3. tweetên kurdî moda ye. Çimkî heweseke demî ye. Hatiye wê here jî. Li jiyanê ji tıştên demî re moda tê gotin. Ji ber ku li jiyanê herûher nîn in gotine moda û heweseke demî ye. Ez rewşa zarawayê soranî nizanim. Lê bi dîtina min ew li twitterê ne moda ye.
hinek mirov hene çi qas guneh in. Yaw xwedê jê razî ma tiştek jî nizanî. Yaw layiqî çi be xwedê wî bidê te lê ma tiştek jî nîn e tu têrbaş dizanî, her tiştî kinê minê dizanî. Yaw welle ji bo we dibêjim çawa wisa jiyan dikin, çilo ew qas xwe bawerin, çawa dikarin xwebixwe ev qas pêkenî dikin. çawa dikarin derheqê her mijarê de xwey fikrek dibin û xwe rasttirîn dinêrin. heyf û guneh e birayê mino heyf û guneh e. min we birî, zarokên we, newiyên we jî guneh e lawo. ma hîç ewana jî naramînin. welleh guneh e keko bîlleh guneh e.
insanên ku vê entryê dixwînin ji bona ku ez çi dibêjim baş fêm bikin mînakek bidim, inşaela evê bibe mînakek raveker. demekê li tirşikê entryên bi zarawayê kirmanckî moda bibû. sê çar kes belkî jî ne evqas hebûn bi kirmanckîzarî peyaman dinivîsand. ev hewesek demî bû çawa hat wisa jî çû. tweetên kurmancî jî eynî wisa moda ye, heweseke demî ye.
dîsa eger mînakek bidim bi navê shorbevan tirşikvanek hebû. gelek dinivîsand. gerçî her kes dizanê tirşikê dikir wek şorbe. digel vê yekê min jê nefret filan nedikir heta belkî carinan kêfa me dianî min his jî dikir. hê jî navê wî di lîsteya tirşikvanan de li jor e. ew jî hewes kir çû twiterê. min jî li twitterê wî şopand. lê min dizanibû hewesê wî hewesek demî ye. evê biçê. wilo jî bû. wayê mehek çêbûye tweetek neavêtiye. ez behsa shorbevanê ku em dizanin dikim ha. mehek bûye tweetekî jî neşiyandiye dibêjim. de werin hûn bihesibînin moda ye an na?
gerçî moda be çi nebe çi? insanên guneh dîsa guneh in. gunehê min li wana tê. çawa dikarin ew xirabiyê ji xwe re çêdikin. ma piçek jî xwe his nakin ji boy xwedê!
|