Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    10 mijar û 11 peyam
    evdalê zeynê

    evdalê zeynê
    [ (0), (0) û ecêb (0)]

    1. karapetê xaço dibêje ;

    Evdalê Zeynê dibê Temo
    Quling tê lo diqêrîne
    Wele deşt û zozan tev datîne
    Xwedanê xêra tune bi destê
    Evdalê Zeynê
    Bavê Temo, Siwarê Cindî bigire
    Li welatê şaristana ser textoran bigerîne
    Belkî dermanê Evdalê Zeynê, Bavê Temo
    Ay Siwarê Cindî dîsa ji xwe re bibîne
    Were tew dinyayê ax tew kaliyê
    Ax Temo lawo mirin çêtir e, lo ji feqîriyê
    Evdalê Zeynê dibê
    Temo lawo quling tê, lo ji zozana
    Wele berê xwe dane
    Beriya xwarî di gemiyana
    Dibê hêlînê xwe çêkirine
    Li ser darê ax kizwana .
    Ax tew dinyayê, ax tew kaliyê
    Ax Temo lawo mirin çêtir e ji feqîriyê
    Evdalê Zeynê dibê Temo lawo quling tê lo
    Qulingî şeş e
    Wele per û baskê wan bi nexş e
    Xwedanê xêra tunîne
    Bi çepilê Evdalê Zeynê
    Bavê Temo Siwarê Cindî bigire
    Erê bavê ser Textorê Hebeş e
    Textorê Hebeş digo Temo lawo
    Bavê te ne kori ye, ava reş e
    Were tew dinyayê ax tew koriyê
    Ax Temo lawo koranî ne tiştek e
    Bila Xwedê li milê kurebavan
    Tucar nika nike
    Evdalê Zeynê digo Temo lawo
    Wele bes e, dinyaya boş e, pûç e
    Ji Evdalê Zeynê aşiqê kurdan re nayê rayê
    Evdal digot Temo lawo
    Çiqas xweş e lo ro li dinyayê
    Evdal digot Temo lawo ez Evdalê Zeynê me
    Şalûlê avê, bilbilê di şevê me
    Ezê dengbêjê oda Mihemed Begê me
    Bi Xwedê li dîwanên mîran û hakiman
    Lawo ez mêrekî çê me
    De sala par vî çaxî
    Ez di nava civat û cakiyan de rûniştî bûm
    De sala îsal bayê felekê li min dabû
    Her du çavên min xera bûne
    Lawo ketime ser gopala
    Digerim li devrana dinê
    9- Hey Babikê
    Hey babikê hey babikê hey babikê
    Bi Xwedê ez û te tenê lo
    Heyla babikê heyla canika delalî
    Ji mala babê min filitî
    Hay li min hay sebrê
    Ezê çi bikim gundî malî
    Der û cînar û xelk û alem
    Dev ji kar û emelê xwe berdane
    Ji xwe re dixebitîn
    Hekî şerma bab û birakên min nebûna
    Minê porê serê xwe biqûsanda
    Ezê bi canê mala xwe re bixebitiyama
    De heyla çavên reş û belek
    Were lê tim bela ne
    Îro serê çendik û çend raja ne
    Ezê çi bikim kul û mexsedê
    Dinyalikê bi şev û bi roja ne
    Bila paşî xelkê emrê minê bi qurbana te be
    Li welatê xerîbê
    Wele dîsa ne poşman im
    Were hay berxê wele tu sebeb



    2018.01.02-22:51 | kurdokercewsî

    Hemûyan Bixwîne

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    bîranînên eskeriyê
    qomutan ji kurikekî êlihî re qala tiştekî dikir, du caran dubare kir, ...
    trt kurdî
    Divê navê wê trt kurmî be....
    kişandina lêkera nîhandinê
    Dema borî: ... niha ...

    dema niha:
    ferzbûna çêkirina panzdeh zarokan
    ferza şeytên e. ger hûn 15 zarok çêbikin wê; 1 wê kêmaqil/nexweş be ...
    zarokên ku serê sibehê ji xew radibin û li xêzefîlman temaşe dikin
    berê ez bûm; niha keça min e.
    ew wexta berî şiyarbûna kesên din...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » evdalê zeynikê
    » zeynelabidin zinar

    Kategoriyên mijarê::
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî