Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 24 peyam
latter days

latter days

1. di lîseyê de ji bo temaşekirina vê fîlmê dişewitiyam. axirî di dema zanîngehê de min temaşe kiribû, têkiliyeke evîndarî, sifreya malbatî ya hevalan a layikqî ferzan ozpetek û êşkenceya nexweşxaneyekî di bîra min de maye. helbet min ji mormonan bi saya vê filmê hez nekir. min îro car din temaşe kir.


têkiliya aaronê ma'newî û chrisê dunyewî xweş e. lîstikvaniya aaronê pir pir xweş e. lê vê carê min bi çavekî din temaşe kir û ji hêla teknîkên fîlmê ve di sinifê de ma. lê ji bo çîrokê 75 dam. helbet piştî 250 fîlmên bi temaya lgbtî, êdî tu fîlm na'ecibînim mixabin. her wiha. fîlm meseleya dînê, zayendiya serbest, aids, araq, girîngiya hevaltî, tesaduf û hwd. têxistiye navenda xwe lê hema giş li hortê maye mixabin. ew sehneya nexweşxaneyên ku di hişê min de maye, hema tu bibêjî 30 sanîye digre hew. lê ji bo van sehneyan divê bê temaşekirin. çi ye: aaron vedigere malê. bavê wî ji ber hevzayendîbûna wî fedî dike ku mêrik serokê civata xwe ye û çawa lawik tê welêt dînin ber mehkemeya şerîata xwe û wî didarizînin û aforoz dikin. lêwik piştî ji ber hinek gotinên dayîka xwe radibe xwe jê dike. mêrikno bi vê firsetê wî têdixin navendeke terapiyê ya ku hevzayendiyan ji riya xelet vedigerînin. ji bo vê tiştê jî elektrîkê didin kîrê lêwik û di heman wextê de wêneyên zilamên tazî didin dîwêr û canê wî. di hişê min de nemaye lê sehneya herî xweş û bandorker piştî sehneyên êşkenceyê, firçekirina erdê ya aaron e ku ji televizyonê strana hevala chris dibihîze. meşa wî ya li korîdorê, ew gera wî ya bi çav û guh, ne lîstik lê wek rastî bû.

kêfa min ji çîrok hat û wekî leheng ji aaron jî. xwezî yekî derketa û vê senaryoyê bikira rêzefîlmekî.



04.03.2018 23:40 ~23:49 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» latter days
» days of our lives

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî