Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 52 peyam
edebiyata kurdî

edebiyata kurdî

19. do karê min tune bû, eciz bûbûm, min çav li gotara "wêjeya kurdî" ya wîkiyê gerand. xwezî negerandibama. yekî, xwedê jê razî, rabûye îdayên nijada kurdan nivîsandiye, him jî dûr û dirêj, çi eleqe birê min! dibêje wêje, nabêje nijad û hela tew îda! ji bo xwedê kî ji kurdan re dibêje sumer kurd in!a* kêfa min xera bû. heman gotara tirkî ji ya me zêdetirîn baş e. her wiha, min got madem wisa, ji 2003an vir ve kesekî ranebûye û vê gotarê nenivîsandiye, xuya ye li benda te ye. min jî hemû çavkaniyên xwe yên tarîxa kurdî da ser he du û min got, bi navê xwedê.

lê...

nivîsandina tarîxa kurdî? ji ku, çawa? ya devkî? devkî ma ne wêje ye birayê mino? :/ ê ya nivîskî wê çawa be? wêje? wêjeya kî? kurmanc, zaza, goranî, soranî? zaza ya dimilî ya kirmanckî? goranî? na, ne goranî ye, hewramî ye. tiştekî wiha jî heye: gelo zimanê kurdî ya zimanên kurdî?o_0 min got ew ê hezar salan bidome ev pirsên min ên bersiv-jê-hezar-salên-ronî-dûr. lê wiha nebû. ronî ketin çavê min û kovarên beşên ziman û wêjeya kurdî hat bîra min. ev salan in ez wan dişopînim lê bi saya vê gotarê min carekî din kifş kir ku li ser gelek mijarên wêjeya kurdî gotarên akademîk hatine nivîsandin. heta niha li bin gotarê qasî 30 gotar (tevahî 40 heb zêdetir çavkanî) ketin ser hev du. heta ji destên min hat min metoda zanyariyê sepand lê car din jî gelek gelek tişt kêm in.

niha di gotara "wêjeya kurdî" de beşên kurmancî û soranî vala ye. xwedê bê erê, ew ên jî bên nivîsîn. lê xêrxwazeke din heba dê xweş bibaya. *

kerem kin û tevlî bin, hema nebû nêrînên xwe yên li ser gotar, çavkanî, zêdekirin-kêmkirina agahiyan binivîsînin. divê gotarên kurd, kurdistan, kurdî, wêjeya kurdî ji hemû wîkiyên din baştir, xweştir, kurtir û zanyarîtir bin, ev deynê me ye : Here lînkê



12.03.2018 21:57 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
tirşik v3.0 [1]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
belki ev jî bala te bikişînin
» edebiyata mexduriyetê
» kurdî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî