Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
beşir kaya

beşir kaya

2. sal beriya 2000an bû ango beriya mîlenyumê.
ez wêga çûbûm qersÊ û jiyana min a zindanî dest pê kiribû. teqrîben sal 1997-98 felan bû.
ez wexta ji amedê çûbûm qersê li cem bavê xwe, ji ortameke mişt sîyasî derbasî ortameke normal û bi ya min 'ecêb' bûbûm. li qersê min tu car çalakî an aktîviteyeke li ser kurdî û kurdistanê nedît. hem ji min re xerîb dihat loma nikaribûm fêm bikim hem jî ji ber emrê xwe aqilê min ji vê guherînê hilnedigirt.
li amedê hama bÊje di hemî malan de qanala qedexekirî ya partiyê hebû loma ez biçûyama mala kê teqez ew qanal vekirî bû, li derve nebe jî, li malan û di nava erebeyan de her gav stranên kurdî dihat lêxistin. bi taybetî jî koma berxwedan, kom amed, hozan diyar, koma gulên xerzan, ciwan haco û şivan perwer...

hîç ji bîra min naçe: li qersê rojekî min bi darê zorê çavikeke şikestî ya maseya karî ya bavê xwe vekiribû têde çend band hebûn.( yÊn emrê wan ji 25 zêdetir in dê bi bîr bihînin, wan deman band gelek hêja bûn, kombers tunebû û êdî di hinek malan de vcd player zêde dibûn. yanê te bixwesta ku tu stran guhdarî bikî qene teybeke te divê hebûya.) de neyse ez dirêj nekim di dikana bavê min de teybeke jihevketî û kevn hebû (hê jî heye) ji ber ku bavê min jî ji min re wek yekî xerîb dihat min li ber şerm dikir destê xwe dirêjî teybê bikim. rokî bavê min ji bo pêdiviyekê ji dikanê derket. min jî ji çavikê masayê bandek jê -ku bi tenê ew bi kurdî bû- derêxist min kir nava teybê. stran dest pÊ kir. oyyy rebbî ez tu car nikarim wê kefxweşiya xwe, wan hestên xwe yên têvel terîf bikim. çend meh bi şûnde straneke bi kurdî, ya rastî peyveke bi kurdî ber bi guhên min ketin (li qersê zimanê me yê malê zazakî bû) heta ji min hat min yeko yeko hemî stranan guhdarî kirin. bi qasî saeteke şûnde bavê min hat û dît ku bi dengekî hinekî bilind ez straneke kurdî guhdarî dikim û kelogirî bûme. got tu zanî ew kî ye? mi go na. got ew beşir kaya ye. ew banda dêya te ya rehmetî bû. dêya te pirr jê hez dikir. wexta nexweş bû ji amedê anîbû...

çend sal jê şûnda êdî ez hîn bûm navê albûmê memo zînî bû. band çend meh paşê xira bû, bi hev ket lê hemî stran di hişê min de bû. piştî belavbûna internetê ez lê geriyabûm lê min hîç li derekê peyda nekiribû. ez ne şaş bim ji vir sê-çar sal berê yekî xêrxwaz hemî stranên albûmê li youtubê bar kiribû. ez dikarim bÊjim piştî 12-13 salan min careke dî guhdarîya stranan kirin.
stranên albumê mîna berê li min xweş nehatin lê ez her gav bi wê albûmÊ dÊya xwe û rojên xwe yên li qersê tînim bîra xwe

strana min a favorî ya wê demê birîndar im bû





19.12.2017 12:03 ~13:05 | ferhenga şikestî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» beşir fuad
» kaya börülcesi

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî