Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
hyperloop

hyperloop

1. yek ji projeyên fantastîk yên alon musk e.
li gorî projeyê, tûpek mezin û dirêj tê sazkirin. mîna metroyên bin erdê. lê ev tûp, li ser erdê ne. û di hundirê vê tûpê de wê hewa tune be. bi vî awayî wê di navbera wesayita ku mirovan vediguheze û hewayê de, lêketin tune be. her wiha wesayita ku mirov wê lê siwar bibin, li erdê jî nakeve. bi saya motorên di wesayitê de û taybetiya tûpê, wesayit ji ber hêza manyetîk, li hewayê disekine. tu tişt hêza wesayitê kêm nake.

ev proje, di eslê xwe de vactrain e. [trêna ku di tubeke bêhewa de diçe - vakum-tren ango] ev fikr cara ewil di sala 1799an de hatîye bîra mirovan. (bnr: george medhurst)

projeya hypreloop cara ewil di sala 2012an de ji devê alon musk derket. di sala 2013an de los angeles û san franciscoyê de proje fîzîbîlîteya projeyê hat çêkirin û hat hesabkirin ku wê li ser vê riyê, hêza hyperloopê bigihe heta 1,200 km/saetan. ku ev lez ji hemû trên û balafirên rêwitiyê, bileztir e.

musk, vê sîstemê weke 5emîn riya rêwitiyê dibîne.
di sala 2015an de elon musk got ku wê dest bi avakirina tûpek 1.6 km bikin.
serê sala 2017an, ji aliyê tîma hypeloopê ya mitê ve ceribandina ewil ya hepreloopekê hat kirin;


di vê cerbê de heta leza 90 km/saet hat ceribandin.

li gorî musk, ev rêbaz wê li marsê bi hêsanî were bikaranîn, ji ber ku jixwe li wê derê atmosfer gelek gelek hindik e.
vê gav gelek şîrket hewl didin vê teknolojiyê pêk bînin, weke;
(bnr: virgin hyperloop one)
(bnr: virgin hyperloop one)
(bnr: hyperloop transportation technologies)
(bnr: transpod)
(bnr: dgwhyperloop)
(bnr: arrivo)
(bnr: hardt global mobility)
(bnr: hyper chariot)

li gorî hinek zanyaran, ev proje ne pêkan e. û wê mesrefên wê jî, ji îdîayên musk gelekî zêdetir be. musk niha hewl dide ku ji bo projeya xwe zêdetir çavkaniyan bibîne.



15.11.2017 20:35 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» hyperloop

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî