Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
granûlomatoz mastît

granûlomatoz mastît

1. [(bnr: cerrahiya giştî)]
du cûre ye;
ger weke encama rewşek din derketibe holê, navê wê dibe sekonder granûlomatoz mastît. cûrbecûr sedem hene; nexweşiyên granûlomatoz (sîfîlîz, tuberkuloz, sarkoîdoz, polîanjîtîs, nexweşiya granûlomatoz ya wegener), di çiçikan de bicîkirina madeyên biyanî yên weke sîlokonê û hwd. ji bo wan sekonder granûlomatoz mastît tê gotin. her wiha wek encama dîyabetê jî dikare were dîtin. jixwe ev nexweşî bixwe jî weke ji navê xwe jî dîyar e, nexweşiyek granûlomatoz e. wate jê ev e ku li dora patolojiyekê, ji bo tunekirina vê patolojiyê hucreyên sîstema îmmun berhev dibin û di encamê de gireyek derdikeve holê.
di nav sedemên nexweşiyê, guman ji oral kontraseptîfan jî tê kirin. (dermanên hormonê ku pêşî li hemîlebûnê digirin)

lê piranî sedem ne diyar e, wê demê navê wê dibe îdîyopatîk (an jî prîmer) granûlomatoz mastît.

ne kanser e lê nexweşiyek pîs e ku carina dibe sedem ku çiçik komple were standin. ji gelek aliyan ve dişibe kanserê, loma heta teşhîs were zelalkirin, gelek tehlîl pêwist dibe carinan.(ultrason, mammografî, mr, tehlîlên xwînê û hwd.) îhtîmalek mezin bîyopsî jî pêwist dibe. ji ber vê yekê tê fikirîn ku hinek nexweşên ku teşhîsa vê nexweşiyê distînin, heye ku di eslê xwe de tiştek din bin lê ji ber kêmasiya tehlîlan, sedem nehatibe dîyarkirin û loma ev teşhîs jê re guncan hatibe dîtin. ji aliyê din ve îhtîmalek mezin beşek ji van nexweşan jî bi tedawîyên semptomatîk, bi awayek nerm vê nexweşiyê derbas dikin û ji ber vê yekê jixwe qet vê teşhîsê nastînin jî. ji ber van rewşan, rêjeya rastîn ya nexweşiyê tam ne dîyar e.

nexweşî carina tenê di beşeke çiçikê de ye, carina jî çiçikê tevde dixe bin bandora xwe.
ya bêsedem, di nava 6 salên piştî anîna zarokan pêk tê, bi giştî di nava 2 salan de.
nîşaneyên nexweşiyê aciziyên wek xwûrîn, agir, êş, pêdeçûna serê çiçikê, enflamasyona çermê vê derdorê, fîstûl, nodên lenfê yên mezinbûyî û hwd.

zêdebûna hormona prolaktînê, bi awayek cîdî tê sûcdarkirin. û bêguman tê gotin ku rewşên ku dibin sedema zêdebûna prolaktînê, dibin sedema vê nexweşiyê jî.

tedawiyê nexweşiyê ne zelal e, an jî em bêji ne standart e. herî zêde tedawiya steroîdê tê dayîn (ji bo 6 mehan). lê piştî vê tedawiyê, îhtîmala vegerê ne hindik e. jixwe tişta ecêb ew e ku steroîd dibin sedem ku di xwînê de prolaktîn zêde bibe û nexweşiya dîyabetê derkeve holê û lê mixabin ev her du rewş jixwe dibe sedema granûlomatoz mastîtê. ji ber vê yekê ev vebijêrk heye ku li gel steroîdê dermanên ku prolaktînê kêm dikin, werin bikaranîn. (dermanên weke bromokrîptîn, kabergolîn). her wiha tedawiyên bi metotreksat, kolşîsîn, azotîprîn û non-steroîdan jî heye.

ger bi riya dermanan nexweşî baş nebe, wê demê divê ev beşa nexweş ya çiçikê an jî temamê wê were derxistin. ger ne tenê beşeke çiçikê were derxistin, îhtîmala vegera nexweşiyê heye tabî.



13.12.2017 22:13 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» granûlomatoz mastît
» mastît

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî