, hildipelin çiyayên asê û hwd. welhasil wan hînî her tiştî dikin û her yek ji wan dibin übermensch tabî li vir problemek heye; ji bo ku bikarin van tiştan hînî zarokan bikin dê û bavên wan uber-übermensch bin. lê em bêjin bila wisa be jî; ger zarok qet dernekevin nava mirovan, çima van tiştan hînî dibin, bi taybetî yên fîzîkî û zanistên din yên pozîtîf? bersiva van tiştan tune, loma hinek bingeha fîlmê sist dibe. lê rexneya di derbarê perwerdehiya zarokan de, gelek net e û mafdar e. dêûbavê di fîlmê de, her tiştî rasterast dibêjin zarokên xwe. tiştên(li gorî wan derewên) dînî, têkiliyên zayendî û mirin... ji aliyê din ve zerarên tiryakan an jî hambûrger û kolayê jî... dema zarokên wan û yên din tên cem hev, em ferqa vê perwerdehiyê bi awayek aşkere dibînin. û li vir, nakokiyên sîstema qebûlkirî jî derdikevin holê: zarokên ku nifiran nabihîsin lê lîstikên şer dilizîn û heraketên eyb li hevalên xwe dikin. şerabê venaxwin lê kola, cîps û hambugerê her roj dixwin û hwd. bi ya min mijar tenê li ser perwerdehiya zaroakan bûya, wê bêtir serkeftî bûya. jixwe em dikarin bêjin ku di dawiyê de di navbera vê malbatê û jiyana modern de, peymanek bi vî awayî çêdibe. zarok êdî li bajêr û di nav mirovan de ne, lê ehlaqa xwe ji bavê xwe hîn dibin û fêkî û sewzeyên xwe, bixwe digihînin, yanî di nav xwezayê de ne. |
|
29.10.2017 23:01 |
simurg56
|
şêx seîd [2] |
|
kercews [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |
|
dîsfajî [1] |
|
sallana sallana nietzsche ser avê [1] |