Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
call me by your name

call me by your name

1. mehê çûyî min di bloga xwe de çend tişt li ser kuîrbûna vê fîlmê nivîsandibû, ji vir: Here lînkê madem yek ji endamên oscarê ye, divê li vir jî çend tiştan binivîsînîm.

berê em lê zêde bikin. di xelatên oscarê ya 2018an de di van xelatan de ketiye pêşbirkê:
*Fîlma herî baş
*Lîstikvanê herî baş
- timothee chalamet
*Muzîka herî baş
*Adebtasyona herî baş


Lê bernîşe: bi rastî fîlmeke xweş e, evîneke xweş a du zilamên hevzayendî/bîseksûel vedibêje lê fîlmên din jî gelek xweş û serkeftî ne. bi ya min xelata fîlma herî baş ew ê nedin cmbyn. lê ez bo xelata lîstikvanî û mûzikê hêvîdar im. Adebtasyon? Erê ew jî qewî-hêzdar e. (lê sedî sed ne adebtasyon e mixabin)

fîlm ji aliyê kuîrê ve tabloyeke hema hema bêkêmasî xêzandiye û ava kiriye. dema normalbûnê de zayenda evînê tune ye, wê risim kiriye. lê evîn, êdî ez jî vê tiştê qebûl dikim ku bi netemambûnê ve dibe evîn û ev his meriv mezin dike, kamil dike. fîlm bi têre xwe dramaya xwe ya bênepixandin vê hisê kêmbûnê, evîndariyê rê dide. rê dide û hew. peyveke navdar heye, dibêje "realîst mîna mirêkekî ye, sedî sed rê dide lê dest bi rastiyê nade". hah derhênerê me tevahiya fîlmê de bi serkeftinî dersekî hunermendî daye temaşevanan.

***
anekdot: di roportajekî de her du lîstikvan dibêjin, dema em çûn civîna hilbijartina lîstikvanan ji me re gotin ji senaryoyê vekin û wê sehneyê bilîzin. li rûpela ku me vekir, sehneyeke "pevşabûn/maçîkirinê" hebû. [her du jî straight in] me jî got temam wê çaxê û dest bi maçîkirinê kirin. me dewam kir, maçî kir û maçî kir û... mudeteke dirêj me maçî kir, em gindirîn û dawiyê me got temam hewqas, tew em serê xwe rakirin kesekî tune bû, herkes çûbûn. asdfghj *

***
Min romana vê fîlmê jî xwend. a andre aciman e. roman ji fîlmê xweşiktir e û fîlm tenê sê beşên ewil kiriye senaryoya xwe, beşa dawî tevlî nekiriye ku meraqa temaşevanên fîlmê bi vê beşa dawî ya romanê temam dibe. her wiha, divê ez hinekî wergera romanê ya tirkî jî tiştekî bibêjim: ye-aq! weşanên sel li ber dilê min ji ber hin rêzepirtûkên xwe şêrîn bûû lê ev çi zimanekî nîvco, team-teal û ne kamil bû wiha! iyyy.



04.03.2018 15:49 ~23:45 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» call on me
» your sister's sister
» nameya ji fêlan kes

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî