Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 39 peyam
di kilamên dengbêjan de teswîrên balkêş

di kilamên dengbêjan de teswîrên balkêş

1. gelek in.. bi taybetî jî di yên dengbêj huseynê farê û miradê kinê de mirov dikare bibîne.. bi taybetî jî ji bo delalî û spehîtaya keç û jinan hatine ristin û raçandin li ser tevna dev û lêvan ev teswîr û metafor.. carinan ji bo fort û zirtên mêranî û wêrekî û dilêriyê û pesn û wesfên qencî û camêrî û comerdiyê jî tên dayîn û gelek caran ji ber van teswîrên xurt mirov di ber guhdêrînê re bihêsanî dikare çîrok û hikayeta kilamê bîne ber çavên xwe û lê temaşe bike.. belê her dengbêjek di heddê zatê xwe de wênesazek e jî!



''..çavê wan reş e

brûyê wan ê leglegî ne

dev û lêvê wan tenik e

mîna pelê kaxizê cixarê spî ne

bikum û kolos û temezî ne

min ê bala xwe bida

taximê sing û berê van karîxezalan

serê memikê wan sor e

qoratê memikê wan spî ne

mîna sêvê meletiyê

hinarê dêrikê deqdeqî ne

mîna gazocaxiyê ceryanlî ne

li ser mastê zêrîn û zîvîn e

zincîrê dorê xalis î muxlis î

yadê zêrê zer î reşadî ne

lo lo rebiyo qurbano

wez ê aşiq û sewdaliyê

bejn û bala a ortê me

zalima qîza zalima

navê wê têlî ye

her duyên dina jê re

bûne kole xizmetçî ne

yek jê re qawê dikelîne

a dinê destmal girtiye

hêdî hêdî yawaş yawaş

bi ser de dikir baweşîn e

mîna qaz û qulingê beriya jêrîn e

salê carekê serê xwe ne li zozanê

bingol û serhed û şerefdînê dixîne

siûd û talih û îqbala gelek xortan

li cem rebê alemê qe tu nîne

ez ê anuha li vê dera ha

şahidiya cemaata hazir bikim

jinê çê daîma dibin

qismetê mêrê kotî ne..''



19.09.2013 09:54 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
belki ev jî bala te bikişînin
» kilamên kurdî ên tirşikvan herî zêde jê hez dikin

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî